Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 31 August 2009

Dema Syndroma Swede hate bîramin ez gelek şunda çum. Min got: dema ezê vê meselê binim serê zimanê xwe; yekhemcar hinek ji min fehmnekin û pêşa xwe tijî kevir ji bervimin bên. Di psîkolojîya kes û koman da ji hevdergistin û texlîlkirina hemu rewş û gavên avitî heye. Mîrov dikare pirsen jêrin xwe û koma xwe bipirse û bersivên wan bigere. 1-Peyvebdî birin li gel degirkeran bo çi ewqas zexmete? 2-Dagirker bo çi bona hinek Kurden me ewqas şîrîn û hevalin? 3-Cîhê avakirina Kurdistanekî serbixwe bo çi berlepî û xulamî tete xwestin? 4-Heta kenga ew rewş wusa berdewam bike? 5-Gor psîkoloji û bêşên zanîne yên din bersivdana van pirsan heye? Mîrov dikare pirsan zede bike û durûdirêj bersivên wan bide. Bi vê nîvîsê min xwest bala we bikşînim li ser buyerekî dîrokî ku; di dîroka psîkolojîyê da cîhe xwe girtîye. Berku ew buyer gelek rasteyetîyamê çuye û fotografa me ya aktuel tîne ber çavan.

Di dîrokên hemu gelan da buyerên şîrîn û qîrej hene. Gor rewş û psîkolojîya gelan ew buyer zu tên bîrkirin an jî ew nuhtîya xwe her tim diparêzin, li ser mejuyên mîrovan cîhê xwe digirin. Bangkirina serxwebuna gelekî, teqîna atomekê, binketina gemîya weku gemîyek Tîtanîk zu nehatîye bîrkirin. Erdlerzînek, qezeya trenekê, mirina mîrovekî nav û deng, gor buyerên jor zu hatine bîrkirin. Buyeraki li Swede sala 1973'da li bajarê Stockholmê pêk hatîye, naha alîyê kem mîrovanva tê bîranîn. Ew buyer dîlkirina karkerên bankayekê bu, ango di dîroka Swedêda buyerek reş û tarî bu.

Kurden me yên ku Swedê dijin bi kerema xwe dikarin di dîrokê da şunva biçin û li ser rupelên rojnameyên vê katê xwe derheqa vê buyerêda agadar bibin. Bi kwirti ew buyer ewe: Di 23 Agusta 1973 da grubek diz û rêbiran, li bajarê Stockholmê Norrmalmstorg, avitin ser bankayekê, xwestin bankayê bişêlînin û parvabikin. Berku polîsê Stockholmê derdora wan girtîyê û bona revîn û parvakirina wan mecal nedaye, wan çar karkerên bankayê dîlkirine û xwestine bi awayî bigehîjîn armanca xwe. Bi dîplomasî û merxwesîya polîse Stockholmê li paş çar rojan dawîya dîlkirina karkerên bankayê tê anîn û ew tên azadkirin. Rêbir û diz bi alîyên ruspîyên Dewleta Swêdê tên mehkemekirin û cezayên wan tê dayîn.

Di vê buyerêda hinek tişt pêktên, tiştên ne normal. Ew tişt dura serê psîkologen Swedê diêşînin û psîkologên welatên din jî di nava heyîrîyêda dêlin. Di paş dîlkirina karkerên bankayê, karker hedî hedî xwe koma diz û rêbiranra nezîktir dibînin wanra sempatîya xwe nîşan didin. Karker hevîya azadkirina xwe, koma dizanda dibînin. Polîs wan azad dikin feqet wanra nabin yar, sempatîya wan bona polîsan nayê, tirsa wan zedetirîn ji polîsan tê ne ji dizan. Li paş azadbuna wan ew xwe dizanra qerzdar dibînin, çan diz wan bibexşînin û azadîya wan, wan ra bikin dîyarî. Di dema mehkemekirina diz û rêbiranda, karkerên dîlkiri wan tenê naylin, wan zîyaret dikin û sempatîya xwe wanra berdewam dikin. Li paş cezagirtina dizan, karkerên dîlkirî wanra name û dîyarîyan rêdikin, wan hepsxanêda zîyaret dikin. Karkerên bankayê di jîyana xwe da di bin tesîra dizan dernakevin, gelek zeman wan ra girêdayî dimînin û xwe wan ra muteşekîr dibînin.

Ew syndrom; dibe syndroma Swêdê û dîroka psîkolojîyêd
a bi vî navî cîhê xwe digire. Hinek zanyar vê syndromê bi Syndroma Paretal Alienation (PAS) va girêdidin wan nezîkî hev dibînin.

Mixabin îro rewşa hinek Kurdên bi Syndroma Swedê baş tête serê zman. Dagirker diz û rêbirên ku di Agustosa 1973 ´da avitibun ser bankayakê û karker dîl kirîbun, hovtir û newertirin. Çawa bibexşandina dizan, bibexşandinekî ne raste, bibexşandina dagirkeran jî nikare rast be. Dîrek an jî îndîrek dagirkeranra sempatî nîşandan weku dizanra sempatî nîşandaneye, li vir ferqek tune. Koma Kurdan nikarê xwe dagirkeranra qerzdar bibîne, ew giredabun û xwe qerzdar dîtin weku xwe dizanra qerzdar dîtineyê.
Li Enqarayê, Tehranê, Bexdayê an jî Şamê di parlementoya dagirkeranda amadebun an jî zîyaretkirin wan, weku zîyaretkirina dizan di hepsxanêdaye. Pewîstê Kurdên me ji binê vê syndomê derkevin û xwe ji dagirkeran va muteşekîr nebînin. Weku kom kesekîra qerzê me tune û me malê kesî nedizîyaye û qe tû komek jî dîlnekirîye. Me heqê kesî nexwerîye; kî kê bibexşîne?
Diz û rêbir dagirkerin. Heş û aqlê xwe bînin serê xwe û wan durkevin, werin vî alî, dagirkerîyêva sempatî nabe....

Bîşar Norşîn

30.08.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.