Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 17 August 2009

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6076]
We nizanim feqet min piçuktîya xwe da şivantî jî kirîye. Şivantîya ku ez dibêjim ne şivantîya pêz û mîya bu, şivantîya berx û kara bu. Li gel vî karî gavantî jî hebu, ew me nedikarîya xewna xwe da jî bînin bîra xwe, berku gelek zexmet bu berpirsîyarîya vî kari gelek zede bu. Me weku mindal kare berx û kara hildida ser pişta xwe û dawiya bihare heta dawiya payize ew kara dikir. Dema kar û berx mezin dibun û li gel keriye pez û miya dihatin hevqelibandin, kare me xilas dibu û em ji kar azad dibun. Li vir gotina azad bun ne raste, berku azadiya ku me jiyana xwe da vi katida tam kir, qe tu kateki din yê jiyaneda dest me neket, bı mezin buna me azadi ji gav bı gav nema. Çan dînekî ji Hindistane gotubu; mirina esasi ji dayikbune destpek dike, azadbuna me ji, jı dest me bı mezinbuna me çu. Em jı bo çi azadbun; her yek ji me dengbej bu, stranen ku em distiriyan diçun çiyayen berz diketin û mera weku senfoniyeke şunda diziviriyan, keseki ji mera nedigot dengê xwe kem bikin. Bê zîn e

m pişta ker, hesp û qantira sîyar dibun û me ew didan bezdan, kanîyen sar xizmeta meda bun. Katjimer tunebu wext tunebu, stres tunebu. Her çar alîyen dinyayê, erd û ezman yên me bun.

Bo şivana car cara yek tehlîke hebu, gwir û zurbeya gwiran. Ew taybetî ji derhengîya payîzê heta destpeka bihare tehlîkeyek mezin bun. Zivistanê dema birçî diketin heta nava gundan dihatin. Min jîyana xwe da tenya careke gwirek dît. Havîn bu, gwir tenya bu weku firîşteke bezdida, rengê wî sor bu kutîyekî mezin mezintir bu û gelek zu bezdida, teqrîben dîtin û wandebuna wî yekbu, bi çalo ha çalo qîrîna zarokan, bawernakim ku ew tirsîya. Bawerim zike wî têrbu û daxwezîya wî ji kar û berxên mera tunebu. Feqet me piçuktîya xwe da gelek tişt jı mezinan derheqa gwira da bîhîstîbu. Dema ew tenya ten çi dikin, dema bi zurbeye organîze ten çi dikin? Tenya hatina wan ewqas problem nebu, dema ew organîze dihatin, dibun problem û kerîyê pêz û mîya helak dikirin, di nava çend deqîkanda xwerin û parçekirina çend peza bo wan problem nebu. Qîrîna şivana û gule berdana wan jî her tim pere nedikir.

Di nava van buyeranda taybetî tiştekî bala min dikişand ser xwe. Dihat gotın ku di êrişberdana gwiran da zexmettirin tişt di berxwedana şivananda ewe ku; ew çanî mîhek anjî bizinek birîndar ji devê gwira rizgar bikin. Berku li paş jı devgirtina gwira ya bizin û mîha, bizin û mi nediziviriyan ser şivan bi gwir ra diçun. Dema bizin û mî alîye gwir va birindar dibun, diketin nava şokeke û gwir xwe ra weku heval didîtin. Cîhe gwir durketine ew ji şivan durdiketin û gwir ra bezdidan. Kesekî maneyek nedida vî tiştî, hinikan ew weku şok didîtin û digotin rewşek wusa da kare şivan ewe ku; ew yekhemcar li paş êrişberdana gwira bizin û mîhen birîndar ji şoke derxine û çavên wan weke, berku ew birîndar xwîn û xezal serketî gwir ra neçin û bi lingen xwe, xwe nedin deve gwira. Ew rasteyetî min dura jîyana mîrovan da jî gelek cara diît. Psîkolojîyeda nave vê bi tecavuzkarê xwe ra rêketin û razane.

Bo çi va rasteyetiya hate bîramin, daxawa îro rewşa hinek Kurden me li Bakur wusaye. Dagirker li vir gwirin, Kurden me rewşa bizin û mîyadane, du sed salin ew birindarin, xwîn ji wan diçe û ew gwira ra diçin, wan bere xwe daye gwir. Feqet li vir ferqeq mezin heye; hinek sîyasetmedaren ku rola şivanê Kurd girtine ser xwe, di rasteyetîyê da ne şivanê Kurdin, ew tenya ketine vî diliqî û hevale gwirin. Ji ber vê hawar dikim û diqîrem; ji şoke derkevin û gwir ra neçin werin vî alî, va alîya Kudistane hun teda dikarin bi rumet û şeref bijın. Xwe devê gwirada nekin parîyek....

Bîşar Norşîn

16.08.2009

[/url]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.