Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 9 September 2009

Di nava maluqatên ku weku kom bi hevra dijin, seroketî jîyana wanda cîhekî muhîm digre. Seroketî gor quwet, tecrube, hîlebazî, zanîn û ruspîbunê bona hinek endamên kome rê vêdike, bona hinekan jî; di serîda rê digire. Seroketî di nava heywanên kuvîda ekserîyet gor xwirtrtbun û quweteye. Di nava refên gakuvî an jî pezkuvîyada bona seroketîyê şer tê kirin, yê ku serdikeve seroketîyê digre bin kontrola xwe. Maf û barê wî hene, her tim pêşîya kerîyê diçe, rê nîşan dide û kerîyê dijî êrişan diparêze, dema ga hatinê an jî nerî hatinê, cara ewil bo wî ye, endamên komê yên din nikarin derkevin ser rîya wî. Di nava van komanda seroketî nêre. Di nava komên şêran an jî fîlan jî wusaye. Dema serokheywan kal dibe, ji taqetê dikeve, rojekê yek ji komê derdikeve ser reya wî û şer dixweze, bi binketinê pozxînîyek mezin ji dev seroketîyê berdide. Nexwestina devberdanê ji seroketîyê dikare bibe sedema mirina wan.

Di nava refên teyranda seroketî bi şiklekî din rêva diçe, berpirsîyarî asan tête parvakirin, seroketî rêyên dur û jirêjda gor xefilandinê bi gotina Kurdên meyên Başur gor mandîbunê bi aştî tête gorîn, ew bê problem cîhê xwe digorin. Seroktîya bi problem ya herî mezin di nava komên mîrovada pêk tê. Li vir ne tenê zanîn, tecrube an jî quwet rolekî dileyze, hîlebazî, bêbextî ûnemîrovbun dibe bingeha seroketîyê. Hinek politîkvanan bînin bîra xwe çawa kursîyê darêva diqemitin. Ew çawa heta roja mirina xwe serokwezîr, serokpartî, serokleşker an jî serokdewlet dimînin? Dema ew ji dest û pêyan dikevin û laşê wan dilerzê; dixwezin seroketîyê bi ser jîna xwe va, kur, keç an jî brayê xwe va berdewam bikin. Dewleta Kubayê ya rojanî bînin ber çawên xwe, ma li Kubayê xencî Fîdel û brayê wî Raul kesek nema, li paş Fîdel, Raul kirin serokê dewletê.

Ew kemasî ne kemasîya kesane, ew zayîfbuna mîrovetîyêye. Dîroka dînanda, dîroka tevgerê sîyasîda, dîroka împaratorî û şerîkeyên mezinda, mixabin ew rasteyetî wusayê. Qîrêjtirin seroketî ewe ku; komek bi zorê û dagirkerî komek din ra maluqatekî bike serok. Ew di nava refên mîrovanda jî be qîrejtîyê, bi alîyê mîrovanda bona heywanan jî be tiştekî ne pake. Seroketîya ku li vir min dixwezim bînim serê zman, seroketîya beranayê, taybetî beranê ku kerîye mîya bona şerjêkirinê dibin binê saturê, ew wezîfa xwe baş dizanin û kerîyê mîya bê stres, bi lîstik û hilgopika dibin didin ber devê kêrê. Dema ew kerîyê mîya li pê xwe rêdixînin, wan hostatî dixapînin, rêvaçun û dengê wan da qe tu şikek tune, sedan mî û beran pê wan rêdikevin, dema ew ten ber devê kerê edî derenge, berxwedan û şunda zivirandin pere nake. Beranên Serok mezbaxwenêda ta heşt salan karê xwe dikin, ew bi alîyê koma mîrovava bona şerjêkirina mîya weku serok hatine nîşandan.

Her roj bi reqs û hilgopika serîyê mîyên ku bên şerjêkirin dikşînin, wan dikarin melînekê an kalînekê çavhedar bikin, mixabin bi vî alîva tiştekî nakin, berku wan îxanetî koma xwe kirine û ketine xizmeta komek biyanî. Ew her roj çend cara kefxweş diçin û nava tirs û xemgînîyek mezinda dizivirin, her car bi neşerjêkirina xwe şahdibin. Tê gotin ku; roja ku ew bên şerjêkirin ew fahmdikin û wê rojê naxwezin seroketîya kerîyê mîya bikin.

Dema tevgera Kurdên me yên Bakur tînim ber çavên xwe, rola serokên berana tete bîramin. Gor berxwedan û xwe fedakirina keç û xortên meyên Bakur, ne Kurdistanek, deh Kurdistan dihatin damezrandin. Qezîyek me Kurda ya deh hezar sal virda heyê: “dizê malê ji malê be, ga qwila nîr va diçe“. Ew qezîya çiqas rast hatîye gotin, dizê malê ji malê be, ga qwila nîr va biçe.... Seroketî bi destên dagirkeran be; hîna zede kwir û keçên me biçin ber devê satura dagirkeran. Xwe fedakirin; ne kem ne zede bona Kurdistanek Serbixwe be, kî vê naxweze ne jî weye, jê durkevin werîn vî alî. Va alîya Kurdistane, diwaroja meye.....

Bîşar Norşîn

09.09.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.