Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 13 July 2009

Dema em zarok bun, mera weku henek dihat gotin: serê malê binê malê Xwedê belê piçukê malê. Di dema meda nîvî zarokan nedigîhiştin deh salî, wan bi vî şiklî anjî wî şiklî goç dikirin, diçun nava dîlovanîya Xwedê. Gepoş dihat ew dibirin, xendiqoq dihat ew dibirin, surik û xwirî dihat ew dibirin, tan dihat ew dibirin. Birçîtî û tazîti jî serda dibû sedema mirina wan. Yênku deh salên xwe diborîyan dimayan bextîyar, ew edî xwirtirîn zarok bun û porê jîyanê va diqemitîyan. Dema mera dihat gotin serê malê binê malê Xwedê bele piçukê malê, zanîn an nezanîn tiştek dihat serê ziman. Saxîya serê malê û binê malê dibu sedema jîyanberdewema zarokan û koma diwaroj.

Ewe çend salin bi destên hêzên tarî li ser Pênasa Kurdan lîstik, deq û dolabên nu tê lîstin. Tê gotin ku pênasa ser û pênasa bin. Hinek ji wan dibêjin em sera Tirk binra Kurdin, anjî sera Kurd binra Tirkin. Dema min va bihîst, ez çil salî şunda çum, min kovarek zanyarîda xwendîbu, bawerim Yekitîya Sovyeta kewnd bu, zanyarên erdçinînê sadira kartolan bi sadira tomatesan va lulkirîbun. Sera tomates binra kartol gîhiştîbun. Min her tim tama wan tomatesan û kartolan meraq kir. Pênas sera tomates binra kartol bu. Çawa dizanim mîrov dikarê hinek daran lulbike, lulkirin zedetirîn bona rezîkiran daran tê kirinn berkû feqîyê wan başbin. Naha li Anatolê û Bakura Kurdistanê kî kêva lulbe, kî kê rezîbike. Armanca lulkirinê ewku darên ku feqîyê xwe nebaşin li gel darên feqîbaş bên gorîn. Naha Kurd bên lulkirin sera Tirk binra Kurd, anjî hinek xwe xilaskin berku nekevin binê tohmetê, bejen em sera Kurd binra Tirkin.

Kesên ku destpêkî vê xeberdanê kirin him sera him jî binra Tirkin, kem an zêde eleqeta wan Kurdan va tune. Kurdî zanîna wan, ve rastîyetîyê nagore. Kurd tu gelekî kemtir ninin, gelê din jî Kurdan kemtir ninin. Hemu gel cîhê xwe spehîne. Ji ber vê Kurd him sera him binra Kurdin, wan hezaran sal virda ew saxîya xwe paraztine . Diwaroja wan disa li ser vê saxîyê avabe. Serva kundir binva gizer, an serva xîyar binva kartol buna hinek kesan diwaroja me nikarê tarî bike. Tenya ez dikarim wusa bejim: sera kundir binra gizer Xwedê durxîn tama bêzar, sera Tirk binra Kurd, Xwedê durxîn ji koma Kurd.

Bîşar Norşîn

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.