Pîrê Pîrê Destê min Şewitî
Em zarok bun. Yê me jî lîstikên me hebûn. Em kom dibûn, me ji xwere di rojên kin û şêvên dirêj de ev lîstik dilîst.
Me dest dida ser destên hev, ser hev. Destê di bin de dihat qurcî kirin.
Wî ji digot;
“pîrê pîrê destê min şewitî“
Yê kû qurçî dikir jî digot;
“hilde jor“
Listik bi vî rengê berdewam dikir.
Dema kû li rojeva Tirkan dineherim, ev lîstika me dilîst tê bîra min.
Destê kû di binde ye, yê kurdan e. Ew dişewite.
Yê ku qurcî dikin; AKP, CHP, MHP, DTP û herweha nav gellek in.
Xetên sor yê Tirkan; al, ax, sîwed (marş), zimên...
Bi nave Kurdan partîyek jî dibêje; ’xeta we xeta me... Ala we, ya me...(!) zimanê we, ya me(!), peymana Lozanê yê me...Em dewlet naxwazin...'
De here kû tu axayî.
De veke veke heta ji te hat veke.
Listikên Romê; ne tenê yek lîstik e. Ji bêbextîya Romê, xwîna kurda her tim rijîya. Avên nawalan sor dirijîya.
Neqeb û nawal tijî cendek, cîya xwîn digîrîya; Li Dersim'ê, Li Zîlan'ê, Li Kocgîrî dayikên Kurd dizarîyan û dinalîyan. Nalîn û zarîn ji destê Romê bû.
Doh jî wîsa bu, îroj jî wek doh e.
Jîyana ku bi qîrîn e, jîyana Kurda yê.
Bi derew û dolabên Romê bawerî nabe.
Kurdên Reya Heq (Elawî) dengê xwe didan partîya Onursuz Öymen, hina jî Kurd dengê xwe didin Kemalîstên xwînxwar. Ferqa partîyên li jor min bi nav kirî ye, nîn e. Hemujî xwînxwar û mafxwarin.
Ne Islamîst, ne Kemalîst, ne jî sosyalîst nebun dermanê dilê Kurdan. Hemu ji bi rengê xwe neyar bun.
Dostî jî, neyar jî tenê li ser nasnama kurdî dost û neyar ê. Tenê bratîya kurda rastîya kurda yê.
Li ser nasnama xwe kurd dibe kû hevîdarbin.
Her tiştek li ser berjewendiya xwe dilive û reng dide dost û dijiminên xwe.
Rê ya rast, rê ya kû EHMEDÊ XANÎ 350 sal berê anîye zimên ew rê ye.