[img]http://vejin.files.wordpress.com/2008/08/saliha_sener1.jpg[/img]
Kurê Dayika Salîhê: Mihemed Cahîd Şener
Lêdana dilê Xaltiya Salihê jî şev û roj digot: 'Bijî Serok Apo!', 'Bijî Serok Apo!'
Xaltiya Salîhe, wek bi hezaran pîrejin û kalemêrên welatpewer ên civata kurd, xwedî wê baweriyê bû, ku Apo serokê kurdperwer û şoreşgera ye.
Kurê wê Mihemed Cahîd jî li hundir, li zindana Amedê bû. Xaltîka Salîhê digot qey Apo serokê tev kurdperwer û şoreşgerên hem li derve û hem jî li hundir e.
Ew liv û tevgera ku Xaltiya Salîhe têde bû, liv û tevgerek pirr a watedar bû. Kirinên Xaltiya Salîhê her wisa jî lehengane û nebezane bû. Ji ber ku em tev pirr baş bi vê dizanin, ku wan çalakiyên ku Xaltiya Salîhê dikirin, wan rojan peya jî ni karibûn wek Xaltiya Salîhê bi wî rengî bi çalak û bi tevger bin.
Wek sosyolog Îsmaîl Beşîkçî dibêje, 'jinên kurdan mêr in, mêrên kurdan jî 'jin'!' Xaltiya Salîhe jî ev cûre jin bû. Ji bo doza xwe serî ne diçemand. Wisan dilsoz bû ku şîrmaq li nav çavên polîsên tirk dixist, şîrqînî ji ber çavên wan derdixist, tif li ruyê wan dikir. Kî mêr bû bila destê xwe li ber Xaltiya me rakira. Çavê polîs û eskeran derdixist.
Gava general û mudurên bilind ên polîsan dihatin û gef û tehdîtan difûrandin ser Xaltiya Salîhê û xelkê pê re hatibûn serdana girtiyên şerê rizgariyê, Xaltiya Salîhê berî her kesî dibeziya ser wan û destê xwe dirakir hewa li ber bêvila wan û digot: Hey laneta Xwedê li we be! Hey zalimbavno! Wey segbavno! Bi Xwedê hûnê tev di vî agirî de bisotin! Bi Xwedê wê agirê dilê me we tevan bisotîne!
Xaltiya Salîhe bi salan destê xwe ji ser wan ne kêşa û her roj pêşengiya serdanvanên girtiyên zindanan kir. Xaltîka Salîhe bûbû efsaneya serdanvanên girtiyên zindanan.
Xaltiya Salîhê, ew çend nebez û dilsozê doza xwe bû, wê ji bo tev kurên xwe yên girtiyên li nav destê zordaran, benzînê bi laşê xwe de kir û kifrît jî lêda!
Lê belê serdanvanên pê re ew agirê dora laşê Xaltîka Salîhê pêça bû, bi kiras û şara serê xwe tev divemirandin, ne dihiştin ku Xaltîka wan a têkoşer û kurdperwer bêzeman ji nav wan koç bike.
Lê belê serokê qelp buxtan li vê dayika me ya spehî, têkoşer û nebez kir! Ji ber ku qelpezan, derew û qelpiya xwe bi vê diveşartin. Kî dilsozê Kurdistanê bû, jê re digotin xayin. Ango navê xwe yê pîs û kirêt li kurdperweran dikirin.
Rojekê kurê Xaltiya Salîhê, Mihemed Cahîd ji hepsê derket. Me roja duduyan wêneyê Mihemed'î li tenişta Serokê wî (Apo) dît li rojnameyan.
Mihemed Cahîd rojek jî li ciyê xwe ne ma, hema çawa ji zindanê derket derzindan bû, xwe gihand nav refên hevalên xwe. Bi evîn û hêviyên mezin ew tevan hembêz kir.
Lê belê wî dît ku gelek ji hevalên wî rûtirş û dil bi tirs in li wê Beqa'ya xopan.
Ji ber ku hevalê serok ji seroka bêhtir, wek axayê mafiya bû. Kes ne diwêrî bû bigota kirt li ber wî. Mirov bi komloyan win dikir. Pirr kadroyên di buhayê dilopa zêran her bi vî awayî bi zanetî bi kuştin dabû.
Çend qîzên Kurdistanê yên bêtirs hebûn, ku wan jî dengên xwe bilind kiribû, lê ji ber ku jin li civata me kurdan xwedî ciyek pirr ê nizim bûn, dengê wan qet ne derketibû der.
Mihemed Cahîd ku xortê bajarê Amedê, bêtirsê ji nîvê tariya zindanan derketibû der, hat ber wî serokê qelp û derewîn û gote wî:
- Tu! Hey bêfediyo! Ev xiyanet e! Tu xayin û bêbexxxxxxxt!!!
Serokê qelp fermana wî derxist û ew di xewê de bi kuştin da.
Dayika Salîhe jî ji vê çend sal berê koçê dawiyê kir.
Yadgariya ev dayika welatperwer û têkoşer, tev kurê wê yê niştimanperwer, wê ta serteseriyê bijî li nav têkoşîna rizgariya milletê kurd.
Kurdo Kurdnejad