Lêkolînek li ser Qewlên Êzdiyan
Kitêba Xanna Omerxalî û Kovan Xankî ’'Analîza Qewlên Êzdiyan'' di nav weşanên Avesta de derket.
Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê, şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan, Iraq û Almanyayê hatine kirin tên, û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e.
Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînî yên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan, zanayên lêkolînên olî, êzdînasan, û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx.
Bedelê Feqîr Hecî di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje:
Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr. Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn, şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî, dîrokî, rexneyî derbarê tekstekî dînê êzdiyan de ye. Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da.
Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû, serkeftî, zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de, ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolînê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin.
Bi nêrîna min, ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan, ulmdar û qewlbêja bê, lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwendevanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê kurdî ne, ber bi çav e.
XANNA OMERXALÎ
Kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Li sala 1981ê li Ermenistanê, li bajarê Yêrêvanê de hatiye dinyayê. Li zangoya St Petersburgê (Rûsya) dewletî de, li fakûlteya rojhilatnasiyê de xwendina xwe ya bilind temam kiriye: BA (2002) - para zimanzaniyê ya Îranzaniyê û Kurdzaniyê; MA (2004) - dîploma Magîstira Olzaniyê standiye; PhD (2006) - fakûlteya Rojhilatnasiyê û fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê da doktora xwe ya pêşiyê girtiye. Vêga doktora xwe ya diduyan li ser têolojiya (xwedênasiya) êzdiyatiyê dinivîse. Di zangoya Almanyayê bi navê Georg August li Göttingenê de ji sala 2005an ve dersên zimanê kurdî û dînê êzdiyatiyê dide. Beşdarî gelek konferansên zanistî li welatên cihê bûye. Avtora çend deh lêkolînên zanistî û sê kitêbên li ser êzdiyatiyê ye: “Êzdiyatî, Ji kûriyê hezarsalan“ (Sankt-Petersburg, 2005, bi rûsî); “Êzdiyatî: Civak, sembol, rîtûel“ (Stembol, 2007, bi kurdî); “Yezidism in Europe: Different Generations Speak about their Relegion.“ Ph.G. Kreyenbroek in collaboration with Z.Kartal, Kh. Omarkhali, and Kh. J. Rashow. (Wiesbaden, 2009, Bi ingilîzî).
KOVAN XANKÎ
Kurdê êzdî ye, ji qebîla Dina tê. Ew li sala 1981 li Kurdistanê, li gundê Xanka Kevin hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û amadeyî li Xankê temam kiriye. Ew li zanîngeha Dihokê de li koleja perwerdê, para zanistên mirovantî, ziman û edebiyata kurdî dixwîne. Di sala 1990an de dest bi nivîsandinê dike û berhemên xwe diweşîne. Berpirsiyarê para kurdî ye li rojnameya “Dengê Laliş“; li kovara “Başîk Laliş“; li kovara “Vîn“ ya zarokan. Avtorê kitêba “Gotinên mezinan di hozana Cegerxwîn da, xwendinek ji bo tev dîwanên wî“ (Dihok, 2008); û komeke gotar û vekolîna “Di rêya edeb û rexneya kurdî da“ (Dihok, 2009); û çend kitêbên din yên edebî û rexneyî li ber çapê ne, û yek ji wan kitêbek rexne ye li ser şi'ra Osman Sebrî.
SUMMARY
Khanna Omarkhali
in collaboration with
Kovan Khanki
A method of the analysis of the Yezidi Qewls: On the example of the religious hymn of Omar Khala and Hesin Chineri.
The present book is devoted to the complicated question of how to analyse Yezidi religious texts. To illustrate the argument an interpretation the Yezidi religious hymn dedicated to Omar Khala and Hesin Chineri (Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî) is used. This book is based mostly on the materials gathered during field researches among Yezidis in Armenia, Iraq and Germany, and this is the first scientific presentation of these results.
All the informants (which numbered more than ten) are representatives of Yezidi priesthood castes, the majority of whom belong to the Pîr's caste of the priesthood and in turn to the clan of Omarkhali from families that have preserved the knowledge about their founder.
The first Introduction for the book is written by the representative of the famous Yezidi family, the son of the knowledgeablereciter of Yezidi religious hymns Feqîr Hejjî - Bedelê Feqîr Hejji. A second introduction is written by Khanna Omarkhali and it includes a brief outline about Yezidis and Yezidism.
The Preface gives a reader the general overview of Yezidi religious exegesis, where the author suggests some basic rules for the interpretation of Yezidi religious texts.
The book consists of two chapters. The first chapter “The knowledge about Omar Khala and Hesin Chineri. An interpretation of the religious hymn from the content“ was written by Khanna Omarkhali and the second chapter “The religious hymn of Omar Khala and Hesin Chineri. An interpretation from the form“ was written by Kovan Khanki.
At the end of the book a short glossary of Yezidi religious terms is given to aide the reader.
The Appendix of the book has two entries; the first entry contains four variants of the religious hymn of Omar Khala and Hesin Chineri, which were written down among Yezidis in Syria, Turkey, Iraq: Sheikhan and Shingal. It also contains a comparative tablet, which will be useful in the future work on the canonisation and probable standardization of the Qewls.
The second entry contains further examples relating to the subject Qewls, namely three variants of religious hymns of Mala Bava, Bav Bekirê Omera and Khafilê Bênasîn are given; these three Qewls were written down among Yezidis in Armenia, Georgia and Iraqi Kurdistan.
It is the first time that two of the variants of the religious hymn of Omar Khala and Hesin Chineri and one of the variants of the religious hymn of Mala Bava included in this book, have been published.
The book is intended for Orientalists, specialists in Religious Studies, in Yezidology, and for the many readers who have an interest in Kurdish Studies, and modern Religious Studies.
Analîza Qewlên Êzdiyan
Li ser Mesela Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî
Xanna Omerxalî
bi hevkariya Kovan Xankî
ISBN: 978-9944-382-93-9
19.5x13, 192 sayfa, bi wêne
Stenbol, 2009. 14 YTL
www.avestakitap.com