Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 3 September 2008

www.netewe.com

Hevgirtin ji bona Kerkukê

Mamedê Dêrikî

Dem: 2 îlon 2008 Seşemi

Kurdistan a gelê Kurd, ji her çar hêlanm ve xwe ve, bi neyar dorpêçaye, ev ne bes, em ji hiþmendî ya netewî dûr in, ji rêvebîryê dûr in, ji stratejîyeke hevpar dûr in...

Ez bawerim baþurê Kurdistanê; ji hêla hiþmendî ya netewî ve piçekî berbihev hatiye û piçekî ji hêla netewehezî ve, ji me bakuriyan baþtir e. Lê mixabîn ji hêla rêvebirî û stratejî ve ew jî ne kêmî me Kurdên bakur in. Yanî di vî warîde nezanî ya wan jî her berdewame û paþdemayî ne.

Ji bona fahmkirina vê jî pirr sedem hene, lê tenê li kêþe ya Kerkûkê binêrin bes e. Ji pêþengên baþûr tenê Birêz Mesûd Barzanî hewl dide ji bona Kerkûkê. Ji rêvebirên herêmê jî, lê bi taybet Kurdên li navendî ya Iraqê de rêvebirin di xeterêdene! Di vê xeterê de jî birêz Celal Talabanî serkêþ e. Xetera mezin jî eve ku di derheqê Kerkûkê de her roj bi awayekî daxuyanî têne dayîn, . Rêvebirên Rêzdar! Ka Kerkûk heta niha çima ne di dest we de ye? Ku ev þeþ sal in di ser rûxandina rejîma Saddamê xwin vexur re derbas bûye.

Gelo ka berjewendîyên gelê Kurd?
Ka madde 140an? Ku heta niha referandûm pêk nehatî!

Gelo ka hûn li benda çi sekinînin?
Ger hûn li benda Dewletên Yekbûyî Emerîka (DYE) ne, ku ewê Kerkûkê bigre û bide we? Nizanim! Ger hûn hewl nedin, hûnê paþ stuyê xwe bibînin, lê hûn/em Kerkûkê nabînin!

Belê, Birêz Talabanî, hûn Kerkûkê feda bikin jî, neyaran têr nake. Û binêre êrîþ birin ser Xaneqîn jî. Hûn dizanin ku dûvre jî Silêmanî, Dihok, Hewlêr û hemû xaka Kurd heye!

Ji daxuyanî yên Birêz Celal Talabanî: “Parvekirina rêvebirî ya Kerkûkê“ Yani parve kirin û rêvebirina bajêr ji %32 Tirkumen, ji %32 Ereb, ji %32 Kurd û ji %4 jî îsawî û ê dinan ve pêk were.

Halbûkî, Saddam ê xwîn vexur, parvekirina bajarê Kerkûkê ji %50 dabû gelê Kurd. Lê iro Serok komarê Iraqê birêz Celal Talabanî ye, bi xwe jî Kurde. Cîgirê wî jî yek jê Kurde, wezîrê karê derve jî ...

Dexuyaniyek din jî di 26 ê vê mehê de dabû Tv.yek ereb (pûkmedya 28/08/08) ku gotibû: “Maddeya 140 çareserîya Kerkûkê diyar kirîye...“ Ku ya pêwîste jî ev e! Divê hûn jî birêz Talabanî û em hemû gelê Kurd jî, li pêyî vê gotinê herin!

Gotinê hevgirtî nebe û hevgirtin tunebe, helwest û tevgêr nebe, serkeftin jî nabe.

Kurdên li Baxdayê xwe sist dikin. Lazime ku gelê Kurd çu car xwe sist nekin û bi taybetî jî rêvebirên herêma Kurdistanê xwe sist nekin, ku Kerkûk ji dest neçe.

Ji bona Kerkûkê em ê hîn hewl bidin; Hem bi helwest û tevgêr, hem bi siyasi û diplomasî, hem jî bi xurt kirina hêzên xwe yên leþkerî , ji bona Kurdistanê.

30/08/2008

Mamedê Dêrikî
[email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.