Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 5 August 2008

[img]http://www.saradistribution.com/foto2/saidikurdi.jpg[/img]

[i]Li ser çend herifandinên nijadperestan ên ku li ser berhemên Xweşikê Demê (Bedîuzzeman) Seîdê Kurdî (1878 Nurs - 1960 Ruha) hatine kirinê:[/i]

[b]Gelo amanca Xweşikê Demê Kurdistan bû?[/b]

[email][email protected][/email]

Berhemên olmijarî yên bi navê Rîsale-î Nûr (Nameyên Rohniyê) ên gorbuhuşt Xweşikê Demê Seîdê Kurdî, ku li roja li holê ne, ne yên bêdestkarî bûne. Nijadperestên ku ev berhem ji nû ve li çapê dane, peyvên Kurd û Kurdistanê ji nav Nameyên Rohniyê derxistine. Her weha ew berhema ku ji hêla Xweşikê Demê Seîdê Kurdî bi navê Münazarat (Nîgarine), ku li jêr navê "Kürdistan Reçetesi" (Niviştên Kurdistanê) hatibû nivîsîn, li ser destkarî û gorankarî hatine kirinê. Ew berhema bi navê Asar-î Bediye (Berhemên Ciwan), ku bi navek din jî jê re Îçtîmaîye Reçeteleri dihat gotin, hîç li chapê ne hatiye xistin û gava beşine ji vê berhemê hatine weşandinê jî, hatine guhertin û herifandinê.

Yek ji wan kesên grîng ên berpirsiyar, ku mukur li ser vê rastiyê hat, xwedî û berpirsiyarê weshanên bi navê Rîsale-î Nûr û rojnameya bi navê Yeni Asya'yê; Mehmet Kutlular bi xwe ye. Kutlular diyar kir, ku yek ji şagirdên Xweşikê Demê Seîdê Kurdî yê bi navê Zübeyir, peyvên Kurd û Kurdistanê ji tevaya berhemên Rîsale-î Nûr'an derxistiye. Mirov dikare vê beyanê ji hevpeyvîna bi navê "Agabeylerin dilinde" ya ku li rojnameya "Vakit"ê ji hêla Hasan Balta ve hat weşandin, bixwîne.

Li ser mijara guherandin û herifandina li ser berhemên Nameyên Ronahiyê, em bala xwe bidin nameya warisek Xweşikê Demê Seîdê Kurdî yê bi navê Mustafa Acet'î: "Her çend weşanxaneya bi navê Sözler, ku li bin baskê weqfa Hîzmet'ê bû û li jêr serpereştiya warisê Hostayê me kek Abdullah'î bû, bi gelek hincet û entrîqayan ji wî hat standin. Paşê ev avahî dan bin destê brayê me yê Mustafa Sungur'î. Hingê perdeyek ket navbera me û van berheman. Pir dolab li ser wan geriyan. Paşê ew weşanên Pîroz ên Zelal ên Ronahiyê (Müberra Nuru), ji nav destê warisan derdikeve û tevî hebûn û dewlemendiya mulkî, tevî fîlman, klîşeyan û pirtûkan tev di nav destê komelgeyek ramyarî dihêne hishtinê. Weşanên Envar jî, bêyî daxwaziyekê bike, bi nameya brayê me yê Hüsnü û yekê bi navê Badilli, ku di lîsteya wesiyetê te navê wî nîn bû, pêşniyara damezirandina vê weşandinê dihêt kirin. Piştî demekê Weshanên Enwar bi ser ne ketin." û didomîne. (Chavkanî: Nurculugun Tarihçesi, Tenvir Neşriyat).

Wek mirov ji nameya Mustafa Acet'î têdigehîje, li weşanên Sözler û Envar'ê gelek lîstik hatine kirinê. Kesên ne şareza dest li berhemên Rîsale-î Nûr dane û ew guhertine. Li nav weşanên Yeni Asya'yê jî ev kar ji hêla Mehmet Kutlular û Zübeyir G. ve hatiye kirinê û berhemên Xweşikê Demê, ji reseniya xwe hatine derxistinê. Ne tenê peyva Kurd, her wisan ji nav berhema bi navê Îşaret-ul Îça'z jî, mijara Münafiklar, ji berhema bi navê Mektûbat jî beşê bi navê Vehabiler, ji Shualar jî beshek ji hedîsên derbareyê Deccal'î hatine jê derxistinê. Li nav berhemên Xweşikê Demê tenê beşên ku ji mêş û çîçekan behs dikin, hatiye hiştinê.

(...) Ji wan kesên ku ni karin peyvikên Kurd û Kurdistanê hezm bikin, ez ji wan vê pirsê dikim: Ma gelo ev ne bêbextî ye li hevberî Xweşikê Demê? Gava Xweşikê demê li ser qewmê Kurd dibêje; “Ebnâ-î Cinsime burada birkaç söz söylemezsem, bence bahs nâtamam kalir“, anku heger ez li vir li ser zarokên cinsê xwe çend peyv ne bêjim, ev babet netemam dimîne, gelo ji vir derxistina peyva Kurd ne hovîtî ye?

Ma gelo Ustad li nameya (rîsaleya) 29'ê de, di beşê "Esile Sitte" de, tû li ruyê wan kesên ku kurdiyê qedexe kirine na ke? Ji bo ku hûn baş jê têbigehên, ez ji vê nameyê guhestin dikim, hem jî ji weşanên Yeni Asya'yê:

Ji bo xweparastina ji bêzî (nefret) û nemafiyên li rojên pêşî, ev nivîsa hanê hatiye nivîsîn. Anku, gava hat gotin "Tûh li ser ruyên wan mirovên bêxiyret ên ji wê serdemê!" hingê ji bo tûk li ser çavê me ne keve yan jî ji bo ew tûk were pakkirinê ev nivîs hatiye nivîsîn. Û ev nivîs ew arzûhal e, ku di vê serdemê de, ji sed hezar hêlan ve, ji bo lêxistina li serê wan medeniyetperestên bêmîm ên ku dibêjine "Bijî dojeh" hatiye nivîsîn. Bersiva Xweşikê Demê li ser pirsa "Çima xwedîtî bi bi Tirkî na kî?" dibêje: "Çawa hûn vê pêşniyarê dibêjine min? Li ser kîjan qanûnî? Heger mirov neteweya (milliyeta) wan kurdên ku bi milyonan dihêne jimartin, heger mirov wan kurdên ku bi hezaran salan vir de ye bi zimanê xwe dipeyivin, heger wan kurdên ku welatiyê rastîn yên tirkan bûne û hogirê tirkan ên şeran bûne, zimanê wan ji holê rake û bi wan bide jibîrkirin, paşê jî pêşniyara we ya ji wan kesên wek me yên ji xelkê biyanî dihên jimartin, dibe şêweyek hovane. Yan jî ev bi tenê kêfî ye. Li pey kêfa kesan na yêt çûyin û em li pey kêfa kesan na çin." Anku ji wan kesên ku kurdî na pejirînin û zimanê kurdî ji holê dirakin, ji wan re dibêje: "Tûh li ser ruyên wan mirovên bêxiyret ên ji wê serdemê!" Hingê ji bo tûk li ser çavê me ne keve yan jî ji bo ew tûk were pakkirinê ev hatiye nivîsîn. Li ber vê ez dibêjim ku bersiva Xweşikê Demê wêr her heman bersiv bûya ji bo wan ên ku peyvên Kurd û Kurdistan ji berheman rakirine.

Li ser gelşa 'seyyîdîtiyê" ev welê bû, ku pirs ne pirsa seyidbûn yan nebûna Xweşikê Demê bû. Gelşa bingehîn kurdbûna Xweshikê Demê bû. Bi gotinek din wan digot, hema bila ne kurd be, çi dibe bila bibe.. Lê kirine ne kirin, ni karibûn Xweşikê Demê bikin tirk.

De ka em hinek bala xwe bidin fişteqiyên hostayên mazin ên Nûrcîyan ên wek Necmettin Şahîner û ustadê wî Cemal Kutay. De ka fehkin û bixwînin, bê ka Cemal Kutay çi şekiran dişkîne: "Saîd-î Nûrsî yek ji zarokên wê malbatê ye, ku gava artêşên Cengîz Xan ji Anatolyayê derbas dibin û li wir datînin. Ji ber ku peyva Mîrza li nik tirkan dihêt wateya beg, axa." (Çavkanî: Nürculugun tarihçesi r29 Tenvir Nesriyat). Cemal Kutay dîsan berdewam dike: "Saîd-î Nûrsî kurdek safî ye, anku turkmanê rohelatî ye." û bi vî rengî jahriya xwe diverêşe. (Çavkanî: Her heman berhem r29). Yên ku Nameyên Ronahiyê xwandibin û bi nasnameya Xweşikê Demê ve xwe mijûl dikin, bila herin li ser garana dewêr xwe bigevizînin. Di Nameyên Ronahiyê de, Seîdê Kurdî ji Cengiz re dibêje, ku ew yek ji her sê deccalên mazin ên serdemê ye. Gelo chawa ew nûjenkarê serdemê chawa dikare bibe neviyê Deccal'î? Em hinek peyvên Ustadê xwe yên li ser wan ên ku li avzêlka xwezayê de mane hinek biguherînin û bibêjin: Hey hûn ew serxwoşên ehmeq ku ji ehmeq-ul humaqa ketine! Em dibêjine we, serê xwe ji kûrahiya avzêlka nijadperestiyê rake. Her chend ku Ustad li sedan ciyên li nav Nameyên Ronahiyê gotiye jî; "Ez ezbeniyek bedewî yê kurd im.", "Em kurd ku dikarin werin xapandinê, lê em kesî na xapînin." û dîsan hûn vê mijarê dipeyivin, bersiv ev e: bêdeng li ciyê xwe rûnin, em dibêjin.

Em vê mijarê li ser ew yek ji Nûrciyên bi nav û deng ê bi navê Fethullah (Gülen) Xoce'yî berdewam bikin. (...) Fethullah Xoce ji Erzerom'ê ye û xoceyek tûrancî ye. Fethulla Xoce baş pê dizane, ku Xweşikê Demê kurd, yan ereb e, yan jî seyyid e yan na. Wî bi xwe li ser vê babetê lê kolaye, lê gava Seîd-ê Nûrsî li jiyanê bûye, Fethulleh Xoce ne çûye serdana Xweşikê Demê. Gava ji Fethullah Gulen'î pirsîne, ku çima gava Seîd-ê Nûrsî li jiyanê bûye, ew ne çûye serdana wî, Gulen gotiye: "Her kesê ji Erzeromê gava ji diya xwe dibe, hinek neteweperest e û hinek jî tûranîst. Gava ez mirovê vê hizrê bûm û Xweşikê Demê jî, ne mirovê Anatolyayê bû, (anku ne tirk bû-kurd bû) loma min ji xwe re got na û ez ne çûm serdana wî." (Çavkanî. Yeni Yüzyil kitapligi Nurculuk seri 9).

Li gor Fethullah Gülen Saîd-ê Nûrsî kurdek e. Anku kurdbûna ustad, xweşa wî ne çûye. Anku chima mirovek wisan mazin ji kurdan derdikeve lê ne ji tirkan. Gelo ew Seîd-ê Nursî, ku ji bo gelşên her serdemê pêşniyarên çareserkirinê diyar kiriye, nasnameya xwe veşart? Na xêr. Ew mirovê ku li dij wan zalim û zordarên herî xedar piştgiriya rastiyê kiriye, nasnameya xwe ji kesî na veşêre. Heger ew seyyid be, nasnamê diveşêre, na xêr.

De em werin ser bersiva Xweşikê Demê: Em beşek ji parastina li dadgehên Denîzlî'yê biguhezin: "Di navbera me de bi tenê bratiyek heye. Ji bo parastina vê pîşeyê (meslegê), min çi car ne kiriye bîra xwe ku ez bi vî awayê neçê, seyyidtiyê bi xwe ve kim. Ez ne seyyid im. Ji xwe Mehdî jî gerek ji Al-î beyt-î Nebevî'yê (ji mala peyamberan) be." (Çavkanî. Risale-î Nûr Mudafalar r144. Tenvir Neşriyat). Li ser gelşa seyyidiyê Ustad bi xwe dawî bi guftûgoyê dihêne. Dibêje ku ez ne seyyid im. Ma gelo chi peyvên dinê gerek e, ku were gotinê? Ma gelo bi ya we Ustad hîna jî derewan dike, yan jî tiştek diveşêre? Ma çima tiştek veşêre? Ma qey kurdbûn sûc û eybek xirab e?

Em werin ser gelşa Kurdistanê. Ew kesên ku dibêjin amanca Xweşikê Demê ne Kurdistan e, min pirsek heye: "Gelo amanca Xweşikê Demê komarek tirk a laîk û kemalîst bû? Gava mirov peyva Kurdistanê bi lêvke, qey mirov ola xwe betal dike, yan jî ev peyv li dij îslamê ye û di wateya kufrê de ye? Gava yek bibêje, ku ez kurd im, ha ev kêrîkar (bölücü) e, kurdperest (kürtçü) e, lê gava yekê din dibêje ez tirk im, ev na keve nav carçiva kêrîkariyê (bölücülük)? Mirov vê tê na gehê.

Dîsan em ji zimanê Xweşikê Demê bersivê bigrin: "amanca min a herî mazin, Yekîtiya Îslamê (Îttîhad-î Îslam) û avabûna Xwendegeha Zanayan (Medressetuz-Zehra) e." Ustad li vir amanca xwe haniye ser zimên. Em li vir dikarin li ser Medressetuz-Zehra bi rûpelan dirêj bahs vekin, ta ku em dikarin pirtûkek jî li ser vê babetê binivisînin. Wek hişê Xweşikê Demê, doza wî jî mazin bû. Wî dixwast ku ev doza wî here serî û ev proje jî li dar keve. Lê belê dirêjahiya temenê xwe ji bo vê yekê hewl da. Ji hêla Sultan Evdilhemîd'ê Îstîbdadçî ve wek dîn hat avêtin nav tîmarxanê, lê dîsan ji doza xwe ne vegeriya. Vê armanca xwe wek wesiyet ji Şagirdên Ronahiyê (Nur talebeleri) re hişt. Ustad got: li hevberî derketina pêlên neteweperest ên li Anatolyayê û li hevber bi yekcarî ji holêrakirina zimanê kurdî rawestin.

Xweşikê demê dixwaze ku di vê Xwendegehê de zimanê erebî Divêtî (Ferz), tirkî Gerek (Lazim) û kurdî jî Serbest (Caîz) be. Li dij qedexeyan parastina zimanê kurdî, ji bo ew kurdên ku bi tirkî ni zanin ji perwerdeyê bêpar ne mînin, perwerdeya wan e. Amanc rizgariya kurdan e. Ev projeyek ji bo perwerdeya zimanê zikmakî ye li hevberî wan xwedîhizrên qedexekar. Ustad li wê demê na bêje bila zimanê fermî kurdî be. Ji bo ku ew dizane avahiyên dewletî destûrê na din, loma dibêje bila kurdî jî hebe. Gava Xweşhikê Demê dibêje "ez erebî dixwînim, bi kurdî dihizirim û bi tirkî dipeyivim" hingê ew van her sê zimanan li nik xwe komê ser hev dike û bi vê projeya xwe van nijadan li bin baniya îslamê dixwaze bike yek. Ustad dibêje; Reçeteya reşepaçeyek cîhanî ya mazin, lê bextreş (Asya), dewletek bi nav û deng lê bê talîh (Osmanli) û qewmek hêja, lê bê xwedî (Kurd), îslam e.

[b]Em werin ser gelşa Xweşikê Demê ya bi Kurdistanê ve[/b]

Ustad endamê Kürt Tealî Cemîyetî ye û amanca vê komeleyê jî Kurdistan e.

Li vir mijarek heye, ku na yêt têgehîşhtin, ew jî ev e, ku daxwaza Seîd-ê Nûrsî ya ji Kurdistanê, bila ne yêt têgehîştin wek gihaşhtina amanca rûxandin û kêrîkirina Komara Tirkiyê û li serê avakirina Kurdistanê. Ew dewleta ku amanca Ustad e, bi vî rengî ye: Cografyayek îslamî ku Tirkiye jî di navê de ye. Anku ne jihev veqetîn yan jî ji hev perçebûn, bervaciyê vê, ew dixwaze ku tirkan, kurdan û ereban di bin baniyek de bike yek her heman wek DYA, komara yekgirtî ya îslamî.

Bêyî ku ez pirsê bêhtir dirêj bikim, ez ê guhestinek ji pirtûka Vural Savaş'î bikim. Ji bo çi Vural Savaş û ne Nameyên Ronahiyê? Wek min di destpêka nivîsa xwe de jî diyar kiriye, Nameyên Ronahiyê hatine xirabkirinê, loma. Divêt êdî hûn ji xwe re bihizirin, ku heger wan kesên ku peyvên Kurd û Kurdistanê ji Nameyên Ronahiyê derxistine, heger di Nameyên Ronahiyê de projeyeka Xweşikê Demê hebûya, gelo ew ê hiştibana ku bahsa vê proje xwe bigehîne ta roja me? Ji pirtûka Vural Savaş'î diguhezim: "Saîd-ê Nursî zaniyarekî jîr ê ji mêjûya Kurd û Îslamê ye. (..) Gava Seîd-ê Kurdî ji zindanê derdikeve, ji Stanbolê dihere. Bi keştiyê ji ser Tiflîsê xwe digehîne bajarê Kurdistanê Xoyê. Ji wir xwe digehîne nav êl û begên kurdî yên li dorhêla Wan û Bidlîsê. Li van deran ji bo riya rizgariya Kurdistanê li ser zaniyarî, plan û projeyan digere. Gava li Tiflîsê ye, derdikeve ser girekî. Gava di nav bîr û hizrên Kurdistana Serbest û Cîhana Yekgirtî ya Îslamî dihere û tê, di navbera Ustad û yekî de ev guftûgo derbas dibe: -Tu ji ku derê yî? -Ez ji Bidlêsê me. -Tu li vir çi dikî? Ez hewlê didim, ji bo ku pîlana Kurdistana Serbixwe û Cîhana Îslamê çê bikim. - Baş e, lê ev der ne Bidlîs e, Tiflîs e. -Tiflîs brayê Bidlîsê ye. Ev plan û projeya li serê min, wê misoger rojek pêk were. Bi avabûna Kurdistanek li nav dilê cîhana îslamê de, cîhana îslamê wê li dora vê navendê bigere û were hev ta ku dewletek federatîf a mazin a îslamê ava bibe.

Belê, ew plana ku Seîd-ê Kurdî ji vê bi nêzîkî sed sal berê hiziriye, va ye î roj pêk dihêt. Bi rastî jî ew amanca ku di serê Seîd-ê Kurdî de hebûye, amanca cîhana îslamê, va ye bingeha wê bi Kurdistanek Yekgirtî û Serbest hatiye lêkirin û têkoşîna ji bo vê amancê bi serfirazî ber bi pêş ve dihere. Bi zanetiya sedsala dilxweşiyê (asr-î seadet), ku gelê Kurd xwe pê ve girê daye, hatiye ser ew giyana şoreşgeriya ku li hevberê zordariyê derdikeve, xwe guhestiye coka rasteqîn a îslamiyetê.

Ew banga Seîd-ê Kurdî yê: Ey asûriyan, ciyaniyan, kurdino hûn ew leşkerên leheng ên pesîdar ên serdema cîhangîriyê! Ev pênc sed sal in, ku hûn dirazên. Bes e êdî şiyar bin. Sibe ye. Ev bang bersiva xwe ji hêla xelkê kurd ve dibîne. Wek Ustad vedibêje, gelê kurd êdî ji xewa nezaniyê dirabe. Me bawerî heye, ku ew giyanê pak ê zaniyarê kurd ê hêja Seîd-ê Kurdî wek giyanê pak ê cangoriyên (şehîdên) Kurdistanê li pêşberî vê rewşê dilşad û memnûn in.

Saîd-ê Kurdî: "ez bizrê Kurdistanek serbest diçinim...." (Çavkanî ji pirtûka Vural SAVAŞ Militarist demokrasi). Ev beş li Nameyên Ronahiyê li şûna "beshê Kurdistanê" wek "medresenin planini yapiyorum" hatiye guhertin. Anku ez plana medresê dadihênim. Ez ji wan brayên xwe yên ku berhemên Ustad'î dixwînin vê pêşniyarê dikim: çawa Ustad wan wek tirk dizane û dipejirîne, bila ew jî Ustad bi nasnameya Ustad'î bipejirînin. Em li vir dev ji pirsa Kurd - tirk bikişînin. Divêt ev tişt ji şagirdên Ronahiyê (Nur talebeleri) re tiştên hêsan bin. Heger em rastiyan veşêrin yan çavên xwe li ber bigrin jî, wê dîsan rastî wek ro derkeve meydanê.

Her ku çawa çîroka herifandina Nameyên Ronahiyê derket meydanê, heger hin rastiyên din ên veşartî jî hebin, ew jî wê derkevin ber ronahiyê. Ew ên ku li ber rastiyan çavên xwe digre, bi tenê şeva reş dihêne ber chavê xwe. Ew hevalên ku vê nivîsa min xwandin û ji min daxwaziya agahdariyên berfireh bikin, bila vê pirtûkê bi dest bixin: “Nurculugun Tarihçesi Tenvir Yayinlari“ Heger yên ku li ser vê babetê bixwazin bi min re guftûgo bikin, ez amadeyê vê me jî. Emanetê Xwedê bin.

[b]Omer Polat [/b] [i](ji Agiriyê) 15.03.2006[/i]
[b]Werger:[/b] [i]Bavê Barzan[/i]

[url=http://www.olperwer.com/modules.php?name=News&file=article&sid=407]http…]

Tu carê amanca camêrê KURDISTAN NE BÛ. Amanc parastina Xelîfeta Osmanî û yekîtîya îslamî bû li gel Tirk û Osmanîyan. Hemû amancên wî bi vê rengê hatibûn girêdan. Lewra jî jî li dijê Şêx SEÛDÊ KURDÎ li tara Tirkan da cihê xwe hilbijart. Her gotin û şiroveyên li derveyê vê derew e û ji xwe da hatine çêkirin. Silav û rêz

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.