Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 6 July 2009

Agahdarî: konfêrans- 2009

Wêne: Nigarkêsh Sedat Özgen

Rêvabirya MALA ÊZDIYAN (Oldênbûrg), di Konfêransa xwe ya sala 2008 a da biryar da, ku salê carekê, li dor dîrok, çand, ol, mêtolojî û pirsgirêkên medenyeta kurdên Êzdî konfêransekê derbazke.

Biryar hate standin, Konfêransa 2009 an, dor wan mêrxaz û rêvabirên Êzdyan bê derxistin, ku di demên dîrokî ê ji bo êzdiyan dijwer da rêvabirî û mêrxwesî kirin e, navê xwe di dîroka êzdîtyêye da nivîsîn e, ji bo parastina vê civak û bawrya kurdewarye emekê nebîrkirîyî mezin da ne, navê wan di nava civakê da bûye kilam û efsene.

Gerekê bê gotin, ku bi menyên eskereye cûrbicûr, ji wan, navê hinekan tên bîrkirin û dor navên hineka jî çîrokên cûrbicûr, li hevketî, bi bûyarên rast û nerast têne gotin.

Xwestina me bi derbaskirina vê Konfêransê ewe, ku guhdarya zane, lêkolînvan û nivîskarên kurd bikşînin li ser vê pirsgirêkê, ku ew bi lêkolînên xweye kûr e giranbiha ronayîke hêja bavêjin ser jîyan wan, kirin û emekê wan bê bîranîn, qimetkirin û şêkirandin, rastya dîrokê bê eşkerekirin.

Komîtêya amadkar, ji bo Konfêransê, lêkolînên dor navên van şexsyetên dîrokî pêşnyar dike:

Mîr Ceferê Dasinî, Hisên begê Dasinî, Ezdî Mîrza Dasinî,Dewrêşê Evdî, Mîr Şhêxubekir, Nemir axayê Dinayî, Mîrzikê Zaza , Şhêx Mîrzayê Anqosî, Elî begê Mezin, Daudê Daud, Hemê Şero, Cangîr Axa, Ûsiv Beg, Hesinê Hewêrî, Şihabê Pol Paşa, Hesen Beg ( Heskîf)

Yên ku bixwezin dor van navan bi lêkolînê xwe beşdarî Konfêransê bibin, karin heta 30 ê gulanê komîtêya amadekar agadarh bikin:

Adrês û hejmarên têlêfonan evin:

Têl. 0049 441 48 50 555

0049 441 48 55 002

Fax. 0049 441 48 50 557

Têl. 0049 441 50 08 817, 017628093933

E-mayil [email protected], [email protected]

RÊVABIRYA MALA ÊZÎDIYAN (Oldenburg), KOMÎTÊYA AMADEKAR

08.05.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.