Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 16 August 2008

62 SALiYA PDK Û SEROKÊ KURDISTAN MESÛD BARZANİ PÎROZ DİKİM

PDK didemekî pêsîst de, bi rêberî û bîra Mistefa Barzanî de hate avakirin. PDK beramber dijminan biryara xweya siyasî da û weko netewa Kurd jî ,weko her netewên cihanê mafê dewletbûnê heye û ev daxwaz û hêviyên gelê Kurd bo Kurdistanekî azad û demokrat cihê xwe yê bilind û teybet dinava dîroka Kurdistan û cîhanêde girt.
PDKê nehêla Kurd bêne tunekirin, nehêla ev zimanê şirîn winda bibe û bi her rewş û halîde ev zimanê Kurdî herdem zindî hêla û weko çepêrên cengê liser serên dijminên gelê Kurd li jiyanê berdewamkir.

Ez rêz û teman bo têkoşerên PDK û serwerên têkoşeran û avakarê Partiyê Mistefa Barzanî û Kak Idrîsê herdem zîndî û pêşmergeyên dilovan ku herdem didilên mede dimînin û Avakirina 62 saliya PDK û Herweha Sersala Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî pîrozdikim. Serok Mesûd Barzanî îro temenê wî buye 62 Sal. Ew di 16 Tebaxê 1946 de li ber sîbera Ala Kurdistan hatiye dinyayê.

PDK xewnên talanker û zalimên dijminên gelê Kurd têkda. PDK planên dijnminên gelê Kurd ku talankarî û tubnekirina Grelê Kurd dixwestin têkda û astengên Kurdewarî danî pêşiya wan û hizra wan ya faşîsşt têk da û xiste binê seroyê dîrko.
Îro rewşa herêmê gelik hatiye guhartin, gelê Kurd bi rêberiya serokê Kurdistan Mesûd Barzanî, hêvî û ûmîda dewletbuna Kurdistan daxwazdike.

PDK dema hate avakirin, ruhekî netewî da gelê Kurd. Li her çar bilên Kurdistan neteweperestên Kurd dest bi bizavên têkosîna xwe rêxistîni bikin kirin. Di vê derbarêde li Rojavcayê Kurdistan 1957 de PDK(el Parti) hate damezrandin. 1961 de dema şoreşê bi fermandariya Rêberê mezin Mistefa Barzanî despêkir. 1963 de li Silopi îrtîbat bîroya Peywendiyan bi desthilatiya Remezanê Haşim dest bi karê xwekir ku destekê bidin şoreşa bi Fermandariya Mistefa Barzanî bo azadiya Kurdistan. 1965 de PDK Bakûr her di evê çarçûvêde hate damezrandin.

Damezrandina PDK bi rêberiya Serokê mezinê gelê Kurdistan Mistefa Barzanî pîrozdikim.

62 Sersaliya Serok Masûd Barzanî pîrzbe
Îsmaîl Girikî
16 Tebax 2008

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.