Skip to main content
Submitted by Hasan H. YILDIRIM on 23 July 2010

Bo me kurdan gelê bê parêzer tête gotin.

Lê ev gotin ne rast e.

Eger hun ji min pirs bikin, tiştekî ku bo tu miletî nebu ye nisîb li me merivek ku em pê serbilind bin bu ye nisîb.

Navê wî Ismail Beşikçi.

Kurtenavê wî mamostê zer.

Cegerek weke manqal, sebrek weke Eyup û rêzebahwerîyên wî hene.

Di demek ku siyaseteke tevlîhev mewcud bu gelek kesan bo berjewendîyên xwe li deryên tirkan û kurdan xistin. Lê Ismail Beşikçi bi sedema gotinên wî ku gotibu mafê Kurdan li dewletbunê heye, çar parên jiyana xwe di zîndanan de berbas kir.

Lê ew xweş meriv e, di zanistîya xwe de xelet nabe.

Ji ber ku ew di gotina xwe ya ku dewleta her miletekî heya, divê dewleta kurdan jî hebe berdewam tînê ziman wê di dema pêş de dîsa werê pêşberî dadgehê.

Ewê dîsa rêya zîndanê bo wî destnîşan bikin. Lê ewê dîsa bi serbilindî perêzerîya gelê kurd bike.

Bahwerîya me bo wî bê dawî ye.

Em bi te pir şahnaz in.

Baş e ku tu heyî Ismail Beşikçi.

Min dixwest ku ez li dadgeha ku tu werê dadgehkirin amade bim. Mixabin ew derfeta min tune, lê ez bi her hestên xwe bi te re me.

Bi silav û rêz

22 ê temuzê 2010

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.