Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî
Bi boneya cejna serê salê ya êzdiyan, îro serokkomarê Iraqê Celal Talebanî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî êzdiyan kir.
Ev jî teksta peyamê ye:
Bi boneya serê salê ya êzdiyên xweşewîst, ez pîrozbahî li hemû xuçk û birayên êzdî dikim û hêvîya çêjwergirtinê bo wan dixwazin.
Destûra Iraqê ji bo bicihanîna karên olî bi awayekî azadane, demokrasiyê bo wan dabîn kiriye. Baweriyeke min a bihêz jî heye ku ew dê li Iraqa hemû pêkhatên olî, neteweyî û civakî yên cuda, digel birayên xwe yên din di avadankirina Iraqa nû de berdewam bin.
Hemû salên we di xweşiyê e bin
Birayê we yê dilsoz
Celal Talebanî
Serokkomarê Iraqê
Cavkani: http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=1... 13.04.2010