Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 3 February 2009

Şerê KUK Û PKK

Abdullah Ocalan, rola xwe ya bêyom û tarî ya li hember gel, welatperwer û rêxistinên Kurd yên neteweyî berdewam dike, di her firsendê êrîşî wan dike.

Du sebebên vê helwesta Apo hey e: Yek jê ji bo ajantî, muxbirtî û mukurdarîya xwe veşêre, dudo jî, her kes û rêxistin, yan endamên wan rêxistinan yên ku Apo naskirine û li hember xerabîyên wî derketine û wî rexne kirine, ew jî ji bo ku wan di nava tekoşîna neteweyî de bêbawer, bêtaqet û bêkêr bide hîştin, deşîfrekirin, hedefrêdan û tunekirina wan ji xwere kiriye armanca sereke.

Ew bi xwe bûye peya û ajanê dewleta tirk. Ji roja hat girtin got; “bira dewlet firsetê bide min ez jê re xizmetê bikim. Ji wê rojê de Kemalîzma nîjadperest, mêtinkar, qatil û faşîst dipesinîne. Sînorê dewleta tirk yên sûnî û mêtinkar û ala tirk ya bi xwîna gelê Kurd sorbûye û Komara tirk, ya li ser qirkirin, îşkence û hêsîrkirina gelê Kurd û yên din avabûye bêperwa û bêfedî diparêze.

Di Têbinîyên Serlêdana Parêzeran (Avukat Goruşme Notlari) de, yên 6 Tebax û 3 Îlon 2008 an de, Apo, piştî ku hin kadroyên ku berê endamê PKK bûn, lê îro li hember “seroktîya“ Apo derdikevin, şaşî û xerabîyên wî dibêjin, kiryarên xwe yên bi daxwaz û dîrektîfên Ergenekonê kiriye, wek kuştina bi hezaran Kurd, dike hustîyê wan û piştre, divê; “Kawa, KUK û Stêrka Sor li hemberî PKK tekoşîn didan, bi rêya van rêxistinan `Ergenekon`ê` dixwest PKK`ê têxin bin hakîmîyeta xwe. Vana ji bo ku min ji holê rakin, bi dehê caran hewldan kirin.“

Di pirtûka xwe de jî divê dewleta tirk; “PDK ji salên 70 an de wek rêxistinek ajan xwedî dike, piştre gava em derketin holê, berê wek Stêrka Sor û dûvre wek KUK xurttir derxist hember me.“ (Devrîmîn Dîlî ve Eylemi). Gelo gava PDK avabû, Apo li ku bû. Helbet, di vê pirtûkê de Apo, wêya jî bi xwe mikur tê:

Apo divê; “Ez diçûm “Komunizmle Mucadele Dernegi“, “Ulku Ocaklari“, “Turk Ocaklari“ û “Camîya Maltepe“, min pirtûkên Seyyid Kutub dixwend û beşdarî konferansên Necip Fazil Kisakurek dibûm.“( Devrîmîn Dîlî ve Eylemî)

Apo, bi xwe rola wî ya rastî çi ye, kes û rêxistinên muxalifên xwe û KUK bi wêya sûcdar dike. Ji bo wezîfa ku dewleta tirk ya kûr dayê, ku di serî de KUK û hemû rêxistinên Kurd ji holê rake, li hember KUK pêkneanî û têkçû, îtîbara xwe ya li hember dewleta tirk ya kûr û rêberên xwe yê Kemalîst wenda kir, lema KUK di nava wî de bûye birînek werê ku hema di her axaftin û nivîsên xwe de neyartîya KUK dike:

Geh dibê; “MIT û dewleta Kemalîst KUK bi rêxistin kir û bera pêxîla me da!“ Geh dibê; “PDK û Barzanî, bi dewleta tirk re peyman kir, KUK bi çek kir û li hember me bikaranî!“ Niha jî têkilîyên Apo û Ergenekon`ê derketîye holê, ji bo kesên didin dû wî bixapîne, dixwaze vêya veşêre. Vê carê jî divê; “Ergenekon`ê bi rêya KUK û hinek rêxistinên din, xwestîye min “îmha“ bike û PKK têxe destê xwe.

Helbet Apo derewan dike û sîyaseta xwe li ser derewan avakirîye. Rêxistinên din çi kirine, nekirine ez baş nizanim, lê ji sedî-sed derketîye meydanê ku tu têkilîya KUK ne bi hêz û endamekî tu dewletê re çêbûye û tu carî KUK`ê nexwestîye Apo bikuje, ji bo wî bikuje, di tu demê de biryar nesitendîye û tu kes wezîferdar nekiriye. Heger belge yan îspatek di destê Apo de hey e, bira kerem bike deyne ortê, da ku em jî têbigehîjin.

Apo ji xwe re sanaryoyên xeyalî çêdike û li gorî wan sanaryoya pevgirêdanên nerast û bêbingeh avadike: Berî hertiştî tu girêdana Kawa, Stêrka Sor û PDK, yan KUK bihevre tuneye. Ez karim bêjim PDK (KUK), navê Stêrka Sor, berê ji PKK dibihîze. Lê ji bo ku Apo zilamê dewleta kûr ya tirk bû, ew zendike ku her rêxistin û welatperwer mîna wî zilamê hineka ye.

Lê wer xwanêbû ku Apo fermana tunekirina KUK`ê, ji fermandarên xwe sitendibû û di vêya de bi biryar bû. Loma dîrektîfa ku ji mirovên xwe re şandibû ku derbasî îdeanemeya PKK jî bûye, Apo divê; “Endamên me li hemberî KUK bêkêrbûne, bila agirbestek taktîk çêbikin û xwe bicivînin û ji nû de êrîşî wan bikin, wan ji holê rakin!“

Navenda KUK, tu carî biryara şerekî ne li hember PKK û ne jî li hember tu rêxistinek Kurd ya din nestendîye. Şerê KUK û PKK, li herêman li ser êrîşên PKK destpêkiriye. Ji bo şerekî jî KUK wek rêxistin tu amadeyî nekirîye. Her endamê KUK bi îmkanên xwe û ji mecbûrî beşdarî wî şerî bûye.

Di wê demê de, her endamê KUK, şerê PKK û KUK û şerê di nava hemû rêxistinên Kurd yê li hember hev, xizmeta ji dewleta mêtinkar re didît...

******

Ji roja Apo derketîye (yan hatiye derxistin) meydana sîyasetê, sîyaseta xwe li ser êrîşkarîyê, derew û komployan avakirîye.

Li gorî daxwîyanîyên rêvebirên dewleta tirk û Apo û belgeyên ku heta niha derketine ortê, rêdide ku armanca derxistina Apo ya qada tevgera sîyasî û rêxistinî, parçekirin, qelskirin û ji holêrakirina tevgera Kurd ya neteweyî bûye.

Ji armanca parastina serxwebûna Kurdistanê, ku Apo îro “Komara Demokratîk“, “Civata Ekolojîk“ û “mafê ziman“ diparêze û mezîyetên “Kemalîzmê“ keşifkirîye û dixwaze bi gelê Kurd bide qebûlkirin, armanca Apo zelaltir derdixe ortê.

Di pirtûka xwe de, ya bi navê Ziman û Çalakîya Şoreşê (Devrimin Dili ve Eylemi) de, Apo dibê:

“Me civîna xwe ya pêşî, di mala merivê “Ozel Harb“ê de pêkanî. Me sê salan bi pere û çekên dewletê karê xwe meşand. Pîlot Necatî ji me re temîn dikir. Ew merivê Şerê Taybet/Artêşê û Kesîre jî meriva MIT`ê bû! Min dewlet ji bo xwe dixebitand!“

Gava ku niha Apo dibêje; “Ez Kemalîstê xas im û ez ruhê Kuvayî Mîllîye temsîl dikim“ rast e. Tê famkirin ku Apo ne tenê zilamê kilîkekî dewleta tirk e, yê hemû sazîyên dewleta Kemalîst e.

Apo dibê; “Ugur Mumcu, ku divê `PKK ji alî MIT`ê hatîye avakirin` rast dibê. Mi bi Kesîre û Pîlot grûba xwe avakir. Demîrel, gotîye; `Em li hemberî PKK hêzên wek Stêrka Sor û KUK kartînin, em karekî tahlûke dikin, ev ne li gorî giranîya dewletê ye.“ (Devrîmîn Dîlî ve Eylemî)

Ez îdîa dikim ku Demîrel ji bo van rêxistina tiştekî werê negotîye, berevacî ji bo ku dewlet çima Apo bikaranîye dibê. Lê wer xwanêye ku Apo tenê xîtabî yên derdora xwe dike, ku ew çi bêje, çavgirtî qebûl bikin, dike. Çimkî Apo dîsa xwe dide dest: Demîrel, gotinên ji bo Apo û partîya wî serf dike, ew jî dixe hustîyê KUK`ê û rêxistinên din. S. Demirel çi gotîye, di arşîvan de ye. Kesên mereq dikin dikarin lêbikolin.

Apo, bi sazkirina grûba xwe û bi belavoka pêşî re, hemû rêxistin û fikrên dervî xwe xayin û ajan îlan kir û dest bi şerê hemû rêxistinên ji dervî xwe û dijî dewleta Kemalîst kir. Di navenda êrîşên xwe de jî rêxistinên Kurd danî.

Pêşî hevalên xwe, yên ji wî zanetir û jêhatîtir ku wê ji seroktîya wî re bibe alternatîf, yek bi yek da kuştin û ya xist hustîyê hevalekî xwe yê din ku pê wî jî ji holê rake û ya jî xist hustîyê rêxistinek ku dewletê dixwest bi rêya Apo ji holê rake. Piştre êrîşî wan rêxistinan kir. Çawa be pere û çek ji kîsê dewletê bû û yên hev dikuştin jî ji kîsê Kurdan bû..

Piştî ku li her derê êrîşî her rêxistinê kirin, heta dereceyekê li gelek deveran gelek rêxistin ya ji hev belavkirin, yan serî ji xwe re dan tewandin, li Kurdistanê dora êrîşkirinê hatibû TKDP yanî KUK`ê!

TKDP ku di qada legal de wek KUK dihat naskirin, hîn ji sala 1965 an de hatibû damezirandin. Piştî peymana Cezayir ku li Başûrê Kurdistan şoreş têkçû, TPDK jî, piştî 1975 an ket bin bandora îdeolojîya sosyalîst û di kongreya 1977 an de jî bername û destûra xwe guhert û wek partîyek Marksîst-Lenînîst ya Bakur û serbixwe xwe bi rêxistin kir.

TKDP di legalîtê de, li bin belavok û sloganan de navê KUK (Kurdistan Ulusal Kurtuluşçulari) bi kar anî. Lê bi giranî wek TKDP-KUK navê xwe dinivîsand.

TKDP-KUK, hertim li tekoşîn û şoreşa Kurdistana Başûr ya di bin serokatîya Mistefa Barzanî, xwedî derket û bi hemû hêza xwe parast û alîkarîya wê kir. Lê TKDP-KUK rêxistinek serbixwe bû; him rêxistinên Bakurê Kurdistanê û him jî rêxistinên herçar perçeyên Kurdistanê ji xwe re dost û bira-rêxistin didît.

KUK li Kurdistanê û bi taybetî li herêmên ser sînorên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelek bi bandor û bi rêxistin bû.

KUK`ê bi navê DGKD (Devrimci Gençlik Kltur Dernegi) li hinek navçeyên Kurdistana Bakur komel avakir û ciwanên Kurd perwerde û bi rêxistin dikir.

Di van Komeleyan de, gelek hozan gihand û çanda Kurd divejînand. Di encama van xebatên çand, huner û zimanê Kurdî de, li gelek bajar û qezayên Kurdistanê bi girseya gel şevên folklorîk, sîyasî û çandî li dardixist.

KUK dest dirêjî gelek pirsgirêkên karker û gundîyên Kurdistanê kir û gelek pirsgirêkên gel çareser dikir.

Li Nisêbînê ji bo karkerên pembo, li Qosar ji bo karkerên hevdana nok û nîskan, li Batmanê ji bo karkerên beledîyê, berxwedanên girseyî li darxist.

Li Batmnê, ket nava xebata ku sandîkayên karkerên petrolê û yên beledîyê, li Serêkanîyê (Ceylanpinar), karkerên “Devlet Uretme Çîflîgî“ û di nava karkerên hemû beledîyên li Kurdistanê û yên rêûbangan (Karayollari) de xebat kirin ku wan birêxistin bikin û têxe rê û xebatek rizgarîya neteweyî.

KUK, mal bi mal gund bi gund digerîya, propaganda dikir, rêxistînîya xwe pêşde dixist û li temamê Kurdistana Bakur dest bi lêkolîn û qeydkirina îstatîstîkên civatî û aborî kir.

Li metropolên tirkan cîyên ku kedkarên Kurd lê hebûn, yên wek Îzmîr, Edena, Mersîn û Îskenderûn jî xwe bi rêxistin kiribû û tevlî gelek navçeyên din ku karker û xwendekarên Kurd lê hebûn kar û xebata xwe ya neteweyî dimeşand.

Li hinek ciyan bi taybet li Bîngol û Nisêbînê, vê xebata, bû egerê êrîşa faşîstên sivîl û hevkarên dijmin ku endamên KUK hatin şehîdkirin.

Tevgerên wek KUK, PPK (Pêşeng) û Rêya Azadî, ji ber pêşveçûna tevgera Kurd, qetlîam û bûyerên ku ji alî dewletê û hevalbendên dewleta metinkar yên faşîst ku rûdidan, gehîştin encamekê ku dewleta tirk mercên darbeyek leşkerî amade kirîye; gotin; “ji bo ku em gelê Kurd biparêzin, divê em hêzên xwe bikin yek û em hevkarîyekê pêk bînin!“ di encama van lênerîn û xebatên yekîtîyê de, UDG (Ulusal Demokratîk Guçbirligi), yanî Yekîtîya Netewî ya Demokratîk hat avakirin. Lê ji bo ku hinek kadroyên KUK û Pêşengê ku hinek argumentên îdeolojîk derdixistin pêş û rewş baş analîz nedikirin, ew hevkarî jî beravêtî çêbû. Lê tevlî ku ev hevkarî neçû serî jî, dîsa rêvebiriya PKK wê gavê propaganda dikir û digot: “Vê hevkarîya li hember PKK avabûye!“ û kir sebeba êrîşên xwe yên li hember van rêxistinan û bi taybet li hember KUK`ê. Gava PKK li hember KUK`ê şer îlankir jî, van rêxistinan alîkarîya KUK nekirin.

Helbet vana tev ji çavê dewleta mêtinkar nedirevîya û dijmin raneketîbû. Wer xwanêbû ku dijminê gelê Kurd, lîstikek pir xerab ji me re amade dikir û koncalek kûr û tarî ji me re dikola!

*******

Ji dêvla ku dewlet bi polîs û leşkerê xwe derkeve meydanê û êrîşî rêxistinên Kurd, sazî û endamên wan bikin, hêzên parastina dewletê vekişîyan buro û qişleyên xwe, ji dêvla wan, me nerî ku bi navê Apoyî`yan, mîna ku ji ezmana werin xwar, grûbek derket holê û dest bi êrîşa rêxistin û welatperwerên Kurd kirin. Çimkî her rêxistinek, li Kurdistanê derbasbûnek wê û yên avakarên wan hebû, lê ne derbasbûna Apo di tevgera neteweyî de hebû û ne ya rêxistina ku wî avakirbû hebû.

Pêşî gava Apoyî qelsbûn, xwe didan tengala rêxistinên Kurd û digotin; “Lênerînên me û we hema hema yek in. Em jî serxwebûna Kurdistanek çar parçe yekbûyî û avakirina dewleta Kurd diparêzin û hûn jî diparêzin. Ferqa me û we tune ye! Em dost û hevkarên hev yên xwezayî ne!“ Me jî ji dilê rast bawer dikir û kêfa xwe ji wan re tanî.

Piştî ku ciyê xwe girtin, li her herêmekê, kîjan eşîreta bihêz ya xwedî dijmin hebû, yek ji wan kir hevalbendê xwe, dijminê wan dijminê xwe îlan dikir û ji wan re nobet digirt. Çi diz, serserî û teralê kuça hebûn tev dan dora xwe û her yek çekek xist ber. Bi azînên dek û dolab û derewan, hinek zarokên malbatên naskirî û xwîya jî dan dora xwe.

Piştî ku li her herêmekê xwe bi vî rengî bihêz kirin, li hemberî rêxistin û şexsîyetên ne hevalên wan, dest bi dezeformasîyon, xerabrêdan û dijminahîyê kirin: êrîşî wan kirin, ew birîn kirin û kuştin.

Apoyiyan, li her navçeya Kurdistanê, kîjan rêxistina Kurd hebû, ji dêvla ku pê re hevkarî û yekîtîyê bike, êrîşî wê rêxistinê kirin. Tu rêxistina Kurd nema ku li kadroyên wan nedan, birîndar nekir yan nekuşt!

Helbet ji van rêxistinan yek jê jî KUK bû. PKK, li gelek deveran êrîşî KUK dikir, lê KUK bi zanîn ji şerê wan direvîya. KUK, şerê di nava hêzên Kurd de, xizmeta ji dijminê mêtinkar re didît.

PKK, xwestin şevê KUK`ê xerabikin. Xwestin Berxwedana karkerên beledîyê li Batmanê sabote bikin. Di hilbijartinên serokê beledîyê û Sandîka TPAO ya Batmanê li hember KUK helwestek tund danîn. Di dema şerê Mala Hemo û KUK`ê de, li Nisêbînê, li ba mala Hemo cî girtin. Li herêma Mêrdînê û li gelek deverên din, tevlî ku li endamê KUK`ê dixistin, xeber ji wan re didan û heqaret li wan dikirin jî, dîsa KUK, ji şerê PKK`ê revîya û nebû xwedîyê helwesta şîdetê.

Berî ku şerê KUK û PKK derkeve bi mehekê-dudoyan, berpirsîyar û kadirên PKK`ê li gelek deveran digotin: “KUK ji tekoşîna me re kelem û asteng e, partîya me biryar daye ku em wê ji holê rakin; gava em dest bi wê bikin jî herî zêde di panzde rojan de em`ê wê ji holê rakin!“

Ji xwe gava lêkolînek were kirin, hema tenê îdeanameyên PKK yên wê demê bên xwendin, di îfadeyên endamên wan de jî derdiekve holê ku PKK amadeyîya êrîşa li hember KUK`ê dike.

Şerê KUK û PKK ji Serêkanîyê dest pêkir: yên li Serêkanîyê ku êrîşên li hember KUK`ê organîze kirin Kemal Pîr, Bakî Karer, Faysal Dunlayici (Kanî Yilmaz) û (Sari) Osman Erdal bû.

KUK, ji sala 1979 an de di nav karkerên Cotkariya Hilberînê ya Dewletê li Serêkanîyê (Ceylanpınar Devlet Üretme Çiftliği), dest bi rêxistinkirin û perwerdekirina karkeran ya neteweyî û îdeolojîk kiribû. Loma di nava sandîkaya “TIS“ ya ku bi “DISK“ê ve girêdayî ku endam û kadirên xwe bi cîhkiribû û bi rêya wê, xebata xwe hêsantir dimeşand.

PKK jî pêşî bi rêvebirên sandîkayê re têkelî danîn û xwestin wan bike alîgirên xwe. Rêvebirên sandîkayê bi gelemperî van daxwazên PKK red kirin. PKK wan bi kuştinê tehdît kir û li gelek endam û rêvebirên sandîkayê xistin. Wan, daxwazên PKK bi tundî red kirin.

PKK, piştre çû sandîka “Tarim Iş“ ya bi “Turk Iş“ê ve girêdayî avakir. Ji bo ku karkerên alîgirên wan gelek kêm bûn, çûn dest bi gefa yek bi yek karkeran kir. Heta ku hinek karker birin pişt Kepez dest û lingên wan girêdan û li wan îşkence kirin û ew di wî halî de li wir hîştin...

Ji ber van êrîşan, ji bo xwe biparêzin hinek karkeran destpêkir çek bi xwe re gerandin. Di vê navbênê de PKK`yî, ketin pêşîya ciwanekî terafdarê KUK`ê, çeka wî jê stendin û têr li wî xistin.

Rojekê jî diçin beşê Cotkarîyê yê bi navê “Beyazkule“, bi berpirsê wê beşê yê bi navê Halît Akagunduz re gengeşî dikin, jê re sixêfan dikin û êrîş dikin ku lê bidin. Ew jî ji bo xwe biparêze çeka xwe dikişîne û gulehekê bera wan dide. Hevalê wan bi navê Mustafa Goçmen sivik birîndar dike û diçin.

Wê rojê çar endamên KUK ku hayê wan ji bûyera “Beyazkule“ tune ye, diçin malekê ku him têkilîya wan bi PKK û him jî bi KUK re hey e, dixwazin rastîya bûyera terefdarê wan yê ku gotîye `PKK çeka min ji min sitendiye` fam bikin. Çimkî ew dihizirîn ku `ew meriv dikare bi derewan jî bêje`. Lê piştî ku ji wê malê famkirin ku PKK`yîyan gotîye me çeka KUK`çîyan jê sitendîye, KUK`çî vedigerin mal.

Tu navê hayê PKK ji wan çêbûye û li pêşîya wan kemîn danîye. Piştî ku KUK`çî dikevin kemînê, PKK`yî bi çekên otomatîk li wan direşîne û yekî ji wan bi sê guleha birîndar dike û direvin.

Dibe sibeh, dikeve pêşîya bavê berpirsê sandîka Halît Akagunduz yê heftê salî ku diçe camîyê, cercûrekê tê de vala dikin û wî dikujin.

Roja din êvarî li ber mala berpirsekî din yê sandîka bi navê Murat Ozbek, kemîn danîn wî û xwarzîyê wî yê 16 salî, her yek bi du gulehan birîn kirin.

Lê KUK`çîyan ne wê gavê ne jî piştî wê, li Serêkanîyê yek guleh jî neteqand.

Gava ku li Serêkanîyê van bûyerana dibin, li deverên din jî yên ku PKK û KUK lê hene, PKK endamên xwe bi çek dike û dixe kemînan. Li Qosar û deverên din jî berê ew bera KUK`çîyan didin, wan birîndar dikin û dikujin. Yanî “starta“ paqişkirina KUK`ê destpêdike.

Tevlî van êrîşan tevan jî, ne tu endam û ne jî rêvebirîya KUK, berdewamîya şerê bi PKK re neparastîye û nexwestîye PKK ji holê rake.
Kîjan şexsîyet û rêxistina ku xwestiye navbêncîtîyê bike û şerê KUK û PKK bisekine, KUK`ê bêqeyd û şert sekinandina şer qebûl kirîye. Lê terefê PKK heta ku karibûne şer bikin, xwe nedane ber lihevhatinê.

Carekê heyetek kalemêrên herêma Mêrdînê û hinek endamên KDP-T yê kevn, ji bo sekinandina şer ketin navbêna KUK û PKK. Berê diçin ba KUK`ê; KUK dibê bê qeyd û şert, em amadene şer bisekinînin. Li ser navê PKK, Kenan (Veysî Guzel) lîsteyek ku ji navê rêvebir û endamên KUK`ê pêkhatîye, dide heyetê û dibê; “heta ku KUK vana teslîmî me neke, em şer nasekinînin!“

Mirovên Kurd ku dan dûv KUK û yên dan dûv PKK, yên ketibûn zanîna bindestî û hêsîrtîya xwe, tenê armanca wan wek endamê her netewê rizgar bibin, serbixwe û azad bijîn. Lê bi giranî nezan, neperwerde û nizanîbûn wê çibikin. Hêvîya xwe û çarenûsa xwe bi rêxistin û rêvebirên xwe girêdabûn. Lê di warê duristî, zanebûn û jêhatîbûnê de nizanîbûn serok û rêvebirên wan di çi rewşê de bûn.

Lê rastîyek li berçavan hey e: Rêvebirîya KUK li hemberî cûnta leşkerî têkçû û li rûmetên xwe û gelê xwe bi her awayî xwedî derneket, yan li gorî rewşa xwe nikarîbû xwedî derketa. Yanî ne amadebû ku bi PKK û dewletê bihev re şerbikirana!

Apo di kirasê PKK de wek li gelê Kurd xwedî derket xwe rêda, yanî ji bo serxwebûna gelê Kurd, dewleta Kurd ya çar parçeyê Kurdistanê yekbûyî dest bi şer kir û gelê Kurd ji bo van armancan îmkan û zarokên xwe teslîmî Apo kirin, lê Apo bû kabûsê gelê Kurd. Apo, weke ku dev ji hemû armancên neteweya Kurd berada, him îdeolojîya Kemalîzmê ya sebebê bindestî û tunekirina gelê Kurd û her xerabîyê ye diparêze û him jî Kurdên welatperwer û fedakar qedand, di dawî de jî êdî vekirî teslîmî dewletê bûye û hemû rûmetên gelê Kurd înkar dike û li gorî daxwaza dewletê tevdigere...

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.