Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 27 October 2008

Ew nivis ji kurd info Hatiye nekilkirin

Fadil Özçelik

[email protected]

Ez naxwazim rêvebiriya başûrê Kurdistanê fam bikim

Başûrê Kurdistanê dîmeneke welat û rêvebiriyeke ji sedsala derbasbûyî nîşan dide.

Ev şanzde-huvde sal e ku kurd xwe bi xwe bi rêve dibin, lê di warê aborî, hiqûq, mafê mirovî, demokrasî, perwerdeyî, tenduristî, sinayî, cotkarî û organîzasyona jiyana civakî de gaveke ku em karibin serê xwe pê bilind bikin, nehat avêtin.

Civaka kurd li ser bingehê dewleteke sivîl nehat bi rêxistinkirin; nêt û hewldanek jî nehat nîşankirin.

Li herêma Bahdînan ji bavê kesekî zêdeye ku gotinekê ji malbata Barzaniyan û PDKê re bike û bêje ku simbêlê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî lê nehatiye.

Bê erênîkirin û şirîkatiya malbata Barzanî û PDKê qezenckirina pereyekî ji hemwelatiyên vê herêmê re heram e.

Xwedê para tijekirina bêrîk û qeseyên xwe daye van herdu terefan.

Ji hemwelatiyan re, wek dema Sedam, tenê li paş deriyan û bi dengekî nizm behskirina rastî, fesadiya gendelî, dizî, tirs, çavtirsandin û bêedeletiya wan maye.

Pirs û pirsgirêk wek li her welatekî totalîter ne di çapameniyê de, lê di rûpelên interneta ku destê rêberiyê nagihêje û nikare bê deng bihêle tên rojevê û bi lêv dibin.

Li herêma Bahdînan rexne li YNKê û Talabanî bê sînor e û qasî welatekî Ewropî azad e.

Li YNKê bidin, li Talabanî bidin; lê li himber PDKê û malbata Barzaniyan guh û devê xwe bigirin.

Hema rewş bi curekî baştir, li herêma soran jî weha ye.

Lêdana PDKê û malbata Barzaniyan serbest e, hemwelatiyên Kurdistanê azadiya xwe ya demokrasiyê bi dilê xwe bi kar tînin. Lêdana Talabanî û YNKê piçekî din hêsantir be jî, ev ne ji ber tolerans û xweşbîniya YNKê û Talabaniye.. Ji ber strûktûr û nakokiyên YNKê bi xwe ne.

Rastiya tal a Kurdistanê ev e û di nav kurdan de bûye sedema du meyilan.

Li gora hin kurdan divê ev yek neyê veşartin, bê rexnekirin û rê li ber bê girtin. Vî gelî 40 salî ji bo van rojan şer nekirin.

Bê deng mayîn sedema domkirina vê pêvajoya ne bi xêr e û xwestikeke dîktator, diz û nêtxiraban e.

Rexneyên li rejîmên dagirkerên Kurdistanê dibin, divê li hikûmet û rêvebiriya Kurdistanê jî bê kirin.

Heta gava mirov ji siyaseta rojane ya ku li ser bingehê demagojiyeke bi pênc pereyan nake dûrtir welat û cîhanê binirxîne, şopandina rêvebiriya Kurdistanê bi kêmasî qasî rejîmên dagirker girîng e.

Bêdengî û çepik lê dayin ne karê mirov, sazî û civakên sivîl e. Pejirandin, serî hijandin karê mirov, sazî û civakên rejîma Stalîn û Hîtler; Xûmeynî û Sedam e ku tu carî xêrek negîhandine welat û gelê xwe.

Terefê ku weha difikire û devê xwe vedike û gotinekê dike an hevokeke veşartî be jî dinivîse ji aliyê terefê din ve pêrgî neqayilbûnê tê.

Ev terefê din, terefê ku parastin û „komîseriya“ başûr ji xwe re kiriye kar, nikare li himber rexneyan raweste, „argumenteke“ ne argument datînin ber me, „ Ne dem e, ev rexneyên weha bi kêrî kurdan nayên. Nuh ji nav şer derketine, kadroyên wan nîne, dewlet bi rêve ne birine, ecemî ne ..“

Ew helwest mistewa û armanca mirov jî dide dest.

Madem ku nezanin, ecemî ne filan û bêvan..

Wê gavê ev nezan û ecemî çawa dizanin mirovan bitirsînin û bêdeng bikin? Ev nezan û ecemî çawa dikarin bi milyon û milyaran perê şêhîdên pêşmerge bidizin; biçin li Tirkiyeyê di himbêza jinikan û qumarxaneyan de xerc bikin?

Bi gotina vî terefê gelekî „hesas“ ev nezan û ecemî çima karin desthilatiya welatekî bi dest bixin û bê hiqûq, li gora dil û berjewendiyên xwe bi rêve bibin?

Li welatê nezan û ecemiyan çend zanîngeh, li van zanîngehan çend mamoste hene; partiyên hene ji çend salan û virde di nav siyaseta navnetewî de ne, dîplomasî û lobî dikin ku „komiser“ dikarin weha bi rehetî dûvikan bi wan xin.

Nezan û ecemî ji çend salan û vir de rêvebiriya welatekî dikin û qet nikarin ji şagirtiyê derbasî hostetiyê bibin?

Rêvebiriyeke bi kêr hatî di 10 salan de welatekî ser û bin dike.

Di 15 salan de em kurd ji şagirtiyê nikarin rizgar bibin, her şagirt dimînin.

Hûn dixwazin vê yekê ji me re bêjin û me pê bawerkirin bidin?

Nezanî û ecemîtiya wan li gel an li dijî berjewendiyên gelê kurd e; divê em kîjanê ji wan hilbijêrin?

Kî ji wan nezan û ecemî ne? Vê jî bi nav nakin.

Ev argument, argumentên rejîmên xwe ji derveyî dinyaya global hiştine, dinyaya global a şefaf neyê hesabê wan in.

Ji bo mirov karibe ji yekî din re bêje, „nezan û ecemî“ divê ew bi xwe zane û tecrubedar be ku bigihêje encameke weha.

Gelo parêzvan û komîserên başûr bi kîja aliyê xwe, bi kîja qebîliyeta xwe karin başûriyan „nezan û ecemî“ ango xwe „zane û tecrubedar“ îlan bikin?

Herkes dikare ji zikê xwe ve biaxive û ji bo vê jî taybetmendiyeke cuda navê. Bi xwe „herkes“ weha ye.

Ev terefê „zana û tecrubedar“ dibêje ku ne dem e û divê em wan fam bikin.

Dibêjin û tenê bi gotina xwe dimînin. Min bi xwe ne nivîskî û ne jî bi devkî heta niha nebihîstiye ku „dem“ kengî ye. Çima ne îro û sibê? Temînata ku sibê wê baş bin çi ye, ew teref temînateke çawa pêşkêşî me dikin? Ên îro rejîmên weha xirab ava dikin, sibê dikarin lêborînekê bixwazin, hesabê xwe bide, pereyê diziye û dest daniye ser li civakê vegerînin û li rejîmeke hemdem vegere? Madem ev qebîliyet pê re heye, çima ji îro dest pê nake?

Îro çima rejîmeke antî demokratîk û sazûmaneke li ser dizî û gendeliyê ava dikin?

Gava serê xwe bi neheqiya li mirovan, dagirkirina bêrîka xwe, bêûcdaniya li vî gelê ku 40 salên dawiyê tiştekî nehatiye serî nemaye, dike „nezan û ecemî“ gelekî „zana û tecrubedar“ in..

Ez nizanim ev teref gelekî saf e; an civaka kurd gelekî ehmeq dibîne ku bi van argumentên ku nikarin zarokekî heft salî îqna bikin derdikevin pêşiya raya giştî.

Lê hûn, „divê em wan fam bikin“ çi dibêjin?

Vî gelî bi deh salan, bi deh hezaran şehîd „ji bo famkirina“ rejîmeke weha da?

Gava dizek têkeve mala kesekî ji vî terefî, gava kesek erebeya wî bişewitîne, gava kesek perê wî jê bistîne, gava yek karibe zorê lê bibe û lê bide ew ê karibe wan fam bike?

Vî tiştî ji ber çi ji me daxwaz dikin?

Kî divê kê fam bike?

Li gora mejî û mentaliteya vî terefî –li gel ku ew bi xwe ne Îsa ne û tu carî kesî efû nakin- divê li cîhanê çiqas rejimên diz û dîktatoran hebin, bên efûkirin.

Li cîhanê çiqas diz, bênamûs, kujer, qebrax, firoşerên narkotîkê, bazirganên jin û zarokan hebin bên famkirin û efûkirin.

Divê Ergenekonciyên tirk bên famkirin û efûkirin.

Divê Sedam jî bihata famkirin û efûkirin, rejîma Îranê, Beesiyên Sûriyeyê, Hîtler û Stalîn, artêş û dewleta tirk jî bên famkirin û efûkirin..

Gava tu yê xwe fam bikî û efû bikî, lê serê sucdarên eynî sucî yên derveyî xwe bifirînî dê tu yê baweriyê nede kesî û tu pîvanek di destê te de namîne ku tu karibî li himber tiştekî an hinekan rawestî.

An me re herkesî fam dike û efû dike, an ne tu kesî.

Li welatên demokratîk herkes, serokwezîr û hemwelatiyek li himber yasayan wek hevdu ne; li welatên totalîter yasa ji bo cezakirina belengazan, rebenên bêpişt e.

Di salên 70yî de li Tirkiyeyê di televîzyonê de reklameke Osmanli Bankasi dihat weşandin. Bi senfoniya Mozart, „Rondo Alla Turca“ weha dihat gotin, „Aslinda yok birbirimizden farkimiz, ama biz Osmanli Bankasiyiz- Bi xwe di navbera me de cudatiyek nîne, lê em Benqeya Osmanlî ne“. Niha li me kurdan weha bûya.

Ji bo mirov karibe li himber siyasetekê raweste divê gavekê jê pêşdetir be. Pîvan, mejî, raman, norm, moral û mentalite wek a reqîb an „dijmin“ be, an jê kêmtir be her tişt bê wate dibe û herkes dibe, „Osmanli Bankasi“.

Ez ditirsim bi giştî li me kurda weha hatibe û me şansa xwe ya serkeftinê, serkeftineke bi cîhana sivîl re entegre wenda kiribe.

Gotina dawî.. Siyaset rant e! Li başûrê Kurdistanê jî ya tê kirin ev e. Tu kes ne nezan û ne jî ecemî ye eyyyy hevalên zana û tecrubekar ên ku dixwazin wan fam bikin. Pirs ne ew in; hûn bi xwe ne.

Em tirk, ereb, faris û kurdên li himber dagirkiriya wan li ber xwe didin;

Em tirk, ereb, faris û kurdên li himber dagirkiriya wan li ber xwe didin; em hemû bi hevdu re „Osmanli Bankasi“ ne..

27.10.2008

bi hevdu re „Osmanli Bankasi“ ne..

27.10.2008

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.