Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 26 August 2008

[b]Hovîtiya rejîma Sûriyê li dijî kurdan didome[/b]

Berî bi hefteyekî endamên istixbarata rejîma dîktator ya Esad li Sûriyê, siyasetvanê kurd Mişel Temo revandibû. Temo, dixwest bi timobila xwe here serdana Prof. Aref Dalilah li Latkiyê. Dalilah berî demekê ji zindanê hatibû berdan.

Temo di sala 1957 an li gundek Dirbêsiyê hatiye dinyê. Ew li bajarê Qamişloyê dijî.

Ew bi xwe muxalifê rejîmê ye û rêvebiriya hereketa pêşverû li başûrê biçûk dike. Her wisa niwênerê hêzên hevkar yên kurdan, Yekîtî û Azadî ye. Ew ji bo pêşketina xebatên civakî di komîteyan cî digire û dixebite.

Niwênerê Partiya Yekîtiyê li Londonê Xelîl Xelef, li ser girtina Temo nerazîbûna partiyê bi beyanekê anî zimên:

Girtinên wisa kêfî û bê hiqûqî nikare bê pejirandin. Ji girtina Temo hikumata Sûriye mesul e. Hikumeta Sûriyê çalakiyên li dijî mafê mirovan û yên neînsanî pêk dihêne. Her wisa, em, neheqiya li dijî sekreterê partiya Çep ya Kurd Muhamed Musa jî protesto dikin. Pêwîst e Musa û kesên ji ber dîtinên xwe hatine girtin, bê şert û merc bêne berdan.

Rejîma Sûriyê, dixwaze li Kurdistanê, li ser xaka kurdan, kurdan ji holê rake. Tu mafê nade wan. Li dijî nasnameya kurdan tevayê rêyên neînsanî bikar dihêne. Helwest û hovîtiya hikumeta Sûriyê û şehadeta Şêx Maşuq Xeznawî îşaret û delîlên herî mezin yê rejîma hov ya Sûriyê li dijî kurdan e.

Daxwaziya me ji UN-Yekîtiya Netewan, dezgehên mafê mirovan û revebirên welatên rojava yên demokart ew e ku, ji bo piştgiriya azadiya kurda û parastina mafê wan yên mirovahiyê, li dijî rejîma Sûriyê bê deng nemînin û zordariyê li ser rejîmê zêdetir bikin.

[b]Eurokurd.net[/b] – [email protected]

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.