Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 28 August 2008

[center][size=x-large][color=#CC0000]Hesen Huseyin Denîz[/color][/size][/center]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/hesenHusenDenizWene1.jpg[/img]
[/center]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/hesenHusenRoman1.jpg[/img][/center]

Naveroka Romanê li serbingehê di şert û mercên mirinî de jî be, hêviya jiyînê neqedîne û her zindî bike, bi vî awahî jiyanê bi dest bixe hatiye sazkirin. Bi giştî ji bo têkoşîna gelê kurd, bi taybetî ji bo lehengê romanê grîngiya hêviyê tîne ser ziman.

Komek gerîlan ji sedemên zor û zahmetiya têkoşînê, di cihekî ne rewa û ne di demê de bi hêzên artêşa tirk re dikevin şer. Di vî şerî de hêza gerîla windahiyên giran dide. Cihê lê ketine şer qûntara Kêla Memê ye. Asê û bilind e. çend gerîlan jî birîndar dibin. Lehengê romanê jî ji lingê xwe birîndar dibe. Ji bo ku hestiyê lingê wî dişikê, hevalên wî yên sax mane nikarin wî bi xwe re bibin. Ji xwe hêzên dijmin dor li wana pêçane û ji bo îmhakirina wan tevdigerin. Bi êvarî re gerîlayên mane dixwazin çeperê qut bikin, lê ji ber ku nikarin kesekî hilgirin pêwîst dimînin lehengê romanê di nava çepera dijmin de bi qedera wî ve tenê bihêlin. Esas di rewşeke mirinî de dihêlin û bi vê sedemê dixwazin ku ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeyekê bigre ser xwe û dawî li jiyana xwe bîne.

Lê lehengê romanê di hiş û ramana xwe de ji hevalên xwe cudatir difikire û xwediyê hest û ramanên cudatir e; ew dibêje; `Ger mirineke min hebe, bila bi destê dijmin be, ez bi destê xwe dawî li jiyana xwe naynim, xwe bi erzanî naxim destê dijmin jî; ezê li ber xwe bidim; hêvî hîn bi dawî nebûye!`

Roman ji vir û şûn de bi berxwedana lehengê romanê yê ku tevî nikare bimeşe û dor lê hatiye pêçan, bê çawa mejiyê xwe bi kar tîne û xwe ji çepera dijmin derdixîne, pişt re çawa hivdeh rojan bê xwarin û bê derman bi tena serê xwe di bin keviya berfekê de, li hêviya hatina hevalên xwe dimîne didome.

Di van hivdeh rojan de lehengê romanê him di kesayeta xwe de, him di warê rêxistinî, têkoşîn, jiyan,hest û di gelek waran de lêpirsîn û mûhasebekirinan dike. Jiyana xwe bi başî û nebaşî tîne ber çavên xwe, hêvî, daxwaz, armanc û xebatên xwe bi xwe re gengeşe dike...

Ji her alî ve, him di romangeriya kurdî de û him jî di romannivîsiya wêjeya gerîlan de bi vegotineke nû ya herak, dewlemend û xweşbûna zimanê kurdî derdixe ber çav hatiye nivîsandin. Romana `Hêvî Her Dem Heye` bi berga xwe ya yekem bi îdîayeke ku tama vegotina wêjeya kurdî bixe bin zimanê xwendekaran tê ber destê we. Nivîskar li hêviya xwendin û rexnekirinên we ye ku bikaribe dest bi berga duwem bike...

http://www.kurdishbookbank.org/hesenHuseyinDeniz.htm

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.