بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Evîna Mêrxasekî - Ibrahim Osman

Submitted by Rêvebir_E on 19 July 2010

Evîna Mêrxasekî pirtukekî giranbûha ya Ibrahîm Osman e. Bê gûman gelik pirtûk hene encama ked û xebatekî gelekî berfireh û ya sala ne. Her pirtûk bi kedê di afire û pê dighêje lê hindek jê gelik çavkaniyên cûrbecûr û tevgerekî bê hempa dixwaze. Ev pirtûka Ibrahîm Osman jî pirtûkekî bi vî rengî giranbûha ye. Bi kinî nivîsa pişa pirtûkê naveroka wê derdibire.

------------Nivîsa ser pelê wê yê piştê------------

Bûyera ku bûye mijara vê romanê, ne ji encama xeyalperestiyê û ne xwerû ji çîrokekê hatiye hûnandin. Bûyer serpêhatiya destana lehengiyê ye û qewimiye. Encama gelek lêkolînên ku ez gihiştimê, bûyera ku bûye sedema strana Dewrêşê Evdî, li derdorê salên 1784 an qewimiye. Wê heyamê, li herêma Wêranşarê, navçeya Ruhayê, eşîra Milan gelekî mezin e. Hewil dide serbixwe bijî. Lewma bac û qemçûrê nade dewletê û di navbera wî, Erebên Gêsan û Turkmenan de nakokî hene. Sultanê dewleta Osmanî Evdilhemîdê I. wê demê li ser text e. Sutan Evdilhemîd ji Temir Paşayê Milî bi tirs û fikar e. Sedemeke din jî ev e ku Osmnaiyan hêza xwe ya li Ewrûpayê winda kiribû, di destên wan de bi tenê gel û eşîrên Rojhilat mabûn. Sultan, ji bo ku berjewendiyên dewletê bigire binê demanê, destekê dide Ereb û Turmenan, yekîtiya wan ava dike, êrîşî terş û talanên eşîra Milan dikin. Ji sedema êrîş û talanan serweriya Temir Paşa dikeve metirsiyê. Dewrêş evîndarê Edûlê ye û ji sedema bend û astengiyên olî û eşayirî nikare bigihîje destgirtiya xwe. Lewma, ji bo xatirê ku bighîje hezkiriya xwe Edûlê, Dewrêş li gel yanzdeh hevalê xwe dadikeve qada şer û dibe cangoriyê evîna xwe.

Ji bo kirîna pirtûkê: www.kurdewari.com