بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Turkiman dijberê serjimêriya Kerkûkê ne

Kerkûk, 27 Tîrmeh (AKnews) – Aliyên Turkimanî yên Parêzgeha Kerkûkê di civînek çapemeniyê de, derbarê serjimêriya giştî ya akinciyên Iraqê, nerazîbûna xwe li hemberî meşandina serjmêriya di vê parêzgehê de nîşan dan.

Serokê Saziya Civaka Şaristanî ya Turkimanî ya Iraqê Qasim Qazançî di civînek çapemeniyê de ku peyamnêrê AKnewsê jî amade bû, wiha got, “Pêkanîna serjimêriya akinciyan karekî giring e û dibe sedema cihgirbûna zanyariyên durist û derfetnedana bi destkariya di berjewendiya tu aliyek hevrik ku hewla vederxistina rola Turkimanan didin”.

Qazançî wiha pê de çû, “Pêwîste serjmêriya akinciyan di rewşek hejî û piştî cîbicîkirina xala 23’ê û rakirina tev binpêkirinan ku bûye sedema guherîna cografiya bajar, bête pêkanîn”.

Ji bal xwe ve Endamê Civata Turkimanan Xazî Ebdulmecîd wiha diyar kir, “Ew sedemên ku berê wiha akinciyên bajar kirbûn xwe wekî netewek din tomar bikin, nemane”.

Her wiha Serokê Partiya Turkiman Îlî Riyaz Sarî Kehiye wiha destnîşan kir, “Em daxwazê ji hemû hêzên siyasî yên Turkimanî dikin ku pabendî helwesta neteweyî ya yekgirtî bin derbarê pirsa serjmêriya giştî ya akinciyan ku biryar e Cotmeha dahatî li seranserê welat de bête meşandin”.

Li hember de Endamê Lîsta Kurd ya Civata Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji AKnewsê re wiha daxuyand, “Serjmêriya akinciyan di her welatekê de karek şaristanî û pêwîst e, lewma pêwîste ew pêvajo bête pêkanîn bi merema nehêştina hinek pirsgirêkan wekî budçe, proje, berfirehkirina bajar û dabînkirina pêwîstiyên sereke wekî av û elekterîk, lê hinek alî hewla rêgirtin li meşandina pêpêvajoyê didin”.

şm AKnews
http://www.aknews.com/ki/aknews/4/167949/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.