بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Salvegera 107. Salîya Rojnamegerîya Kurdistan Pîrozbe.

Îro salvegera Rojnamegerîya Kurdistane, kû pêş 107 sal, li sala 22 Nîsan 1898 li Paytextê Misir Li Qahîre ji alîyê Miqdat Mîdhat Bedirxan dest bi weşani kir. Di wan rojên sext u tarîda, Malbenda Bedirxanîya bir derxistina Rojnama Kurdistan rêyek geş u ronahi ji bo Rojnamegerîya Kurdistan u ji bo bi hêzkirina doza Azadî u Serxwebuna Kurdistan vekir.

Bi guman di pêşketin u hişyarkirina civak da rola Rojnamegerî bê hempaye. Rojnamegerî li alîyek ji bo daxwazîya mafê mirov, mafê netewî, azadî u pêşketina demokrasî rêberî dike u li alîyên din jî ji po pêşketina çand, vêje, ziman…devrekî wîyê mezin heye.

Rojnamerîya Kurdistan her çika temenekî wîyê dur u dirêj heye u bi zimanê Kurdî hatîye çapkirin jî, li mixabin îro li Bakurê Kurdistan em nikarin bi asanî bivêjin kû Rojnamegerîya Bakurê Kurdistan seda sed gihîştîye armancên xwe.

Çawa pêş 107 sal ji ber zor u sîtema dagirkeran yekem Rojnama Kurdistan li dervayê Welat derketîye, îro ji zor u zordarîya devleta Dagirker a Tirkîyê bê westan berdewame. Dewleta Tirk bi hemu derfetîn xwe asteng ji bo Çapemenî u Rojnamegerîya Kurdî derdixe. Dewleta Tirk baş dizane kû Ragihandin, Çapemenî, Rojname, Kovar…hwd çi tesîra wî liser civak heye, ji ber wî her dem bi hêrîşek hovane tê ser Rojnamegerîya Kûrdi.

Her çika li bakurê Kurdistan ji ber astengên dewleta dagirker, dewleta Tirk, Rojnamewaniyame pêşneketi be ji, pir lawaz jî nîne. Lê pêwîste em rol u erkên xwe bi şîveyek xurt bi cîh bînên u hewl bidin ji bin tesîra zimanê dagirkeran derkewn u bizimanê pîroz, zimanê Kûrdi bikin bingehên xwe. Xebat u hestê netewî, doza Serxwebuna Kurdistan giridayî Rojnamewanîya Kûrdiye.

Carek din, salvegera 107 saliya Rojnamegerîya Kurdistan em wek Newroz. Com pîrozdikin, Mîqdat Mîdhad Bedirxan u Malbenda wî bi bîr tînên u li ber hemu xebatkar u şehîdên rojnamegerîya Kurdistan u Dinyayê rêz digrin.

Newroz. Com

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.