بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

LI MIN BIBORE, MAM CELAL, EZ HÎN JÎ PIFÎ MÊST DIKIM, JI LEW RE …

Li min bibore, Birêz Mam Celal, ez hîn jî pifî mêst dikim, ji lew re ev çend roj in ku ez her çiqas bi hilbijartina cenabê we bo Serokkomarîya Iraqê ?a û bextiyar bim jî, dudilîyek bi min re peyde dibû.

Li ba me dibêjin ‘VÎ MASTÎ HÎN DI ?ÎRTÎYA XWE DE DEVÊ MIN ?EWITANDIYE’. Ango berê ?îrê germ vexwariye, dev ?ewitîye, êdî ji tirsa pifî mêst jî dike.

Ê min jî ew hesab bû; dema ku min dît ku Mam Celalê Kurdan wek nûnerê hemû Ba?ûrê Kurdistanê posta herî bilind a dewleta Iraqê bidest xistiye, bê guman la? û giyanê min bi co?, ?abûn, heyecan û hêvîyeke nedîtî tije bû, û vê nûçeyê li gel Kurdên seranserê dinyê ez jî xistim nav serbilindî û dilge?îyeke bêhempa.

Lê belê dîsa jî divê mukir bêm, ango îtiraf bikim ku ev çend roj in min dikir nedikir destê min nedigirt ku ez jî wek gelek Kurdên din bi çend rêzan ?abûna xwe bînim ziman û vê serketinê li we û hemû Kurdan pîroz bikim. Ev raman di serê min de diçû û dihat: Gelo me vê carê ba? pifî mêst kiriye? Gelo wê berdêleke vê destketîyê hebe û ku hebe wê çi be? Kerkûk, Pê?merge, çi? Gelo çima dost û dijmin hemû bi hev re ?abûyî xuya dikin û pîrozbahîyê dikin? Hwd.

Bê guman herî ba? ti?tek dikane ji van pirs û dudilîyan re bibe bersîv; ew jî ew e ku hun bi xwe vê serketinê çawa dinirxînin. Ev çend roj in ku ez li benda vê bûm; min dixwest ez ji devê we bibihîzim ku hun vê pêngavê çawa dibînin.

Dawîyê min di rojnameya ‘Aso’ de ev gotinên we dîtin:
‘POSTA SEROKKOMARÎYÊ ?EREF Û PRESTÎJEK E, LÊ BELÊ NE XELATEK E. XELATA ME PÊKANÎNA HEMÛ DOZ Û DAXWAZAN E KU BI HEZARAN ?EHÎDAN JIYANÊN XWE YÊN GIRANBIHA JÊ RE FEDA KIRINE.’

Aha wê gavê dilê min yekser ket cîh, fikar ji serê min bidûr ketin, Mam Celalê hêja. Ez ê van gotinên we di mejîyê xwe de xwe? bikolim û hêvî bikim ku hemû Kurd van gotinan ji bîr nekin û xebata we ya hêja di vê perspektîfê de bi?opînin.

Pîroz be, Mam Celal, ev serketina we li we û me hemû Kurdan pîroz be û bila bibe pêlikek zexm di dirênceka pîroz a têko?îna rizgarkirin û avakirina Kurdistanê de.

Rojan

Brayê B?rêz Rojan, M?n gotara te xwend. Ez dizan?m hezaran Kurdên d?îsoz û welat evîn wekî te difirin. Ez jî yek ji we me... Ez jî ew ?ik û du diliya parvedikim... Di dîrokê de gellek soz û peyman dan me.. Gotin em bira ne "hevparin" (salên 1920'an de li Tirkîyê û 1958 û 70 Lli Êraqê) di dawîyê de em hatin enfalkirin û bûn hedefa çekên kîmyevî.... Ji ber vê yekê jî pêwîste em pifî mast bikin û du dil bin. Wê dema ez Kurdî dinivîsim ez dibim ez.... ?evba? Rojan , ?evba? .... Hêj hevalan çareserîk dijî êri?en Tirkan li ser Newroz Comê nedîtin... Ez berxwedidim..... serhildan jî tê

Birêz Rojan, birastî lî ser gotar û nivîsa te destê mirov nagerê kü mirov gelek tista bi nivîsê. lê ez bahwerim ew tistê te nivisîne û gotine têre me kurda hemü ya dikin. te bedêlîya me jî kirîye destê te saxbê. ez, jî dil û can wê evîne di dilê tede li hev par dikim û di bêjim gelek Rojên bi sewq li benda mene. ger mirov ji bo xwe kar bikê ne ji bo xelkê. bi hêvîye kû Serkeftin ya gelê mebê. li gel rêz û silavên germ Azad

Ji we herdu birayên hêja re pir sipas dikim bo lê zêdekirina ramanên xwe. Her weha pir dilxwe? im ku hest û nêrînên me di?ibin hev. Mam Celal karekî zehf giran hildaye ser milên xwe, mêzîna vî karî ji ya zêrfro?an jî divê ziravtir be. Ew jî û em gi?t jî dizanin ku ?ehîdan jiyana xwe ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe dane, îcar ger xelata me wê pêkanîna wê dozê be, divê serokkomarîya Iraqê jî ji bo wê dozê bê bikaranîn, ne ji bo lehîmkirina Kurdan bi Iraqê. Ji Mam Celal re qawet û emrê dirêj dixwazim, bi rastî ev mêzîn zêde zirav e, divê em gi?t ji alîyekî ve pi?tgirîya wî bikin ku bi ser bikeve, ji alîyê din ve jî wî bi rexne û hi?yarîyên pozîtîv her tim hemet bikin ku ço ne li dijî berjewendîyên Kurdistanê yên pîroz, lê di lehê wan de bê tewandin. Silav û Rêz Rojan NOT: vekirina newroz.com pir zehmet bûye, divê bi dehan caran biceribînim heta ku vebe, lê xem nake, ji înada wan em ê jî bi dehan, sedan caran biceribînin û vekin, bixwînin û binivîsin tê de

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.