بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kurd hewl didin berpirsên Sûriyê li Ewrûpa bidin dadgehê

Rudaw.net -Besam Mistefa - Hewlêr: Çalakvanên Kurd ên Sûriyê li Ewrûpa hewl didin gilînameyên tawanbarkirinê amade bikin ji bo vekirina dozan dijî efserên ewlekariyê û berpirsên bilind ên dewleta Sûriyê li ba dadgehên Ewrûpî bi tohmeta encamdayîna kiryarên kuştin û îşkencekirina heta mirinê dijî çalakvanên Kurd li Sûriyê.

Ew çalakvanên Kurd niha doseyên yasayî amade dikin derbarê kiryarên kuştin û îşkencê, herwiha navên efser û berpirsên Sûriyê yên ku fermana cîbicîkirina van kiryaran dane. Di nav doseyê de serhildan û komkujiya Adara 2004’an li Qamişlo ku tê de bi dehan Kurd bi fermana aliyên siyasî û ewlekarî yên bilind hatine kuştin.

Herwiha çalakvanên Kurd dixwazin doza Cîgirê dezgeha lêkolînên Îslamî ku endamê Meclîsa Gel (Parlamen)ê Sûriyê, Mihemed Hebeş, serokê wê ye, Şêx Maşûqê Xeznewî li dadgehên Ewrûpa vekin. Tawaneke din jî kuştina 3 ciwanên Kurde di ahengên pîrozkirina Newroza 2008’an li Qamişlo û bûyerên Newroza 2010’an li bajarê Reqa ku çend Kurd hatin kuştin, birîndarkirin û girtin.

Çalakvanên Kurd dixwazin çend berpirsên Sûriyê bidin dadgehê. Yekem berpirsê beşa ewlekariya serbazî yê berê li Qamişlo, Lîwa Mihemed Mensûre ye ku nêzîka 20 salan navçeya Cezîrê bi awayekî tund birêve dibir û piştre bû serokê şaxa ewlekariya siyasî li Sûriyê. Kesê dûyem jî Parêzgarê Parêzgeha Hesekê yê berê, Selîm Kebûl e, ku di sala 2004’an de di serhildan û komkujiya Qamişlo de, fermana teqekirina li xwepêşanderên Kurd dabû. Kesê din jî Serokê beşa zaniyariyan li Rêveberiya îstîxbaratên giştî yên Sûriyê, Lîwa Zuhêr Hemed e.

Yek ji amadekarên vê projê ku jiber sedemên ewlekariyê nexwest navê wî bê eşkerekirin ji bo malpera Elaph ragihand ku "kar bi awayekî zêde tê kirin ji bo bicîhkirina proseya vekirina dozên yasayî û komkirina doseyan û bihêzkirina wan bi hejmareke zêde ya îspat û belge û delîlên ku hebûna destê van efser û berpirsên ewlekariyê di wan bûyerên xwînrijî û kuştina Kurdan de piştrast dikin, lê diyar kir jî ku ev dosiye pir dijwar û aloz e." Çalakvanê Kurd herwiha da zanîn ku hinek efser û berpirsên ewlekariyê yên Sûriyê bi awayekî organîzekirî serdana Ewrûpa dikin û bi taybetî London, Paris û Brûkesl û got "Emê li hêviya wan bin ji bo ku di dema pêwîst de gilînameyan dijî wan tomarbikin."

Çalakvanê Kurd destnîşan kir ku hejmareke rêxistinên mafperwer ên Ewrûpa amadeyiya xwe pêşan dane ji bo hevkarîkirina wan û dabînkirina xerciyên vê projê bidin ji bo ku dadweriya Ewrûpî bikare wan bingeh bigre: "Baweriya me bi dadweriya Ewrûpa heye, hinek dewletên ku peywendiyên wan ligel dewletên Ewrûpî pir bihêz in dozên yasayî derheqê berpirsên xwe vekirine. Dosiyên ku em li ser wan kar dikin wê ji aliyê kes û karên qurbaniyên ku hatine kuştin yan kesên ku bi xwe rastî lêdan û îşkencê li Sûriyê hatine pêşkêşî dadgehên Ewrûpa bên kirin."

Berpirsê Ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Elpartî), Nûrî Birîmo, ji bo Rûdawê got: "Em daxwaz ji Kurdên Sûriyê li derve dikin rola xwe bilîzin. Ev mijar hê di qonaxa lêgerîna li dokumentan de ye û bê guman pir zehmet e jiber berpirsên Sûriyê hesabê her tiştekî kirine. Dadgehên Ewrûpa daxwaza belge û delîlan dikin û ev belge di destê ti kesî de nînin." Birîmo ku niha li Başûrê Kurdistanê dimîne got: "Di navbera me û amadekarên çalakiyê de hevkarî heye û ger belge û dokument hebin wê bigihin destê wan lê bi baweriya min ev ne babeta medya ye, diviyabû bû bi nehênî ev kar birêve biçûya." Lê tekez kir ku bidestxistina belgeyan pir dijware: "Bi taybet derbarê kuştina leşkerên Kurd û kesên ku li jêr îşkencê dimirin.

Navborî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê amadekarên çalakiyê ji tawanên beloq û eşkere destpê bikin ji bo bigihin encamekê û divê mirov xwîna xwe li erdê nehêle û bide pey mafên xwe. Derketina van pirsan di medyayê de dihêle ku berpirsên Sûriyê agahdar bibin û xwe ji vî karî re amade dikin.”

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.