بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hevpeyvîn ligel birêz Husên Duzen li ser bûyerên Iraqê û Başûrê Kurdistanê

Aso Zagrosi: Di 10ê Hezîrana 2014an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we jî di derheqê van bûyerên dawî de bizanin?

 

Husên Duzen: Berî her tiştî ev bûyer berdewamiya nakokiya di nav Sunne û Şîîyan de ye. Rastiyeke din jî ew e ku desthilatdariya Beğdayê piştî rejîma Saddam gelek tadayî li Sunneyên îraqê kir. Çi bigre ew ji tevahiya mafên wan bêpar hiştin. Vê yekê nerazîbûneke mezin di nav şêniyên sûnne de pêk anî. Ka bê çi faktorên şênber hiştin ku DAÎŞ bi razîbûna sunneyên Îraqê vê êrîşê pêk bîne hîn ne ewqas eşkere ye.

 

A. Zagrosi: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin?

 

H. Duzen: Em ji daxuyaniyên serok Barzanî fêr dibin ku kurdan bi xwe berî bi demekê ev xeter dîtibûn û Malikî agahdar kiribûn. Ez bawer nakim ku hayê Amerîkayê bi rastî jî ji van planên DAÎŞÊ tune bû; dibe ku hebû lê sersarî kir an xwest pê planekî xwe yî din pêk bîne. Ji min ve xala dawî rastir xuya dike –wek ku ez di pirsyara cenabê te de jî wê dibhîzim-. Amerîka her dixwest ku Malikî bi sunneyan re kar bike. Ji ber serhişkiya Malikî, Amerîkayê gelek caran pê da zanîn ku ew ê ji bo siyaseta wî nebin pişgir û nebûn jî. Piştî êrîşên DAÎŞÊ û têkçûna artêşa Îraqê li derdora Musilê, desthilatdariya Malikî alîkarî ji Amerîkayê xwest, lê Amerîka bê deng ma. Hatina wezîrê derve John Kerry berî bi çend rojan bo Bağdayê jî nêta Amerîkayê eşkere kir; Kerry dixwest ku desthilatdariya Kurdistanê şandekê bişîne Beğdayê û li wir ji bo Îraqegeke yekbûyî danûsatndin pêk bên. Kurdan ev daxwaz nanîn cîh û Kerry neçar ma ku bê Hewlêrê. Li hewlêrê jî Kerry bi şêweyekî germ nehat pêşwazî kirin. Herweha zîrektiyeke mezin a siyaseta kurdan bû ku serok Mesûd Barzanî li gel nûnerên partiyên din bi Kerry re civiya û helwesta kurdan î yekdeng nîşanî wî û dunyayê kir.

 

A. Zagrosi: Sala 2016an dibe salvegera 100 mîn a ku Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot”ê di nav xwe de par vekiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?

 

H. Duzen: Peymana “Sykes picot” hîngê li gor berjewendiyên Fransa û Engilîstanê hatibû pê. Piştre jî ji bo çarperçebûna Kurdistanê bû bingeh; neheqiyeke mezin li kurdan hat kirin. Li gel tekoşîna wan î bi dirêjahiya salan jî kurdan, derfeta ku vê neheqiyê ji holê rabikin nedîtin. Mixbin li gel hoyên guncav î heyî jî kurd tu hêviyê nadin min ku karibin di demeke nêzîk de peymana “Sykes picot” biçirînin. Qederê ez dibînim dê rewşa van bîst sîh salên dawiyê dom bike, lê belê ger çewtînin mezin nekin dê kurdên Başûr karibin dewleteke serbixwe an jî dewleteke kurd î ku bi ya şîî û sunneyên Îraqê re di konfederasyonekê de bin, pêk bînin. Ev jî dê şêweyekî din î xwerêvebirinê be û nêzîkî statuya dewletke ser bi xwe be. Qe nebe kurdên Rojava jî karîbana xwe ji bin bandora hêzên heremê yên mîna Sûrî û Îranê derxistana û mil bidana ber kurdên Başûr hîngê mirov ê kariba bahsa dirandina peymana li jor bahsbûyî bikira. Niha wer xuya ye ku bi serkefitina kurdên Başûr dê beşek ji peymanê bêbandor bimîne û karekî bide ber kurdan ku vê peymanê û tevahiya encamên wê ji holê rabikin. Dibe ku dirandina wê ji alî kurdan ve hew pêwist be jî.

 

A. Zagrosi: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?

 

H. Duzen: Divê bi şêweyekî aktîf tev li şerê desthilatdariya Malikî î DAİŞê nebin; bi tu şêweyî tev li şerê mezhebî nebin. Rûdanên van rojan rê didin ku tevlênebûna şer jî ne hêsan e. Heta ku ji Îranê tê hewl dide ku kurdan jî bi xe nav şer. Ne DAÎŞ ne jî komên din î sunneyan dostên kurdan e; têkiliya wan bi turkiyê re heye û turkiye jî li gel pêywendiyên wê yên bi Başur re jî tu carî ne dixwaze dewleteke kurd bê damezirandin ne jî dixwaze Kerkûk bikeve ser Kurdistanê. Qederê ez dibînim li derdora PDKê şêwirmendên zehf zana hene û kadroyên wan î siyasî jî zîrek in. Ez rewşa tevgera Goran baş nizanim. Tiştê şikê bi min re çêdike YNK e. Xuya ye ku hin ji kadroyên wê bi Îranê re di têkiliyê de ne. Di van rojên şer û hasas de divê kurd bi yek dengî tev bigerin. Serok Barzanî bi şêweyekî zehf aqilane tev digere. Argumanên di peyamên xwe de belav dike li gor huqûqê navnetewî ne. Bi kurtahî divê kurd vê helwesta xwe dom bikin û rojekê berî ya din referandûma ku dixwazin pêk bînîn; ne referandûmeke ji tevlêbûna heremên li derveyî statuya heyî, lê belê referandûmeke ji bo destnîşan bike bê kurd dixwazin dewleteke ser bi xwe damezirînin an bi Îraqê re bimînin. Ka bê piştî referandûmê kurd wî mafê xwe yê serxwebûnê bi kar bînin an na ne babeta gotûbêjên berî referandumê ye.

 

A. Zagrosi: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞê bike, ewb ê “xizmeta şervanên Şîîyan bike“. Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de “ev şer ne şerê me ye“ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ewê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne?

 

H. Duzen: Helwesteke bi xwe bawer pêwist e. Divê kurd baş zanibin ku bêdewletbûna wan a heta niha ne bê sedem e. Li gel tekoşîneke bi dirêjahiya salan jî heta niha nikarîbûn dewleteke serbixwe damezirandana. Niha dewleta kurdan zehf nêzîk bûye. Ne piştî ku dewlet hat damezirandin lê belê ji niha de divê zanibin ku butçeyeke mezin ji bo parastinê, yek jê meztir jî ji bo perwerdeyê pêwist e. Karê sereke yê li pêşberî kurdan yekirina hêzên pêşmergeyan e. Pêşmerge zehf xurt in û xwedî moralekî bilind in. Ger em hoyên pêşerojê yên di pirsyarê de jî bidin ber çav pêdiviya Kurdistanê bi artêşeke xwedî disiplîn û ji bo her mercan perwerdekirî heye. Min got ku şêwirmendin baş li dor rayedarên kurdan hene, divê giringiya vê jî her li ber çav bê girtin. Di dîrokê de gelek caran ji kêmasiya şêwirmendên zîrek kurdan wenda kiriye. Piştî ku ev hemû hebin, kurd dikarin li gor rewşê tev bigerin. Heta niha baş tevgeriyane. Piştî ku bi referandûmê biryara gel a ji bo serxwebûnê xistin dest xwe, divê li benda kêliya guncav bin. Ya giring ne hema çawa be jî dewleteke serbixwe damezirînin, lê belê baş binirxînin bê dewleteke serbixwe ji bo bidestxistin û parastina axa kurdistanê ya pîroz baş e an dewleteke konfederal bi sê dewletêncûda pêk hat.

 

A. Zagrosi: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo “tekoşînek hevbêş dijî terorê“ û “rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan“ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin?

 

H. Duzen: Bi min wisa tê ku daxwazên kurdan î ku rasterast ji Beğdayê bikin nemane. Di cîvîna yekemîn ya parlemtoya Bağdayê de jî doh pêr ev eşkere bû. Piştî nîv saetê cîvîn hat rawestin û mebûsên kurd hew beşdarî civînê bûn, lema civîn pêk nehat. Kurd bahsa serxwebûnê dikin, di wê civînê de jî endamê parlemana îraqê Kazim el-Seyadî ji partiya Malikî, serok Mesûd Barzanî wek mezintirîn xayin û ajan bi nav kir. Di vê rewşê de tu mercên bi hev re rêvebirina dewletekê nemane. Wer xuya ye Amerîka jî van rojên dawî ev fam kiriye berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psakî, berî bi du sê rojan di çapemeniyê de got: „Em naxwazin Iraq perçe bibe lê gotina dawî dê iraqî bixwe bikin.“ Her weha berpirsyarê CIA general Michael Hayden ragehand ku divê Amerîka pişgiriya kurdan bike. Ev dengên piştî serdana Kerry bo Beğdê û Hewlêrê nîşan didin ku Amerîka jî helwesta kurdan baş fam kiriye. Qederê ez dibînim dê tenê di yeketiyeke konfederal de kurd û Beğda karibin bi hev re di pêywendiyê de bimînin. Heta hîngê jî karin li pêşberî kurdan hene, divê ew bêtir li ser wan hûr bibin. Parastina axa bidesxistî, amadekirina referandûmê û xurtkirina yekitiya navxweyî. Qederê ez dibînim, Amerîka bi xwe ne piştrast e bê dê karibe bi enerjî û demeke bi bisînor yekitiyeke kurd, sunne û şîeyan pêk bîne an na. Kurd jî vê zanin û bi zîrekî hewldidin ku helwesta Amerîkayê ji bo xwe guncav bikin. Di demke ku heyeteke kurdan li Amerîkayê bû ji bo ku hizrên xwe pêşkêş bikin de serok Barzanî got emê bêyî ku em ji Amerîka û Îranê bipirsin, emê referandûmê pêk bînin. Ev hemû rê didin ku siyaseta kurdan baş dizane bê çi dike.

 

A. Zagrosi: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?

 

H. Duzen: Na. Berî herkesî serok Barzanî, zehf eşkere got ku maddeya 140 hatiye pêkanîn. Rast e, tu carî di dîrokê de mîna niha kurd nêzîkî dewletbûnê nebûne, lê belê rastiyeke ji vê meztir heye: Kurd di tevahîya dîrokê de ewqas bi zîrekî tev negeryane. Ji tevahiya dunyayê re, vekirî bi zimanekî zelal dibêjin bê ew çi dixwazin. Ji ber ku di warê huqûqê navnetewî de xwedî agahdariyin bingehîn in û xwedî kadroyên ku wan agahdariyan pêşkêşî raya giştî bikin, daxwazên wan li tevahiya dunyayê bi şêweyekî erênî tên pêşwazî kirin. Bextewariya kurdan î herî mezin ew e ku serokê wan siyasetvan, leşkerekî û kesayetiyeke mezin e. Niha şer heye, ne tenê li eniya şer, lê belê di warê dîplomasiyê de jî. Hin deverin kurdistanê ku hîn jî ne di bin kontrola pêşmergeyan de ne mane wek Diyala û hin cîhin din, lê belê ew ne deverên herî girîng in.

 

A. Zagrosi: Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike? Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîy ti mafê kurdan nasnake ewê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê “tifaqa Kurd û Şîîyan“ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ewê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin?

 

H. Duzen: Tevgera kurdên Başûr xwedî dînamîzmeke xweser e. Ev ne ji nuha de wisa ye: Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, kurdên Başûr her ji bo bidestxistina mafên xwe tekoşîn dan. Di dema ku otonomî dixwestin de jî xwedî daxwazin şênber bûn. Di asta mafnasiya navnetewî de ji Çaldiranê heta niha gelek guhertin pêkhatine. Dewleta Turkiyê tu carî naxwaze ku kurd bibin dewlet. Çîrokên ku vê dema dawiyê li ser „îtîfaka kurd-turkan“ tên belavkirin jî, ne xwedî naverokeke ku kurd wek dewlet bi tirkan re bikevin danûstanê ne. Berovajiyê hukûmetên heta niha yên turkiyê, Erdoğan û teknokratên li dor wî baş fam kirine ku hin tişt hene ku ew nexwaze jî dê pêk bên. Ez bawer im ku Turkiye gihiştiye asta ku dewleta kurd bipejirîne, lê wer xuya ye dê bi şêweyekî aktif jî li dijî damezirandina dewleta kurdistanê dernekeve. Ew baş dibînin ku yekitiya Tehran-Bağda-Şamê rastiyek e û xurtbûna wê ne li gor berjewendiyên wan e. Ne Çaldiraneke duyemîn be jî şerekî bi gelek alavan li dar e. Kurd vê carê xwedî hêz û gotin in. Ez dibêjim ger çewtiyên mezin nekin, ew ê serkftî bin.

 

A. Zagrosi: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana “Sykes-Picot“ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan “komara şer ya Botan û Behdînanê“ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê “Kantonan“ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin?

 

H. Duzen: Min berî kêliyekê got ku dê peymana „Sykes-Picot“ bi şêweyekî sembolîk ji holê nayê rakirin. Bi damzirnadina dewleta Kurdistanê re dê bandora wê ya li ser kurdan bê şikandin, lê belê ez bawer nakim bê çawa hîngê ew herem li Îraq û Sûriyê belavkiribûn wisa jî sînorê nav Îraqê û şûriyê ji holê rabe. Rewş bêtir rê me dide ku dê dînamîzma dewletbûnê li Başûr xurtir bibe, lê beşekî mezin î kurdan dê li derveyî vê kelcana dewletbûnê bimîne. Mêzana navxweyî her diçe zelaltir rê me dide ku dê mafê çarenûsî li Başûr bê bidestxistin, çi dewleteke serbixwe çi jî statuyeke ku nêzîkî ya dewleteke serbixwe be. Li Bakur hejmareke zehf mezin heye ku heya radeyekê xwe kurd dibîne û ji bo hin mafan tekoşînê dide. Mixabin li gel vê jî ne xwedî vîzyoneke ku karibe xwe bikhîne serxwebûnê, yan jî bibe pişgirekî aktif ji bo dewleta ku li Başûr bê damezirandin e. Li Rojava şerekî dijwar li dijî DAÎŞÊ tê dan. Ger wî parçeyî kariba xwe ji bin bandora Îranê û Şamê rizgar bikira dikarîbû di nav kurdên Başûr û Rojava de yekitiyeke balkêş î bê xendeq pêk bihata. Ger PYD nikaribe têkiliyên xwe yên bi Tahran û Şamê re qut bike, dê li gel şerê wê yî li dijî DAÎŞÊ jî bandoreke erênî li ser pêvajoya dewletbûna Kurdistanê neke. Di rewşa heyî de tirsa ku kurdistana serbixwe ne tenê xwe ji deweletên derdorê, lê ji rexistinên kurdan î derdorê jî biparêze jî heye. Divê tevahiya kurdên dunyayê di van rojên hasas de tu carî ji bîr nekin ku wek netew zehf nêzîkî wê armanca ku bi sedsalan gelek xwîn ji bo wê hatiye rijandin bûne.

 

A. Zagrosi: Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî Welêt, dikarin encamek çawa bistînîn?

 

H. Duzen: Ne heke bikevin şer, lê di şer de ne kurdên Başûr. Ger şer gûrtir bibe an jî Kurdistaneke serbixwe damezirînin pêdiviya wan bi pişgiriya tevahiya Kurdan heye. Gelo dê hemû kurd wê axa azad mîna ya xwe bibînin û pê re bikevin pişgiriyê? Qederê ez dibînim bersîva vê pirsyarê na ye. Ji bo şerekî dûdirêj bi hêzên ereban re-çi şîî çi sunne- yan damezirandina dewleteke serbixwe pişgriya ji derveyî welat zehf giring e. Di van salên dawî de derfeta ku tevgereke pişgiriyê li derveyî welat bê avakirin hebû, mixabin desthilatdariya kurdistanê vê giringiyê nabîne. Ez ji azmûnên din î duyayê dizanim bê di parastina van dawletên ciwan de çiqasî pêdivîya wan bi pişgiriya derve heye. Gelek caran pişgiriya derve dihêle ku dewleteke wisa li ser lingan bimîne.

 

A. Zagrosi: Gellek spas ji bo ku we bersiva pirsên min dan. Her şad bin.

 

H. Duzen: Sipas ji bo vê derfeta ku cenabê te da min.

 

05.07.2014

 

 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.