[size=x-large][color=#FF3300][b]SEMÎNAR[/b][/color][/size]
Roja îniyê di 23.05.2008an li gor dema ewropa saet:21.00an û li gor dema tirkiyê jî saet:22.00an de wê Cigirê serokê Kadepê ê berê brêz Ehmed Acar Li ser yekîtiya Partiyên bakur yên di warê eşkere de kar dikin û pêwîstiyên wan semînerekê di malpera http://www.ozgurlugun-sesi.com/ di beşa çata bi deng de bêde. Her weha brêz Ehmed Acar yek ji rêvebirê “Kurd Demokratîk Platfomû û endamê meclîsa wê û serokê şaxa Edenê jî bû. Lê niha ew bi Kadepê re kar nake. Ew ê çi bike û çima ji Kadepê veqetiya ye em dikarin di vê semînerê jê pirs bikin.
Her weha Ehmed Acar yek ji wan kesên ku di zîndana Diyarbekirê de maye jî. Wî gelek êş û cefa kişandiye. Lê wî tu caran xebatên xwe yên welatparêzî ranewestandiye. Wî her weke xortekî tim kar kirîye û dike. Ka werin em roja îniyê bi hevre wî guhdarî bikin û pirsên xwe jê bikin.
Ketina malperê û çûyina beşa çata bi deng jî weha ye.
Hûn herin http://www.ozgurlugun-sesi.com/ vekin li wir hûn beşa çata bi deng bitekînin, bi navekî hûnê bikevin odê. Dema hûn ketin odê jî hûn li jor malka “kultur ve sanatê“ bitekînin wê demê êdî hûn di odê dene û hûn ê bikaribin brêz Ehmed Acar guhdarî bikin û pirsên xwe jê bikin.
Li ser navê malpera http://www.ozgurlugun-sesi.com/
[b]SOREŞGER[/b]