بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

[b]Welat li ba Cegerxwîn[/b] [img]http://www.tirej.net/cankurd2.jpg[/img] [i] Cankurd[/i] Kaniya hozanvaniyê evîn e. Evîn û hezkirina mirovan jîn û jiyên wan xweş dike an pîs dike. Gava em li dîroka hozanvaniya cîhanî binêrin, emê gellek hozanvanan bibînin, ku hezkirin û evînê ewan namdar kirine. Lê mezintirîn evîn û hezkirina Cegerxwîn bo welêt bû. Welatê wî di jîna wî de û jîna gellek hunermend û nivîsevanêt kurd de têlên tenbûrê, malika hozanê, ronahiya rojê, mûma şevê û yara dil bû. Cegerxwîn ji welatê xwe re pir nalîn û axîn rêz kirin û di teviya jîna xwe de bo welêt dengê xwe bilind kir û bi evîna Kurdistanê namdar bû. Cegerxwîn di demeka dîrokî ya giring de jîna xwe borand (1903-1984 z.), demeke giring e ji ber ku tevgera gelê Kurdistanê di van 80 salên borî de, di gellek koçberên xwe yên rengareng re derbas bû, û ji aliyekî din ve giringiya vê demê ji guhartinên civakî yên jîna gelê me tê.. Bi ser ve jî pêşketina mirovatiyê û serketina gelên cîhanê dijî hêzên koledar û kolonyalîzmê, di va dema dîrokî de, bi xortanî û bi firehî bû. Di va gotara kin û kurt de, armanca min ewe, ku ez nêrîna Cegerwîn di warê Şoriş û serxwebûnê de bidim ber lêkolînê û derxînim ber ronahiyê, ev jî karekî ne asan e, ji ber ku jîn û xebata Cegerxwîn, weke Prof. Qanatê Kurdo di sergotina dîwana Cegerxwîn a 5'ê de gotiye: "Cegerxwîn bi rewşa xwe ve, bi efrandinê xwe ve, bi ramana xwe ve, behra bê berî û bê binî ye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û bizanibe çi di wê behrê da heye." Armanca min ji vê gotarê ew e, ku ez ji xwendevanan re diyar bikim, li ba Cegerxwîn bîr û baweriya şoreşa serxwebûnê ji destpêka xebata wî ya hozanî ve xurt bû, wî ji serxwebûnê re hozan vehûnandin û şanî gelê kurd kir, ku şoreş bo serxwebûna Kurdistanê rêya wî ye û divê xwe jê re amade bike û her tiştekî jê re erzan bike, can û mal û teviya heyîna xwe. Lew re ewên ku li Cegerxwîn xudan derdikevin û li hember şerê serxwebûnê radiwestin, du caran xwe dixapînin: Yek- Cegerxwîn ne hevalê bîr û baweriyên wan ên şaş û teng bû . Du- Ewan nikarin çi caran xwe bikin hevalên Cegerxwîn, ji ber ku daxwazên wan û kirinên wan nabin yek. Prof. Qanatê Kurdo di sergotina xwe de dibêje: " Di jiyîna Cegerxwîn da li nav her çar parên kurdistanê da gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelqê kurd da gelek caran bûye reşebayî, babelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeşkirî li ciyê xwe da mane, ne leqiyane; Cegerxwîn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawera xwe da bi qayim, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast neleqiyaye, ne hejiyaye..“ Heya mirina Cegerxwîn 14 afirandinên wî hatibûn çapkirin, ji dîwanan (7), Romana Reşoyê Darê, Cîm û Gulperî, Mîdiya û Salar, Gotinên pêşiya, Destûra zimanê kurdî û du birên Ferhengê. Loma tênêrîna berhema Cegerxwîn histobariyeke mezin e, divê mirov xwe jê re amade bike û demeka dirêj têde bixebite. Di vê gotarê de, em di nav bax û gulistana Cegerxwîn re digerin û bihna kulîlkên evîna wî dikin. Welatê me li ba Cegerxwîn çi welate ? " Welatê kurda tev xêr û bêr e Hemî maden e, tev zîv û zêr e Lê çi bikim îro maye ji xelkê re Welatê kurdan hemî çîmene Egîd û şêr û piling tê hene Hemî heval û pismamê me ne... " ‑ Helbestên bijarte, rûpel 94 ‑ Di gelek ciyan de, li ba Cegerxwîn, ev dêmenê welat ê xweş û baş tê ber çavan: " Zengîn e welatê me, hemî kanî û zêr in Em tev wekî şêr in Rengîn e hemî deşt û çiya Av û giya ne, tev bax û bihişt in " ‑ Helbestên bijarte, r. 9 ‑ Ev xweşî û rindiya welêt, ji zû de, li ber çavên Cegerxwîn e, di dîwana yekemîn de, jî van rewşên delal li ser welatê xwe gotine: “Kurdistan pir xweş û geş, ez jê re tim dinalim Ew asîtanê kurde, şîrîn e deşt û zinar Zinar û bax û bostan, zeytûn û sêv û hirmê Hincas û xox û mişmiş, bihok û giwîz û hinar..“ ‑ Dîwana yekan, r. 10 ‑ Hebûna xêr û bêrên welêt, her di dilê Cegerxwîn de cî girtine û bala wî kişandine ser xwe: “Kurdistan tev kûp û bel û deşt û kel û şax in Dexl û av û dar û ber û gund û rez û bax in..“ ‑ Dîwana yekan, r. 24 ‑ Kurdistan li ba Cegerxwîn, xwe bi xwe wilo nîşan dide: “Gula baxê bihişta rojhilat im Di tarîka şevê rojim, hilat im Ji nav sînga demê pijqîm îro Di tarîxê fireh hat im, Ferat im..“ ‑ Kîme ez, r. 109 ‑ Kurdistan bi xemla xwe ya rengîn, bi co û cobarên xwe, bi çem û rîbarên xwe ve, nola keçeka bejin bilind xweyadibe: “Bilind e bejn û bala te Li ser taca te ezman e Kitanek reng sipî daye Serê zozan û Sîpan e Li jorê kanî û cobar Wekû hêstir dibarin xweş Li jêrê te dibênim ez Bihişt û bax û bistan e Kirasek etlesîn kesk e Bi rengê roje nexşîn e Li bejna te dibênim xweş Bi surme şal û mîtan e..“ ‑ Ronak, r. 54 ‑ Bax û bistanêd Kurdistanê hesret û xema xistine dilê hozanvanî, ku di xwe de dinale, îro bi dest dijmin de mane: “Bax û bistan im ka ? Ax gulistan im ka ? Dijmin tev girtin ax ! Ax Kurdistan im ka ?..“ ‑ Dîwana yekan, r. 39 ‑ Ew ne tenê şîrîn û rindik e, ew bo me dayîk e: “Em anîn cîhan wê Em kirin însan wê Lê me zû ew berda Ax Kurdistan im ka ?..“ ‑ Dîwana yekan, r. 39 ‑ Li ciyekî de Cegerxwîn li ser welatê xwe nazik‑nazik dibêje: “Kurdistanê, Kurdistan ! Bexçê gula, derdê dila !..“ ‑ Kîme ez, r. 38 ‑ Welat li ba Cegerxwîn, ne tenê şînayî, av û kaniyên sarin, an jî dexl û bistanin. Welatê me tev zêre û dijmin ji dest me revandiye : “Çol û deşt û lat û şaxên te hemî miştin ji zêr Dijminan ew tev revandin, mane em bê xêr û bêr“ ‑ Dîwana yekan, r. 69 ‑ “Welat xweş e, tev xêr û bêr Petrol û hasin, zîv û zêr Bindestê dijmin, jor û jêr Ta kengê kola bin, bese !“ ‑ Kîme ez, r.19 ‑ Raste ev welata kaniya zêr û petrolê ye, lê xwediyên va welatî her birçîne, dijmin têde têrin: “Welatê min bihişte, kaniya zêr Belê şêr têde birçîne, gurin têr“ ‑ Kîme ez, r. 45 ‑ Welat li ba Cegerxwîn, di gelek rist û hozanan de keçeka çeleng û lewend e, ên mîna Cegerxwîn jî bûne evîndar û dilxwazên wê, hezkirina hozanvanên kurd ji welêt re, ewan tev gihandine rewşeka evîndariya bê nîşe. Ev rewş li ba Cegerxwîn zor diyare: “Welat yareke pir xweş û dîdar Li ser dinalin hezar evîndar Li rast û çep kutî, birîndar Malwêrane ê dosta wî bedew“ ‑ Kîme ez, r. 31 ‑ “Keçek min dî ciwan û xame ber bext, Li wê çûne gelek çax û dem û wext Me jê pirsî ji ku ye, ey keça rind ? Kenî û go ji Loran ta biçî Bexd Me go ey keç tu Kurdistanî ? ez kurd Kenî û go: ne kurdî, ka ber û rext Serê xwe min tewande ber nigê wê Binêr gorî dilê min bû hemî sext“ ‑ Dîwana yekan, r. 60 ‑ Ev rewş û dêmenê welêt, li ba Cegerxwîn di teviya karê wî yê hozanvanî de diyardibe, welat keçeka ciwan e, xweşik e, desgirtiya wî ye, li hêviya mêr û şêrên cengê ye, ew revandine, birîndar e, xembar e û qêrîn û hawara xort û lawanên kurd dike, ku wê ji bin zordariyê derxînin: “Xemlandî me seranser, dezgirtiya xorta me Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me Bê tang û top û leşker, îro we ez berda me Kurdisatna delal im, herkes tê min dixwazî Ez pir şox û şepal im, min deng daye bi nazî Ev bûn bîst û du sal im, li ser min ceng û bazî Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî“ â€‘ Helbestên bijarte, r. 58 ‑ Welat bi xweşî û rindiya xwe, zordariyê li dilê hozanvanê me dike: “Çi reng şîrîn e yara min Şepal û nazik û şox e Ferat û Dicle û Xabûr Bi ser bejnê de berdan e Ji xwîna min tu lêv sorî Ji bîna min gula corî Tenê min bazinê zendên Te zencîrin di linga ne Evîna te kirim seyda Birîndar û perîşan im“ ‑ Ronak, r. 54 ‑ Ev sîtemkariya welat di hinde ristên din de jî, tê ber çavan: “Pêtiya arê evîna te ye dil kirye pereng Me çiqas xwest, ku veşêrim lê bi zor dayîye deng Wek te mêrkuj me nedî kes we bi xwînrêjî bijî Ku evîndarê xwe carek dikujî wer bê xedeng Me go qey dost û hevalî, bi te re bûne heval Ji me dil bir te bi tayê serê zulfa xwe ye şeng Me nedî çend geryam, ez ne di Şam û ne di Îraq Kes di rengê te şepalê nazik û şox û çeleng Te ji Salarê çeleng girtiye ev zor û sitem Herdu ebrû te şikandin li me bûn şêr û pileng“ ‑ Helbestên bijarte, r. 88 ‑ “Lê ne tenê ew aşiqê welat e, belê gele hozanvanên din jî di wê rê de çûne: “Ji bona her kesek yarek heye, ê min welat yar e Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e Çiqas pesnê giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kuşt in Tilisma ser devê genca, di sînga min de: reşmare“ ‑ Helbestên bijarte, r. 73 ‑ Qelenê welatê Cegerxwîn ne zêr û zîvin, ne cewher û elmasin, tenê xwîna lawan û merdane: “Qelen xwîna min e çibkim ? Divê ku ez bidim carek Meger can û ciger deynim Di vê rê de, çi erzan e !“ ‑ Ronak, r. 55 ‑ “Welat xweş bûke Xwîna me qelene“ ‑ Ronak, r. 69 ‑ Lê Kurdistan ne tenê şêrînî, ciwanî û evînî ye. Li Kurdistanê kuştin û talaniye, darvekirin û sotin e, wêrankirin û girî ye: “Ey dil li qiraxê çemê Amed rûne sergerdan Rind çavên xwe veke, temaşake welatê kurdan Li bajarê Amed çikandine çend sêpî Bi wan ve daleqandine cindiyê zazan Li alîkî tac û telesan bê xwedî ne Li alîkî kolosên kevej ketne bin lingan Ji berîka xwe desmalekê derxe û çavên xwe Paqij ke, ji wan hêstirên xwe wek tav û baran“ ‑ Dîwana yekan, r. 33 ‑ “Sêpî li Kurdistanê çiqandine herdem Bi wan ve daliqandine torinên kurdan“ ‑ Dîwana yekan, r. 45 ‑ Wan bax û bistanên welatê me yê, ku Cegerxwîn ji evîna wan dinale, hatine sotin û pelixandin: “Agir bi Kurdistanê ket, lewra dikit haware dil Sed bax û sed bistanî ket manendî bilbil jare dil“ ‑ Dîwana yekan, r. 20 ‑ Di welatê Cegerxwîn de, kuştin û talane, perîşanî û bindestiye: “Alîkî welatê te maye perîşan û bindest Li aliyê dinê, talan û kuştin û tim qîrîn Pîr û kal û keç û xort û şîrmij û zarok kuştin Porgijgijî sergeverin, tu li wan dinêrî wek dîn Zarokên xwe, ji ber sînga xwe davêjin, ji tirsa Bazdidin û li wan vedigerin, dil bi kul digrîn Li jor balafir û li jêr otmatîk û mîtralyoz dikin qêrîn û dibêjin, haydê lêxin kurd revîn“ ‑ Dîwan a yekan, r. 96 ‑ Ji berê zû de, ev welata di rew_eka wilo de mayî, rût û zuha bûye, dijmin par kiriye, dubendî xistiye nav gelê wî de û xwîna wan mêtiye: “Welat hezar sal in beyar Di nav de wer bê tînim ez Hemî pûş û pelax e lê Pir baş e ku hê şînim ez Dijmin du sê xet lê kişand Jehra dubendî lê reşand Xwîna dilê min mijand Ev çende pê şêrînim ez“ ‑ Kîme ez, r. 54 ‑ Ev zordariya dijmin, bi hawar û qêrînê naye rakirin, tenê xwînrêtin ji me re welat vedigerîne: “Welat ket e dest neyar Nayê dest me bi hawar Divê xwîn bê rijandin Milet pê bê pijandin“ ‑ Ronak, r. 117 ‑ Gelê kurd her di ber welatê xwe de xwîn daye û çi caran ji vê rê venagere: “Xakî Kurdistan ! bi qurban, pir ciwan û paqijî Xwîn rijandin pir kurên te, wa li her alî rijî Milletê kurd ta ku sax e, ew ji vê rê nagerî Aferî, aferî ! Qadî Mihemed, aferî“ â€‘ Helbestên bijarte, r. 67 ‑ Lê çiqas welat di bin destên dijmin de bimîne, dîsa jî nabe ê wî, ew welatê me ye: “Welat li ser navê me ye Navê kal û bavê me ye“ ‑ Ronak, r. 72 ‑ Ew welatê, ku ciwan û xweşik û çeleng bû, niha bûye pîreka porsipî, pûş û pelax e, belengaz e: “Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm pîr Nedî min xwe wekî vê salê êsîr Serê min bû sipî, pûş û pelax e Li jêrê min çu nîne xeyrî ax e Ji çavên min diçin sed av û sed co Ji min êdî dikin gazinde zaro Xerab bûne ji min sed xan û qonax Nemaye bo perîşanan du sê max“ ‑ Helbestên bijarte, r. 6 ‑ Bo çi welat ketiye va rewşa tehl û tirs, Cegerxwîn dibîne, ku ne tenê dijmin har û hov e, zordar û talanker e, lê bi wî re di herdeman de aliyek ji me hevalbend û dost neyar bûne, em û welat sipartine dijmin: “Mirov tev du qatin û qatek li jor Hemî tişt ji wan re diriste bi zor Ji dijmin re bindest û kola û seg Li ser me dibin şêx û paşa û beg Welat perçe, perçe kirin wek reza Em û xwe bi hevre sipartin diza“ Zend‑Avista, r. 159 – Dezga û karxanên çêkirinê di welatê me de nînin, loma em û welatê xwe wilo perçe, perçe man e, li şûn mane û emê hertim di bin destên neyaran de bimînin, eger em xebata çêkirinê pêşve nedin: “Welatê ku dezga bi pêş de nebî Ewê tim di destê neyaran de bî“ â€‘ Zend‑avista, r. 98 ‑ Divê em kar û xebatê bikin, xwe fêrbikin çêkirinê û ji hesin û avahiya acetan hezbikin: “Ji bo ku welatê xwe pê bidne pêş Nemînin di nav de, ne zor û ne êş Ji hasin re milxwar û piştxûz bibin Bi çakûç û mêkut, bi serkûz bibin“ ‑ Zend‑Avista, r. 100 ‑ Cegerxwîn ji welat dipirse: “Hey welat bo çi perçe perçe maye bin destê neyar Hakimê xakê te bin, ê wek Seîd û wek Beyar Kurdê bextreş serşikestî, wer bimênî çarkenar Kuştin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin şiyar“ ‑ Helbestên bijarte, r. 40 ‑ “Welat ta kengî wilo perçe bî ? Em tev di nav de, jar û şikestî“ â€‘ Ronak, r. 69 ‑ Baweriya Cegerxwîn bi serbestî û azadiya welêt mezin e, û ew dizane, ku wê ji bin destên dijmin derkeve: “Welat xeyrî te min navê, meger dinya ku kewser bî Bi xurtî dê tu serbest bî, ji min êdî tu bawer bî“ â€‘ Helbestên bijarte, r. 72 ‑ Li ciyekî dî jî dibêje, ku: “Welatê me Kurdistan, wer namînî kolestan“ û ji ber ku bilindî, pakî û rindiya mirovî bi welêt ve girêdayî ye : “Welat çiqas bilind bibî Ew qas e jî bilind dibim Her çend pak û rind bibî Ew çende pak û rind dibim“ ‑ Kîme ez, r. 17 ‑ Ji ber vê yekê Cegerxwîn bang li xort û lawên Kurdistanê dike, ku bila ewan şerm û fedî bikin û xwedî li welatê xwe derkevin: “Welatê te zîndan e, pir teng û kûr Di nav de dinalin, hemî kûre‑kûr“ ‑ Zend‑avista, r. 134 ‑ “Ziman û welat û millet perçe bûn Ji dijmin re hiştin me mal û hebûn“ ‑ Zend‑Avista, r. 111 ‑ “Ne şerm e welatê te wer perçe bî ? Kirasê hejarî li bejna te bî ?“ ‑ Zend‑Avista, r. 111 ‑ “Were em bi hevre bibin wek bira Welatê xwe derxin ji destê gura“ ‑ Zend‑Avista, r. 113 ‑ Divê xurt û lawên kurd bixwênin û hişyar bibin, ku kanibin, rohniyê têxin welatê xwe: “Çi tiştên ku başin, bixwîne timî Welatê me ronî dikin ew hemî“ - Zend‑Avista, r. 159 ‑ Cegerxwîn dibîne, ku eger doz û daxwaza welatê me wekhevî , hevparî û hevjîn be, wê evîna me yê dîsa şîn bibe, û wê çira di tariya jîna me de vêkeve: “Ku rista welatê me bû wekhevî Hemî kes xwedî mal û zêr û zevî“ â€‘ Zend‑Avista, r. 106 ‑ Lê ew, mîna mirovekî xwedî baweriyek çînî bû, dibîne ku parçebûna Kurdan ji dest çînên jorîn e: “Ku qata bilind çû, dibin tev bira Evîna welatê me xweş bit çira“ ‑ Zend‑Avista, r. 107 ‑ Bêguman rêya serxwebûn û azadiya welêt, li ba Cegerxwîn jî ne tenê xwendin û rakirina qata jorîn e, ew jî weke hozanvanekî azadiyê banga şorişê dike, dizane ku rizgariya welatê wî tenê bi şorişê tê. Lew re emê careke din li hozanên Cegerxwîn vegerin û li ser ramana şoriş li ba rawestin. ............... [b]Zarathustra News [/b]– [email protected]

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.