Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 15 December 2008

Li ba me, tê bîra min ez zarok bûm, dema ku du kes pev diketin, bi taybetî du kesên ji eşîrekê yan merivên hev, piştî ku aramî pêk dihat, mirov sehal û bêhnfireh dibûn, anku xulqê wan fireh dibû, yê bi emir piçûk diçû mala yê mezin, ne mal jî ba, li qahwê diçû ser masa wî, digot, ’ji piçûkan guneh/sûc, ji mezinan efû'. Anku yê piçûk kêmasîyek kiribe jî, tu mezin î, divê tu bikanibî efû bikî, lê bibore.

Bi wî awayî lêborîn û xweşdîtin dibû sembol û nîşana mezinbûnê.
Aha wê gavê, wek ku dibêjin, hemû qeşa dihelîya, rehm û dilovanî li dil tije dibû û ken bi rûyan diket. Bi carekê her tişt dihat jibîrkirin.

Ka çi mixabin, van demên dawîyê, lêborîn, xweşdîtin, dilovanî çûye, huthut, hêrs û lêneborîn, kutan bûye sembola mezinbûnê; ka qey em jî vê yekê ji dagirkerên xwe digirin, çawa ew bi ço û kutanê, bi huthut û qîreqîrê mezinatîyê li me dikin, xwe li me ferz dikin, em jî êdî dibêjin qey mezinatî zirtî ye, ango zirtan li yekî bike, wî bitirsîne, gotina wî bi wî bide xwarin, ew dibe mezinatî.

Ma bi rastî dibe mezin gelo?
Bê guman na.

De ka em bibînin, ka em dikanin ji bo xatirê Kurdistana pîroz, di bin vê Foruma bi vî navê pîroz de li hember hev dilovan û dilevîn, lê li hemberî dagirkeran û pêgirtîyên wan jî bi hêrs bin?

Divê meriv ji derekê de dest pê bike.
Ka em bibînin bê kî dikane wê mezinatîyê bike û ji xwe bide destpêkirin.

Alternatîva din jî ew e ku em li sûcadaran bigerin, sûcê kê ye ku ewqas qirêjî çêbû, wî bibînin û gunehbar bikin.
Ew jî wê çîroka ku, kesê bê guneh bila kevirê yekemîn bavêje, tîne bîra mirov.

Bê guman destê me kesekî ranabe, ji ber ku em her yek xwedî parekê ne di vê qirêj û gemarê de; çi piçûk çi mezin.

Rêz û silab

Mancel

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.