Ana içeriğe atla
Submitted by Rêvebir on 1 March 2012
Silav gelî kurdîhezan.Fermo li vî nivîsa min a derbarê rojê de bixwînin. Dibe ku hûn
bixwazin wê biweşînin.

Digel silavan.

Ji feysbûkê, SIberojDiyariya rojê..

29-02-.... ! Çi balkêş e, ne wisa?
Ez ê ji we re rave bikim!



Heke em, vê zanînê rojane bikin û
bi vî serdema em têde dijîn re biguncînin dê pir kêrhatî be! 

Erê, me hemiyan salên berê (dibe ku
teqez) li ser vî fikirîne û axivîne jî, ku kesên di vî rojê
de ji dayik dibin, dikarin ji her çar salan carekî rojbûna xwe
pîroz bikin û ji ber vê rewşa hanê jî xemgînî an jî henek û
pêkenîn peyda dibe! Helbet ew mirov dikarin rojek beriya vî rojê,
an jî ji êvarê ve pîroz bikin, ku dilê xwe xweş bikin û hwd!
(heke bixwazin). 

Lê ez dixwazim, mîna ku min di serî
de jî got; vê zanînê rojane bikim û bi vî serdema teknolojî û
înternetê re biguncînim! 

Em hemû li ser înternetê dibin
endamê/a pir malperan, ku pirrî caran nivîsandina roja ji
dayikbûnê mecbûrî ye û em an ya rast an jî li gor dilê xwe
yekî dinivîsin, ji ber em naxwazin malper tiştê me yê girîng
bizanibe. Mîna ku hûn jî dizanin, pir malperan her sal di roja ji
dayikbûna meriv de ji me re pîrozbahiyê dişînin, ji ber ew
malper dixwazin roja girîng yên endamên xwe pîroz bikin û nîşan
bidin ku girîngiyê didin endamên xwe (her çiqas ew e-nameyan ji
aliyê pergal an jî bernameya malperê ve tê şandin jî dîsa jî
di destê xwediyê malperan de ye!) 

Heke em bixwazin ji wan malper û
e-nameyan ser û dilê xwe rihet û aramtir bikin, em dikarin li hemû
malperan de (taybet dema em li malperên tirkan û yên welatên din
de hin caran dibin endam) vê rojê, ango(yanî) 29ê meha 2yê ji bo
pirsa roja ji dayikbûnê binivîsin, ku her çar salan carekî me
acizbikin! :)) 

Ev bû, guncandina zanîna yê hemû
dîroka mirovahiyê ya bi vî serdemê re û ez û hûn sax. Dê ev
pêşniyara min bike ku ji bo heta bi hetayê ser û dilê we hinekî
be jî kêmtir aciz bibe, ango hinekî dî aramtir be. 

Gotin ji min, pêkanîna yekem jî ji
min û ji xwendevanên kurdîhez! 


Di rastiyê de ya/ê kî îro be,
ya wê/wî pîroz be, rojbona ''te'' pîroz be! 




Êdî nizanim helbestvan, çîroknivîs
an jî romannivîs ji vî mijarê çi berheman biafirînin, lê
bawerim dê pir xweş be.




Siberoj 


Fermo, li evana jî binêrin!

Nivîsa ''Bijî Kurdîhezan'' bi gelek awayan!
https://picasaweb.google.com/106175697178860845539/BijiKurdihezanWekiGifAnimasyonUHwd 




Heman nivîs li ser wêneyê ala
Kurdistanê >>

http://desmond.imageshack.us/Himg6/scaled.php?server=6&filename=alakurdistan62.jpg&res=medium

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.