Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 15 December 2008

Li ba me berê dema ku kesekî kêmasî û nelirêtîya xwe, qebheteke xwe bikira ya kesekî din û bi vî awayî ew gunehbar bikira, wisa digotin: [b]Gurîyo Navê Min li te, Kumê Min li Serê te..[/b]

Anku qebhet û kêmasî ya te ye, lê tu hewl didî ku wê têxî stûyê min û xwe têxî dewsa min, min jî têxe şûna xwe.

Fêlbaz, xwedîyên dek û dolaban vê taktîkê pir bikar tînin... Dixwazin agahî û înformasyonê qirêj bikin, da ku reş spî xuya bike, spî jî reş. Anku zalim bibe mazlûm, mazlûm jî zalim xuya bike..

Berê Tirkan û dewleta wan, TC, her tim ev peyv dianîn bîra min.

Em bêjin wan Ermenî qir kirine, jenosîd li wan pêk anîne, lê di hemû peyv û nivîsên xwe ên li ser vê mijarê de, rastîyê weha diqurmiçînin xwaro maro dikin ku, xwedêgiravî Ermenîyan neheqî li wan kiriye, ew êşandine.

Piranîya peyvên xwe ji zimanên dora xwe sitendine, lê pesinê zimanê xwe didin ku zimanê herî pêşketî û fireh e.

Bêbextî bi Kurdan kirin, ew xapandin, gotin em pev re dewletek Kurd û Tirkan ava dikin, dûre dev guherandin, Kurd rûbirûyî tevkujîyan kirin û tew dawîyê, piştî ku cîhê xwe xweş kirin, gotin ku Kurd tunin, ewên ku jê re dibêjin Kurd, Tirk in, li ser berfa qeşagirtî meşîyane, kiriye kirtekirt, lewra ji wan re gotine Kurd.

Kê bigota ez Kurd im, heqaret û neheqî didît, dihat cezakirin.

Lê dîsa jî kê bigota ez Kurd im û mafên Kurdan dixwazim, hela hela qala welatê xwe yê qedîm, Kurdistanê, bikira, digotin xayîn, bêbext û hwd.

Anku gurîyo navê min li te, kumê min li serê te..

Dûre rêxistinek li Kurdistanê peyda bû, paşê bû partî, bi her awayê xwe çalakîyên wan bi kêrî dewletê dihat, çar alî êrîşî Kurdan dikirin, berî ku dest bi şerê dewletê bikin. Piştî wê jî her çiqas ku şerê dewletê dikirin jî, ji wê bêtir şerê Kurdan dikirin, tu devera Kurdistanê nema ku li wir şer nekirin li dijî hinek Kurdan. Lê dîsa jî ji xêndî xwe ji her kesî re digotin, ajan, xayîn, merivê TC, êrîşî me dikin û hwd.

Gotin ku kî kêmî Kurdistana serbixwe û yekbûyî bi her çar perçan bibêje, ew ajan û xayîn e. Dûre jî dest pê kirin ku ji Kurdên ku doza serxwebûn û dewletê dikin re hezar gotinên xerab bibêjin, Kurdan wek milet, axa wan wek welat qebûl nakin, dibêjin divê hun gişt bibin Tirkîyeyî, Sûrîyeyî, Îranî û hwd. Dîsa kî wisa nebêje ew ajan û“xayîn û kevneperest e.

Gurîyo Navê Min li te, Kumê Min li Serê te...

Serokekî wan hebû ku hîn jî heye, ez bawer nakim li ser rûyê erdê ji wî çêrbaztir, dijûnkartir, xeberoktir serokekî din ê tevgereke sîyasî hebe. Vekin yek nivîseke wî ya ku bê çêr û dijûn behsa Kurdan dike, hun nikanin bibînin. Dê û jin li serokên Kurdan bir perekî, yek serok û mezinê Kurdan nema ku jê re negot, ajan, xayîn, kevneperest û hwd.

Serokê wan şev û roj ji Kurdên ne li dû wî re çêr û sihêfan dike, xeberên genî dibêje ji bo wan, lê yek Kurdek rexnekê li wî bigire, dibêjin dev dirêjî serokê me kiriye.

Nuha jî tên vê Forumê li bin sloganên bijî ew serok, gazin û gilîyan ji çêr, sihêf, dijûn û xeberên genî dikin. Dibêjin hun çima çêr û dijûnan tev li sîyasetê dikin. Rast e divê neyê kirin, lê hela çenekî li mirêkê (eynikê) li xwe binêrin berê, dûre xelkê gunehbar bikin.

Çi bêjim?

Gurîyo Navê Min li te, Kumê Min li Serê te...

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.