[b]Mesûd Barzanî[/b]: Divê Iraq bi sê herêmên federal bê parvekirin
[b]Dîplomatekî Amerîkî[/b]: Bêyî Lihevkirina bi Bexdayê re, referandûm ê bibe 'tarîfeya krîzekê'
Serokê Başûrê Kurdistanê, Kek Mesûd Barzanî ji NY Timesê re got ku divê Iraq bi sê herêmên federal bê parvekirin: Ji bo îstîkrara Iraqê tenê
hêvîyek maye, bi herêmên federal parvekirin, wek tercîh sê: Kurd li bakur, Erebên Sunne li rojava û navendê û Şîe li başûr. Serokê Başûrê Kurdistanê ji NY Times re got ku wê demê Bexdayê bibe "serbajara federal" ku fonsîyonên bingehîn ên hikûmetê bi cîh bîne. Wî her weha gotinên Iraqeke bi xurtî yekbûyî jî şibandin "xewn û xwezîyên çivîkan."...
Serok Barzanî got ku ew biryardar e ku ji hevparên koalîsyoneke muhtemel a li Bexdayê li ser mijarên wek çareserkirina sînorên navxweyî yên lihevnekirî, ku Kerkûk jî di nav de ye, û parkirina hatinên petrolê teahutên yekser bistîne û wisa domand: “Ne mumkin e ku em tev li hikûmeteke ku bi awayê berê bixebite bibin an jî piştgirîya wê bikin.“
Ew her weha di hevpeyvînê de dibêje ku ew bi xwe tev li rojeva gotûbêjên tund bûye ku daxwazên xakî û pereyê zêde ji bo hêza pêşmerge bi cîh bike, û cudatîyên bi Bexdayê re çareser bike.
Kek Mesûd her weha li ser Xala 140an jî hişyarîyekê dide, "Heke Xala 140an neyê bicîhkirin, ew ê bibe têkçûna Qanûna Bingehîn (Destûrê) û Iraqê bi xwe jî." Bi vî awayî raber dike ku yek ji daxwazên girîng ên Kurdan ji serokwezîrê nuh ê bicîhkirina xala 140an be û her weha balê dikişîne ser sedema sereke ya rawestandina dijayetîya Kurdan a bo qanûna hilbijartinan di Mijdara çûyî de û soza birêz Obamayê serokê Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi bîr tîne ku wan ê ji bo bicîhkirina Xala 140an “bêtir hewl bidaya“. Ew dibêje ku birêz Obama berê bi telefonê soz daye û dûre jî di hevdîtina rûbirû de ew soz ducar kiriye.
[url=http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadikurdistan/aktuel]Firehîya Nivîsê bi Kurdî[/url]:
[center][url=http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/]Helwesta Netewî[/url][/center]
Li Ser Kerkûkê û Xala 140an, Gotinên Serok Barzani û Dîplomatekî