[center][b][i]Bahoza Yezdan Cewerî li VästerÃ¥sê: [/i][/b]
[i][b]Xelata bronzê bi dest xist[/b][/i]
[img]http://img100.imageshack.us/img100/2345/yezdancewerish8.jpg[/img][/center]
Yezdan Cewerî ê 16 salî di pêşbirka Jiu-Jitsu a brezîlî, ku di 6ê tebaxa îsal de li bajarê Swêdê VästerÃ¥sê li dar ketibû, di kîloya xwe de bûbû xwediyê xelata bronzê.
Yezdan Ceweriyê kurê nivîskarê naskirî Firat Cewerî vê carê jî di pêşbirka Skandinavyayê de (Scandinavian Open BJJ, 2008) ku di 25-26ê meha 10an de li Jakobsberga Stockholmê li dar ket de, dîsa di kîloya xwe de xelata bronzê bi dest xist.
Jiu-Jitsu a brezîlî, an jî bi swêdî “Brasiliansk jiu-jitsu“ sporeke brezîlî ye ku ji Judoyê derketiye û li ser hîmê jujutsuna japonî ji aliyê Jigoro Kano ve hatiye bipêşxistin. Bingehê versiyona Jiu-Jitsu a brezîlî ji aliyê malbata brezîlî Gracie ve hatiye danîn û ev spora xweparastinê bi demê re li dinyayê belav bûye û îro li Swêdê sporeke berfireh e.
Tê qalkirin ku, ciwanê hêja Yezdan di dema musabeqeyan de mîna bahozê tê ser nîgargehê, raqîbên wî di nava tozên de dimînin, piştî serkevtinan jî bi ala Kurdî silavê dide temaşevanan. Yezdan di kilowa xwe de çi raqîba nas nake û hedefa xwe diyar kiriye: Bidestxistina xelata zêr û şampiyontiya cîhanê...
[b]
Zarathustra News [/b]– [email protected]
Bahoza Yezdan Cewerî li VästerÃ¥sê!