بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bo Nabucco amadekariya krediyê

Hewlêr, 7 Îlon (AKnews) – Bo çêkirina projeya xeta boriya gaza xwezayî Nabucco ya bi 7,9 milyar euroyê ku gaza Asya Navîn û Rojhilatanavîn dikêşe Ewropayê, 3 dêwên fînansê yên navneteweyî amadekariya 4 milyar euro kredî kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, ji saziyên ku bo fînanskirina Nabuccoyê peyman îmze kirine Banka Ramedaniyê Ewropa (EIB), dayîna krediya 2 milyar euro, Banka Pêşvebirin û Avadaniya Ewropayê jî 1,2 miyar euro, Saziya Fînansê Navneteweyî (IFC) ku girêdayî Banka Cîhanê ye jî dayîna 800 milyon euroyê dinirxînin.

Karbidestê Bilindê Nabuccoyê (CEO) Reinhard Mitschek, bi nûnerên saziyên fînansa navneteweyî re li Brukselê civîneke hevpar li dar xist û destnîşan kir ku, bi îmzekirina vê krediya xeta boriya gazê ku, 4 hezar kîlometre ye û tevahî 31 milyar metrekup e û piraniya wê di nava xaka Tirkiyeyê re derbas dibe, merheleyeke dîtir li paş maye..

Mitschek got, piştî nirxandinê ew ê li benda erêkirina 4 milyar euro krediyê bimînin û bi vê projeyê di dawiya sala 2014ê yan jî destpêka sala 2015ê de, wê dest bi kişandina gaza Azerbaycan û Iraqê bikin.

Wek tê zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, serê tîrmeha vê salê destnîşan kir ku, ew dixwazin beşdarî projeya Nabuccoyê bibin.

Salih gotibû, “Mafê Herêma Kurdisanê ye ku beşdarî vê projeyê bibe û gaz û petrola xwe îxrac bike. Ev yek ne li dijî Destûra Bingehîna Iraqê ye.”

Li aliyê dîtir Serokwezîrê Rûsyayê Vladimir Putin derbarî Nabuccoyê de neyînî axivî û got, “xeyaliye” û şansê pêk hatinê pir kêm e. Putin got, “Pirsgirêka bingehîn a Nabuccoyê bo temînkirina madeya xav ne xwedî tu garantiyê ye. Çavkaniya gazê bo ku sîstemê têr bikin nîne.

Li gorî nûçeya Ria Novostî Putin got, ew bi hêviye ku xeta boriyên petrolê ya Samsun-Ceyhan bi serkeve û li Tirkiyeyê bingeha vê heye.

- Projeya Nabucco

Proje navê xwe ji bestekarê îtalî Guiseppe Verdi Nabuccoyê digre û 13ê tîrmeha 2009 li paytexta Tirkiyeyê Enqere hate îmzekirin. Bi projeyê tê armanckirin ku, gaza Derya Hazarê li ser Tirkiyeyê bi xeta Bulgaristan, Romanya, Macaristan û Avusturyayê derbasî Ewropayê bibe.

ym AKnews
http://www.aknews.com/ki/aknews/2/179864/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.