بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

YASA: Bang - Piştgrîyê bidin çalakîyên demokratik ê li Surîyê

Piştî ku bayê demokrasiyê bi ser Tûnis û Misirê de hat û ew ji stemkarî û çewisandinê rizgar kirin, gelên wan welatan êdî dikarin bi azadî jiyana xwe berdewam bikin û welatên xwe bi kirasê demokrasiyê bixemilînin. Nuha jî ew ba berê xwe dide Sûriyê. Ev demek e, ku li bajarên Sûriyê weke Deraa û Laziqiyê hêzên ewlekariya rêjîma Baas bi agir û guleyan gelê xwe dikuje. Ew gelê ku bi awayekî aştiyane daket kolanan û doza azadiya xwe kir, bi gule, tang û topan hate pêşwazîkirin. Gelo guhartinine mezin li pêşiya Şûriyê ne?

Wek tê zanîn, ku Sûriyê wek welatî di Rojhilata Navîn de ji bo siyaseta navnetewî cihekî baş digire û roleke herêmî ya girîng dilîze. Nexasim ku dixwaze li gel Ewropayê lihevhatineke hevbeş a aborî pêk bîne. Di dîroka Sûriyê de gelek bûyerên balkêş pêk hatine, wek bûyerên sala 1982-ê li Hema û Helebê û yên 12-ê Avdara 2004-ê li herêmên kurdan, ku rêjîmê bi awayekî tund û bi agir bersiva mirovên sivîl da. Ji bilî van bûyeran û li gorî raporên gelek dezgeh û rêxistinên mafên mirov ên niştîmanî û navnetewî rewşa mafên mirov li Sûriyê pir wêran e.

Di deh salên dawiyê de Sûriyê bi awayekî fireh mafên mirov bin pê kirine, pir kuştin, girtin û azarîkirin pêk anîne. Helbet hindekahiyên netewî û olî wek kurdan, kesên rikber, nivîskar, rewşenbîr û gelek çalakvanên mafên mirov ji tevan bêtir pêrgî van kiryarên hovane hatine û hîna jî tên. Piştî ereban, kurd li Sûriyê netewa mezin a didoyê ye. Ji ber vê yekê jî rêjîmê her demê hewl daye û hîn dide, ku vê netewê ji holê rake.

Rêjîmê ji destpêka desthiladariya xwe ve dest bi siyaseta erebkirinê kiriye. Di sala 1962-ê de 120 hezar welatiyên kurd ji nasnameya Sûriyê bêpar kirine, ku aniha hejmara wan kesan gihaye 300 hezar mirovî , di sala 2004-ê de rêjîmê gelek xortên kurd li herêmên kurdan kuştine û zindan kirine. Herwiha ta roja îro siyasetvan, nivîskar, rewşenbîr, xwendekar, leşkerên kurd di artêşa Sûriyê de û çalakvanên mafên mirov ên kurd têne kuştin an jî girtin û di zindanan de têne azarîkirin. Ev jî dibe sedemeke mezin, ku kurd koçbarî welatên Ewropayê dibin, lê mixabin li wan welatan jî bêpar dimînin. Ne tenê wisa, lê belê pêrgî hin yasayên giran jî dibin, nexasim peymana vegerandina 7 hezar penaber, ku di sala 2008-ê de di navbera Elmanya û Sûriyê de pêk hat, ya ku bûye sedema tirseke mezin li ba penaberên kurd ên Sûriyê. Lewre jî divê ev peyman yekser bête rawestandin û penaberên kurd mafê mayînê bistînin.

Lewre em bangekê li hemû alavên ragihandê re dikin, ku bi erkê xwe rabin û raporan derbarê rewşa rojevî ya Sûriyê biweşînin û belav bikin. Ji ber ku gelê Sûriyê pêdiviyeke wî ya mezin bi alavên ragihandinê heye, da ku şoreşa xwe ya aştiyanê li dijî rêjîma Baas li Sûriyê berdewam bike û bi azadiyê şah bibe. Welatiyên Sûriyê ji bo azadiya xwe bi awayekî aştiyane tê dikoşin… Gelê Sûriyê li hêviya alîkariya we ye, ku hûn bi erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî rabin.

Meksîm Îsa - Berpirsiyarê ragihandinê

YASA e.V. - Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.