بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Ser Encamên Hilbijartinên Iraqê û Kurdistanê...

   15’ê meha 12’an gelên Kurdistanê û İraqê çûn li ser sandiqan û dengên xwe dan..Vê carê jî dîsan çavên hemû dinyayê li ser van hilbijartinan bû.. Wisa xuya dibe ku, paşeroja Kurdistanê û İraqê ne tenê destê gelên van herdu welatan de ye.Di van hilbijartinên vê dawîyê de hersê pêkhatîyên serekî, ango Kurd, Erebên Şî’e û Sinne bi awayekî girseyî çûn li ser sandiqan û dengên xwe dan.Her yek ji wan xwedanê hêvî û daxwazên cihê ne...Erebên Şî’e hez dikin dewleta xwe a olî avabikin û li ser hemû Iraqê desthilatê xwe zal bikin..Di bernameyên partîyên serekî ên Şî’e de ev yeka hanê wekî rojê zelal e û li pêş çavan e.. Lê hebûna Amerîkayê wekî hêzekî dagirker li deverê, rê nade Erebên Şî’e vê armanca xwe cihbicih bikin... Ji ber vê yekê jî ew li benda roja xwe ne.. Ew hemû planên xwe ji bo vê yekê avadikin. Ew jî dizanin îro di vê rewşê de ew nikarin bigihîjin xewna xwe.. Lê, wan destpêkiriye di devera xwe de de facto dewletek olî avakiriye...Erebên Sinne, di hilbijartinên meha yekê de beşdarnebûn, di rapirsîyê de li dijî Destûrê deng dan, lê ew serneketin û ji desthilatê dûr ketin... Di van hilbijarinên dawîyê de piştî hewldanên hêzên deverê û sozên Amerîkî li ser revîzyona Destûrê, bi awayekî berfireh hatin meydana sîyasetê û deng dan. Ew jî dixwazin, li gor dilê xwe, desthilatê Saddamî û rejîma wî li ser hemû İraqê û Kurdistanê zal bikin.. Emê vê yekê jî wê dema li ser Destûrê bête axivtin, bibînin. Wan rojana hinek berpirsên Sinne armancên xwe bi awayekî eşkere tînin zimên..Kurd jî wekî pêkhatîyek serekî, xewna serxwebûna Kurdistanê dibînin.. Ji bo vê armanca xwe, hewil didin, destkeftên xwe biparêzin, fireh bikin û wekî aktorekî sîyasî di arenaya sîyasî de dewsa xwe bigirin.. Kurdan çareserîya xwe bi Amerîka ye ve girêdane... Îro jî Amerika ji bo dewletek serbixwe a Kurdan nîne.. Dost û dujminên gelê Kurd jî baş dizanin ku hem Partî û hem jî Yekîtî xewna Kurdistanek serbixwe dibînin.. Ew 2 mîlyon kesên ku deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan, heval, endam, qadirên herdu partîyan bûn.. Kurd jî ji bo xewna xwe têdikoşin...Sê xewn, sê armanç, sê proje îro li İraqê têdikoşin... Vê rastîyê jî herkes dibîne û li ser diaxive.. Hinek Kurdên me jî wisa difikirin ku, hemû dinya dibîne, lê serokê Kurdan nabînin!!!!!! Ew hewil didin aqil bifiroşin... Nizanin ku, rêber û serokên vê projeyê ew in.... Gotin asan e, kirin jî tiştekî din.. Kurdên Başûr jî li dûv derfetek erênî digerin... ji bo vê yekê jî, hertim di axivtin û çavpêketinên xwe de “heke ev......ev.....ev.....ev.... nebe”..... em ê jî dewleta xwe avabikin” dibêjin.. Kesên ku bixwazin vê yekê fêm bikin, fêm dikin, ên ku naxwazin tenê Yêzdanê mezin dikare alîkarîya wan bike!!!!!Rewşa sîyasî a Kurdistanê û İraqê piştî van hilbijartinan dîsan aloz bû... Ji ber ku, pirs û daxwazên serekî ên Kurdistanê û İraqê hêj çareser nebûne.. Kes ji kesî bawer nake... Kes jî naxwaze çareserîya xwe bide destê alîyên din..Yek dibêje “dewleta olî”, ê din dibêje: “dewleta laîq”; yek dibêje: “dewleta navendî”, ê din dibêje “dever û federasyon”; yek dibêje: “ mafên jinan” ê din lidijî vê yekê radiweste... Bi kurt û kurmancî hersê pêkhatîyên İraqa Federal wekî agir û neftê ne.... Di nav van her çar salên pêşîya me de rewşa İraqê û Kurdistanê zelal dibe.. Hevîya min ew e , berî ku agir têkeve Iraqê DYA rastîya İraqê û Rojhilata Navîn bibîne û daxwaza Peter Galbraith cihbicih bike.. Herkes li mala xwe, herkes ligel xewnên xwe.... Kurd jî wekî hemû gelên dinyayê azad, serbixwe be...Emê vê yekê pêk ve bibînin...Niha li Iraqê şerê desthilatê destpêkiriye..Kî li gel kê İraqa Federal rêvebibe? Hukumetek çawa derdikeve?

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.