بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge goreke bikom a mezin

Rûdaw.net - Kerkûk: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li başûrê bajarê Kerkûkê doh goreke bikom dîtin ku hestiyên zêdeyî hezar kesî têde ne. Kesên di gora bikom de hatine veşartin jî hemû Kurdên wê navçeyê ne û cihê guleyan bi serê wan ve diyar e.

Di vê derbarê Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman got: ‘’Hêzeke pêşmerge ser bi Lîwaya 1ê ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge dema xwestin li wê navçeyê bicîh bibin, goreke bikom a mezin dîtin û tê texmînkirin zêdeyî hezar termî têde bin. Tarîxa wê jî vedigere sala 1988ê, cihê guleyan bi serê wan ve diyar e û hemû jî Kurdên wê navçeyê ne.’’

Hêza Pêşmerge di berfirehiya 4 km de li pişt Kargeha Pepsiyan a Kerkûkê ku dikeve başûrê bajêr goreke bikom dîtin. Tê texmîn kirin di gora bikom de hestiyên zêdeyî hezar kesî hebin û cihê guleyan jî bi serê wan ve diyar e.

Biryar e di demeke herî nêzîk de bi mebesta vekirin, pişkinîn û lêkolînên pêwist lijneyek ji Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bighe cihê gora bikom ku ji aliyê Hêzên Pêşmergeyan ve hatiye dîtin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/6136.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.