بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kerkûkî: Nabe ji xwepêşanderan re bêjin têkder

Hewlêr, 23 Sibat (AKnews) – Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî got, nabe ji xwepêşanderan re bêjin têkder û mafê wan heye xwepêşandanan saz bikin.

Kemal Kerkûkî di civîna awarte, îro, ya Parlamento de ku taybet e bi gotûbêjkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û bi taybet bûyerên li bajarê Silêmaniyê diqewimin, ragihand, “Divê hikûmet xwepêşandanan biparêze.”

Kerkûkî axaftina xwe wiha domand, “Her wiha divê hikûmet herdu aliyan jî biparêze, xwepêşander û yên xwepêşandan dijî wan tên kirin.”

Her di civînê de, Serokê Komîteya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê Îsmaîl Mehmûd rapora komîteyê xwend.

Raporê daxwaz kir ku hêzên zêrevanî di demeke herî zû de vegerine cihê xwe û her wiha daxwaz kir ku Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vegerine herêmê.

Komîteya Navxwe di rapora xwe de daxwaza gazîkirina herdu Wezîrên Navxwe û Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê daku bên Parlamentoyê amade bin.

hm (AKnews)

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.