بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Gelo Rojeva Kurdên Bakur Heye?

 Ez van rojan bala xwe didim rojeva Kurdên Bakur, qet tishtekî zelal, têr shîrovekirî û rênîshander nabînim..Ji bo vê yekê jî ez reshbînim... Hinek heval û dostên min dikarin ji vê yekê an jî ji ber vê helwesta min nerazîbûyîna xwe diyarbikin..Kurdên Bakur bê îdeolojî bê sîyaset man e.Pêsh 12 Îlona 1980‘ê û heta derecekê pêsh ruxandina dîwarê Berlînê, Tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê di bin kargerîya bîr û bawerîyên Cep de bû... Hemû hêzên sîyasî ên Kurdistan bi awayekî vekîrî û eshkere xwe wekî hêzên cepgir didan xuyakirin û her yekê xwe wekî beshek ji beshên tevgera cep û sosyalîst nîshan didan..Pîshtî ruxandina dîwarê Berlînê, Tevgera Kurd jî bê „Qabe“ û bê navenda rêvebir ma.. Wê demê karên propagande û „avakirina“ teorîyên „zanistî“ gellek asan bû.. Ji ber ku, Kurdên me pêwîstîya hewlên lêkolînê nedidîtin... Hemû teorî û kategorîyên pêwîst bi awayekî gishtî, ji alîyên dezgayên wan welatan ve ku xwe wekî sosyalîst didan nasîn, dihat amade kirin...Ji ruxandina dîwarê Berlînê ve heta niha Tevgera Cep a Kurdî li benda Godo ye.. Godo jî qet naye.. Cepên Kurd ev 15 salin di derheqa sosyalîzmê de qet tishtek negot û nenivîsî.. Bê bawerîyek temam di nav tevgera Kurd de peyda bû... Cepên berê sherm dikin, bibêjin, ew cep in û sosyalîst in.. Ev cendîn salin, em navê Marx û Lenîn jî nabihîzin... Berê hezaran Kurdan ji bo marxizm û leninîzmê hevdu dikusht... Lê îro qet kes qala vê yekê nake... Gelo ev yeka hanê tishtekî normal e an na?Mirov dikare wisa bi asanî ji bîr û bawerîyên xwe biqete û rûpelek din veke û bibêje „do do bû, îro jî îro“ ye... Gelo gelê dikare bi mirov û rêkxistinên wisa bawer bike?Bersiva van pirsîyaran asan nîne.... Berê herhes sosyalîst bû... Niha jî herkes bûye alîgirê kapîtalîzmê û pesna lîberalîzmê dikin... Herkes bi yek dengî diqîre û dibêje: „Ez nijadperestê Kurd im“, „ez kurdperwer im“, „Cep dujminê Kurdan e“ û „cepan mala Kurdan shewitandîye“htd...htd...Lê heta niha kes hewil nade hîm û bingehê „nijadperestîya Kurdan“ bavêje... Kes naxwaze xwe biwestîne ji bo karekî wisa...Do Rusya hêzeka serîkî a dunyayê bû. Ji ber vê yekê Kurdên me digotin : „Bijî Rusya“.... Îro jî Amerîka hêzek wisa ye û em dibêjin : „Bijî Amerîka“....Sibê cawa dibe? Nizanim..............Bi a min, pêwîst e hemû hêz û kesên Kurd, kî li ser kîjan bawerîyê be, bila bibe. Lê herkes pêwîst e sedemên parastina bîr û bawerîya xwe bide dîyar kirin... Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya me gengesheyek bingehî heye... Ji ber ku temû tisht tevlihev bûne wekî sergo lê hatîye û genî bûye...Wê dema gelek an neteweyek bê rêkxistin, bê teorî, sîyaset, bê îdeolojî be, ew gel bê stratejîya netewî ye... Rojeva wî gelî tun e... Heke car û bar hinek tisht bên rojevê, ew jî ji alîyê derekî ve tên..... Ji sûd zêdetir, zîyanê dide wî gelî... 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.