بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dîsan Li Ser Dr. Berhem,

  Îro min malpera Rojnameya Xebatê vekir, manşêta wê bala min kişand. Sernûça menşêtê wisa bû: “Serokê Kurdistanê pêşwazîya Wezîrê Nexşekêşana İraqê dike”.... Li jêrê jî wêneyên Kek Mesûd û Dr. Berhem hebû..Sedama vê hevdîtinê çi bû?Li gor Rojnameya Xebatê: “Dr. Berhem li Komara Tirkiyê beşdarî civîna Hevkarîya Aborî a Rojhelata Naverast kiribû û di derheqa vê civînê de agahdarî dabû Serokê Kurdistanê”....Ev helwestê Dr. Berhem ji bo me Kurdan bi giştî û ji bo Kurdên Başûr bi taybetî gellek giring e.Dîsan pêş çend mehan, Dr. Berhem çûbû Amerîkayê û li wir li gel gellek berpirs û wezîrên Amerîkî, hevdîtin çêkiribû.. Wê dema Dr. Berhem vegerîya ji bo welêt, yekser çû li cem Serokê Kurdistanê û agahdarî di derheqa hevdîtin xwe li Amerîka de da.....Ev helwestê Dr. Berhem tiştekî gellekî balkêş e û rastîya Iraq û Kurdistanê nişan dide. Dr. Berhem bi vê helwesta xwe ve nîşan dide ku, Kurdistan û İraq bi sîstema federal bi rêvediçin û du desthilat hene... Yek li Bexdayê ye a din jî li Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê jî ew hem diçe ji bo Bexdayê û hem jî tê ji bo Kurdistanê. Hem li Bexdayê Serkomar û Serwezîr dibîne û agahdarîyan dide.. Hem jî tê Kurdistanê, Serokê Kurdistanê dibîne û agahdarîyên pêwîst dide.Dr. Berhem bi vî helwestê xwe ve ji bo hemû dost û dujminan nîşan dide ku, lı vî welatî du serî, du desthilat, du otorîte û du xewn hene... Ew vê yekê jî di pratîkê de nîşan dide..Îro heftenameya Medyayê noveroka Nameya Mam Celal û Kek Mesûd belavkiribû.. Wê dema min ew daxwaz û pêşnîyarên herdu Serokên Kurd ji bo Caferî û Hukumeta wî xwend û min dîsan dît ku di navbera Kurdan û Ereban de qet xalekî hevbeş nîne... Ev şerîkayetîya Kurdan û Ereban wekî a gur û berxê ye... Riya te rast e Dr. Berhem, berdewam ke.Pêwîstîya me qadroyên wekî wî heye.. Dîsan ez ê çavdêrê çalakî û xebatên wî bim..05.10.05[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.