بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 7 June 2008

Bedreng ji bo rengê xerab tê gotin, anku xerabreng.
Ev gotina pêşîyan çiqasî di cîh de ye, dibêje bila her kes û her tişt bi awayekî bi rengê xwe hebe, cîh bistîne.

Anku ev tiştên ku dibêjin demokrasî, maf û azadîya xwe îfadekirinê, pirrengî, pirdengî û hwd, va ye ji berê de ji alîyê pêşîyên me, bavûkalên me bi gotineke xweş, kurt û Kurmancî, bi hawakî hindik û rindik hatiye raberkirin.

Lê belê meriv dikane pirsekê bike, lê heke bedreng çakrengan, anku rengên baş, şêlî bike, bilewitîne, nehêle ku em bi çakî û başîya wan şa bibin, em ê çi bikin?

Ji ber ku bi awayekî zanistî jî meriv tê digihêje ku fen û fîtên rengan hene, dikanin meriv bixapînin jî.
Çawa? Dema ku hinek reng di hinek şerd û mercan de tên ba rengekî binavkirî, an jî rengine taybetî, dikanin orîjînalîte yan rasteqînîya wan rengan xerab bikin, bilewitînin; bedrengîyê bikin, lê ne tenê bi rengê xwe xerab, lê her weha bi xerabrengîya xwe rengên din jî xerab bikin.

Aha li vê derê dibe ku berpirsîya birêvebirîyê dest pê bike; divê vê pirsê ji xwe bike: wek birêvebirî ez dihêlim her reng tê de cîh bistîne, çi bed çi çak, çi baş çi xerab, xwe bi hawakî îfade bike, lê belê heke rengek, an jî dengek, li vir em bibêjin nivîsek an jî hinek nivîs, başî û çakîya hinên din bilewitîne, an jî şêlî bike nehêle ku beşdarên din jê îstîfade bike, gelo wê gavê ez çi bikim, di wê niqtê de berpirsîya min dest pê dike yan na?

Rêz û silab

Mancel

Wekî tu jî dizanî, di civatên rojhilatî de bi hinek sedemên dîrokî û civakî rê li ber bîrûbawerîya azad hatiye girtin. Bi taybetî, neyar û nehez û dujminên Kurd û Kurdistanê bi hemû rê û reçkan ve hewl dan gelê Kurd wekî netewe li ser erdê nehêlin. Ji bo vê yekê jî wan hertim hewl dan çi peywendî raste rast an jî ne rasterast ligel Kurdan heye linavbibin.. Bi sedema van erîşan û tevkuştinan di nav civata Kurd de û heta radayek dîyarkirî di kesayetîya Kurdan de gellek tiştên ne licih, ne lirê û xirap peyda bûn.. tekrewî, "eznavend","ezxwedê" an jî "ezbenîtî" heta radeyek berbiçaw cîgîrbû. Gelê Kurd nikare bi çanda xwe û bi zimanê xwe azad bijî.. Ji ber vê yekê jî piranîya tiştên Kurd îro kartînin an xwedan derdikevin ên Kurdan nînin. Neyarên me ne pirrengî, ne pirdengî, û ne jî pirrengî hîştin. Ji ber vê yekê ye ku em pêvejoya ji nû ve avakirina Kurdîtîya xwe de ne. Newroz Com derfetek baş dide ku hemû Kurd bi rengê xwe hest û bîrûraya xwe derbibire. Lê gellek heval û hinek nehezên Kurd dixwazin vê platformê têkbidin.. Pêwîste rêvebirîya malperê, nivîskar û xwendevanên malperê bi hevrê bi yekdengî vê pirrengitîyê biparêzin. Bi silavên germ G.Xoçvani

Sipas ji bo bersîvên we yên germ, hevalên hêja, tesbîtên we jî rast in, bi hêvîya ku em bikanibin di vê Foruma Kurdistanî de car caran bi Kurdî jî komunîkasyonê bikin, bîhna çîya û gelîyên Kurdistana qedîm, deşt û zozanan ji van deran bînin. Rêz û silab Mancel

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.