بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

EVÎN/ Medenî Ayhan

Medeni Ayhan Dibejê kû......
EVÎN

Tu evîn
Tu hêvî
Tu hesret
Tu bîr û baweriya min
û jîyan
Têm te himbêz bikim
Welatê Rojê
Ji te hez dikim

DİL

Bi birîn
Di reşyê de
Bê av
û nan
Di nava çar hêtê hicrê de me
Dîsa di dilê min de
Hawîrdor li hev dilîze agirê azadîyê
Bi eşq
û dilgerm
û beşûş im

HEFT DİL

Keça zerî por xelek
Di eşqa xwe yî pêşî de
Çawa bi heft dila
Ji xortê çavreş hez dike
û bi mirinê jê qut nabe
Em jî wisa
Ji wekhewî
û hevpariyê venabin

Axa sor
Çawa têr nabe ji baranê
Ji kûr û hûr dixwaze
Em jî wisa
Ji nav û hinavan
bi heft dila
Azadî û biratiyê dixwazin

GULA Bİ XEML

Gula sor;
dixemile
Şînaya wê bêtir şîn dibe.

Gula sor;
dixemile,
Bi hasreta hezar salan

Gula sor;
dixemile,
Roj li gulê derdikeve
û li jiyanê vedigere

Gula sor;
dixemile,
Di ber strana kedkar de
A z a d dibe

GER EZ BİMRİM Dİ ŞER DE

Hevalrêno,
Rihên min,
Hêviyên her du çavên min,
Tembî li we be,
Ger ez bikevim axê di şer de;
Xwîna min bela bikin û bi parzînin li axê.
Bila bi keda karker û gundiyan re bibe yek.

Hevalrêno,
Rihên min,
Hêviyên her du çavên min
Roja ku welat azad be,
Çek û rextê min,
Bişînin Tîmor,
Filistîn û welatê Bask’ê.
Ji keç û kurên dilovan re
Ji zarokên şoreşê re

Hevalrêno,
Rihên min,
Hêviyên her du çavên min,
Keda destgehê dayikan;
Nanê tendûrê
Di nav ala wekhevî û hevpariyê kin
Ji gelê Efriqê re bişînin
Gelê bindest û kedkar ê dinê bira ne
Mîna pelê darekê
ava çemekî
û axa welatekî
Rihkî ji riha ne.

EZ HÎN DERVAYÎ ME

Tavika serî diperitîne çû
Çileyê çile
Hevtika qeşa girtiye
Berfê qam daye
Û bahoz li hawîrdor diqelibe
Dipijiqîne.

Vizeviza baê ye
Hilkehilk li kevira ketîye
Û dîs dervayî me
Li newala
Di nava av û heriyê de
Bi dê û zaro
Belawela me
Welatê min dîsa wêran e.

Qewirandî me
Ji aliyekî welatê xwe
Xerîb têm dîtin
Li aliyê din î welatê xwe
Bê av
û nan
û rohnî
Di bin konika de me

Dilê kesî bi xwe naşewitînim
Min gelek qereçarşemê wisa
derbas kirine
Berê min pir dane mirina
Û ji mirina hatime

Hawîrdor çîya ye welatê Rojê
Ji Ehmedê Xanî û vir de
Eşqa me ye

Hêrz û tevzînok
Ha ha min digrin
Tengiya bêhna min nayê pîvan
Ev kî ne; xwe dikin xwedîyê welatê min?
Ranagre dil
Bêjin ev qeder e
Lê nahisisim
Neqlek din qaqebo
Carek din qaqebo

WİN Mİ NASNAKİN

Heçi win;
Zarokên doh in
Win mi nasnakin
Herin ji Zaxros
Ji Mezra-Bota bipirsin
Di axa wan de;
Pêşi min xwêhdan rijandiye,
Û qeşa şikandiye
Herin ji Zaxros,
Ji Mezra-Bota bipirsin
Heçî win;
Zaro ne
Win min nasnakin.

Heçî win;
Zarokên doh in
Axa Mezra Bota.
Bi ked û hêsrê çavê min hatiye şûştin
Li ser ferşa ji çaxê peşî û vir de
Navê min heye
Dengê min xweş nasdikin zêvî
Di ber kar de min stran gotiye
Û pelê dara
Di ber stranên min de xwe hejandine,
Agirê Newrozê min pêxistiye
Herin ji Zaxros,
Ji Mezra-Bota bipirsin
Heçi win;
Zaro ne
Win min nasnakin

HEZ Jİ TE DİKİM

Hez ji te dikim axa welatê sorîn
Hez ji te dikim
Dilgermîya min,
Hesreta min,
Hêviya her du çavê min
Gav bi gav
Bost bi bost
Çimik bi çimik
Çar rih ji rihekî

Hez ji te dikim axa welatê sorîn
Hez ji te dikim
Bêhna gulê ye
Xwehdan û ked e,
Û hêsrên çavên min in libên te
Dilketina min ne a van sala ye
Ji deh hezar sal hildikişe
Ev evîna mezin e
Çiqa qîr dikim
Dengê min têr nake
Di ser hemî zimanan re dibihire.

KULMEK AX

Winê bixwazin
Winê bixwazin heval (!)
Hîn gelek caran ji welat
kulmek ax
Daxwaziya we yî sersalê ye ji min
Ji ber
Win bêhnkin
Li ber serê xwe deynin
li ber çava
Reyhan di nav de biçanda

Di wê şeva qeşagirtî de
Zarûkên Ahûra Mazda
Agir li axê dileyizînin
Dil ranagre
Ji vê dilgermiyê
Û dîlana mezin
Kulmeke ax veqetînim
Bi ber bêvilên we hatibe bêhna axa welat
Destê xwe têxne berîkên xwe
Û rê bigrin
Bêhn û ramûsan bikin bê minet

YADÊ MİN AZADÎ NAS KİR

Yadê min azadî nas kir
Min ji şîr vek
Ka çek û rextê min
Bi riya çiyê de berd

Yadê min azadî nas kir
Min ji şîr vek
Gula girtiye hawîrdorê çiya
Gulên sor û zer
tevî pel kesk in

Yadê mi azadî nas kir
Min ji şîr vek
Bajar bi gumîn in
Çiya bi qêrîn in
Hêviyê naşkînim
Serî danaynim
Ev dîlan e
Dîlana zarokên Kûrda ne

RİH Lİ BİNXETÊ, RİH Lİ SERXETÊ

Em tevrik hildidin
Di binya têlên sînor de
Û ji nava zadê pahnavê;
Xişexişa tapana bilind dibe
Em digrin hedrê
Pale hedrê digrin
Strana me jî yek tê gotin
Li cîkî ji hev vedibe,
Li cîyê din bi hev ve dibe
Rih li ser xetê, rih li bin xetê
Ax......ax

Zarûkê me diqedimin ber xetê
Zarûkê pala diqedimin ber xetê
Cilê wan yek,
Û bi riqa
Xeberê wan yek
Ji kûr û dûr didin hev
Kenê wan dilgerm
Tu dibêy ji hevdu diqetin
Rih li bin xetê, rih li ser xetê
Ax.......ax

Li ber xetê leşkerê Romê diçin û tên
Qise dikin
Tiştên dibêjin
Em kêm fêhm dikin
Li binya xetê ebed fêhm nakin
Sînor dûrûdirêj kişandine
Di nava dilê axê û zarûkan de
Rih li bin xetê, rih li ser xetê
Ax......ax.

HÊVİYA HER DU ÇAVA

Hey zarûkno
Rihên min
Hêviyên çava
Herin wî gundê nihêlê
Li Xanê bipirsin
Xaniyê wê tebixî ji kelpîçê heriyê
Û di hewşê de stûn e
Li ber stûnê
Bê hilm û gulm
Teşiyê dirêse
Jê re bêjin
Bila bi dilgermtir teşiyê birêsîne
Û dergûşê bê etlayî bihejîne
Bila melûl nebe
Çavhêsira nebarîne

Hey zarûkno
Rihên min
Hêvîyên çava
Bên, Hogirê te di rê de bû
Çek li milan di riya çiyê de bû
Mirin jî hebe di wê riyê de
Ji nû de jiyanî
Wê hêvî û eşqa min bimîne
Hêvî nayê şikandin

TU PÊ DİHİSÎ

Tu pê dihisî
Li daristana Rojhilata Navîn
Dara me
Xişexiş lê ketiye
Xwe ji kurm û birîna paqij dike

Tu pê dihisî
Dinale,
Bi yeqenîya risas girtî
Ji ber birîna hezar sal

Tu pê dihisî
Xumexuma çemê Feratê
Xwe bi qêrîn berdide
Û heta pişta çiya yê Qaf
Gul
Heft reng vedike
Havîn û çileyan nas nake
Tu dibinî?
Pê dihisî?

GAZİYA ÇİYAYÊ ŞİNGALÊ

Kî kare, rihê min
Ji te veqetîne
Her roj
Bi navê te sond dixwim
Mîna bi serê zarûkên xwe
Tu namînî sînor
Di nîvê axa welatê xwe de
Ey... çîyayê Şingalê

Ev evîn ne ya van roja ye
Ji kûr û dûr dikşîne
Rih ji riha distîne
Têm li şaxê te
Ala kesk û sor û zer hildim jor
Û li gelê dinê silav kim
Tu namînî sînor
Di axa welatê xwe de
Ey... çiyayê Şingalê

GÛLBERFÎNA MİN

Diqelişîne
Û şintê di tahtê de
Gûlberfîna min
Li sînga newalê,
Û li ber serê avê
Û li nav malê wêranî
Eşq e,
Ji dil girtiyê keç û kurê min
Wê bibînin
Wê gel bên himbêz bikin
Gûlberfîna min

Axê ji ser xwe diqulipîne
Roka reştariyê
Gulberfîna min
Geş dibe eşq ji kûr
Mar û marmarok
Bi bahoz û qijakê re
Wê bibînin
Wê gel bên himbêz bikin
Gulberfîna min

Bizir berdide axê
Dilgermî ye;
Şax vedide
Di dilên zarokan xwas digerin, li gastînê
Dihijhije
Û li wî alî li vî alî, axa sorîn dixe
Û maçîdike
Û serê xwe radike
Wê bîbînin
Wê gel bên himbêz bikin
Gulberfîna min

Tahtê diqelêşe
Gulberfîna kesk û sor û zer
Bi keda karker û gundiyan dixemile
Ro ziviriye
Rojik jê re derketiye
Wê bibînin
Wê gel bên himbêzbikin
Gulberfîna min

Çİ DİLŞAHÎ

Çi dilşahî
Çi dilşahî
Min ev roj jî dîtin
Zarû
Xort
Û kal
Ji bajar û gunda
Rêz bûne çiya
Dîlan girtine
Ji seri heya talî dilgermî û qêrîn
Û bi dengekî
Strana azadîyê dibêjin

Çi dilşahî
Çi dilşahî
Min ev roj jî dîtin
Totlanî hev dikin
Bê mecalti u belengazi
Karker û gundî u rewşenbir
Girtine dîlana şoreşê
Lîlelîl û qîreqîr diçe heya ezman
Dest bi gorna mîrê kedxwar kirine
Û danîne hedrê
Ji bajaran hildikişin çiya
Û ji çiya dadikevin bajaran
Bi dil û dengekî
Strana azadîyê dibêjin.

PEVÇÛN

Dîsa
Kulilk û şax vedaye
Gula kesk û sor û zer
Di wextekî berbangê de
Li totîka çiya
Di ba û bahozê de
Û di hindurê agirê eytûnê de
Bi êşa sedsala
Ji hûrayî û kûrayî hildikşe
Li çar aliyê Welatê Rojê
Ev pevçûna mezin e
Ji bona;
Wekhevîyê,
Azadîyê,
Hemberiyê,
Û biratîyê

WELATÊ YEKBÛNÎ SERBİXWE Û SOSYALÎST

Li ser axa sorîn
Û pelê dara
Û gulê nû kulîlk dayî
Bi xwîna xorta
Û bi dengê dengbêja
Di nivîsim navê te
Welatê yekbûnî, serbixwe û sosyalîst.

BES E
- ji Îsmaîl Beşîkçî re –

Bes e
Kêr giha hestî,
Bes e,
Dijmin av vexwar ji hestî
Me kuşt
Û totlanî hev kir,
Şexsiyeta koleperestî
Bi bera pêşî re.
Sorî
Û agir girtî.
Gulberfîn serî hildaye
Fetiqandiye nava zinara
Azad dibe,
Bi ked û xwîna rêhevala

Bahweriya me;
Xewna sed sala himbêz kiriye
U dil zeft kiriye
Roka wekheviyê,
biratîyê
azadîyê girtiye
her çar aliyê welatê me

Pêl li hev du dikevin
Xumexum li ava ketiye
Û li hemberî mar,
Marmarok
Û kurma,
Gulberfînê
Ramûsan girtiye
Gel ji dil fehmkirîye,
Bê ev çi dilgermî ye
Û ji ku parziniye

Tu dibînî dosto
Binê erdê, ruyê erdê dihejîne şoreş
Sonda me ye
Li ser lib û liba axê
Û niquta avê
Ev qêrîn û dîlan
Li zindan
Bajar
Û çiya
Wê li dar bimînê

Emê binax bikin
Em binax dikin
Li welatê Rojê
Mêtîngerî û nijatperesti

NEGRÎ KURİK

Lawê ked kir
Negrî kurik
Tu Kurd bî
Ereb bî,
Faris bî,
Romî bî,
Ka wer cem apê xwe, tu çi kes bî
Ê ji nan û ava xwe
Ji dilgermî û qêrîna xwe nede te
Ne kurê mêrxas ji bavê xwe be

DEWRAN VEDİGERE

Dem tê,
Dewran vedigere.
Ronayî çi distîne ji reştariyê.
Zarûkên Kurd,
Li bexçê azadiyê
Bi hevdu re şa ne.
Bi rûwekî beşûş
Rihekî ji riha ne

DÎLAN

Tu hêsira nebarîne keça min
Dilê kesî bi xwe neşewitîne
Ji mirinê xerabtir e
Bi ken be
Wê deqis li dijmin keve

Li xweşikbûna çiya mêzeke
Kulm bik axê bêhn ke
Û bi heft dila maçîke
Bi rojik û kedê, gula di axê de xweşik dibe

Xelasî li dîlanê Kurda tuneye
Desmalê bê etlayî û sih carî
Sîh û yek carî bihejîne
Û bi çiya de here
Bi zarû, xort û kal
Li bajaran vegere

MA KARÊ MÊRA

Hêzar Salî
Hemo û Memo
Di welatê xwe de
Bindest û ketî,
Mirar,belengaz û reben
Hîn newêrin bi zimanê xwe bi axivin
Di nava ax,
Û av
Û dahlê xwe de
Birçî
Û di reştarîyê de
Kelegirî
Sefîl û perîşan

Mêtînger,
Zerikek av û felqek nanê tişî
Zêdeyi serê wan û bavê wan dibîne
Kengî dîxwaze
Ku haya wan ji baê felekê çêbibe
Û şoreşger şîretkê li wan bike

Ax, axa Hemo û Memo
Û di nîvê germa havînê de
Pişta wan ji xwêdanê şil dibe
Genim,
Ceh,
Nok,
Kul û cevahir
Bi bêndera
Bi bêndera radibe
Lê dîs parsekê malê xwe ne
Gepa nan bi şeqam
Qulpa avê bi dahfa ye

Dilê Hemo û Memo
Tu dibêy avêtine ser tinga
Ku nijatperest dengê we li wan dike
Nigê wan li pişta sitûkurê wan dikeve
Lê li hemberî hevdu;
Ma karê mêra (!)
Ma karê mêra (!)
Ji wan derdikeve
Li ser zarûkê giryandî
Dê weledê xwe davên.

PÊJNÊ KALO

Kaloyê li ber hêt
Serî di ber de
Çimikê darik di dest de
Li vî alî, li wî alî axê dixepêre

Heye
Rojbûna wî hatibe ber çavê wî
Wextê navka wî jê kirin bê derman
Cilêt li pişta wî dan
Û li ser bêjingê razandin

Heye
Dayika wî di bîra wî de be
Û lorandina
“De lorî kurê min de lorî”
Hîn di ber guhê wî de be

Heye,
Lakê qaqûç,
Kerkê dirêj
Û Slêman liqliqî can
Bi salê zarûkatî yê re hatibin bira wî

Heye,
Eşqa pêşî hatibe ber çavê wî
Li ser kaniyê
Û çala
Û li beriyê
Bi awirên kûr

Heye
Di kelegerma havînê de
Û di nava xwêhdanê de
Tevlî das û şerbikê xwe
Û paleyî hatibe bîra wî

Heye
Zewicandina pêşî
Bi revandin
Xwîn û bêş
Hatibe bîra wî

Heye
Bi ber xwe dikeve
Ji ber ku jîyan xweş û azad nekir
Ji zarûkan re

Heye
Tiştekî pêde nekiribe
Nexwaribe
Û venexwaribe
Wek şîrê şêr, di eyarê şêr de
difikire

Heye ku
Sed salkî din bixwaze bijî
Destê wî ji dinê nebe
Û tirsa mirinê girtibe rihê wî

Jİ EVÎNDARÊ RE NAME

Evîna min
Em li çiyê ne
Di wextekî şevê
Û reştarîye de

Bê nan
Û bê av
Lê bi hêvî
Bi bîr û bawerî

Bi dengekî
Û navekî
Û gurçikekê
Û bi dilgermiya şoreşê

Em dibihirin li deşt û çiya
Karker
Gundî
Rewşenbîr
Tu dibêy kevir dicûn nigê me

Evîna min
Li pahnava pêşiya me
Dengê dawetekê ye
Def û zirne lêdixîne
Ribab cî jê distîne
Dê weledê xwe davêje
Ma tê bêjî tembûr
Ma tê bêjî tembûr lêdixîne
Rihê min bê qeder distîne
Bi dengekî
ziz û naz
Ji kûrayî
Û hûrayî dihelîne
Muyê laşê min dihejîne

Evîna min,
Em ji çemekî derbas dibin
Di kaş û newala re dibihirin
Em li dara
dar li me difitilin
Pel di baê de, bi dijwarî hevdu maçî dikin
Qêrîn
Dirê heft ezmana

Evîna min
Axa sorîn kulîlk û gul girtiye
Bêrîvan
Xerdel
Û berfû
Serî bi me re rakiriye
Ji wextê ku me stran bi devê lûla gotiye

Evîna min,
Em stranê ji xweşikbûna çiya re dibêjin
Û bi gula dixemilînin
Azadî
Hevparî û jiyanê
Em bi destekî û ji nûvde dixwuliqînin
Bira baş bê famkirin
Bê çima me rih kiriye diran
“Yek ji bona hemiyan, hemî ji bona yekî”

Evîna min,
Mirin ji me re ne dilşahî ye
Lê mirin ji nûv de û xweşiktir jiyan be,
Li ser sera
Û li ser çava cî jê re heye
Roja axa sorîn, bê sînor bikene
Emê di lûlê çekan de
Gulê sor, zer û pel kesk deynin

Evîna min
Ji hemî kesî re bêje
Pêjin û ramanê me
Silav li te
Silav li we hemiya
Silavê şoreşî

GİRTİNE SER ÇAR PELÊ GULA ME

Eşqa me
Bi xencer kirine çar per
Û girtine ser çar pelê gula me
Navê bapîrê xwe hîn didin
Bajar
Gund
Û zarûkê me
Çavê wan lê ye
Lixab li ser zimanê me deynin
Û xerîb bihêlin li av û axa me
Ev çend sed sal e
Dirijînin xwîna me
Û hîn me bi me didin kuştin
Di şewitînin gûndê Welatê Rojê
Kup dikin bi hilgavtin
Dê,
zarû
û kal
Her roj xwîna Kurd dirjînin
Li kolanê bajêra
Ji pişt wê û bi berkê bêbext

Hîn çavê wan lê ye
Me bihêlin parsekê ked û zadê me
Kî qebûl dike
Jiyana bê rûmet û xîret
Em jî dixwazin li daristana dinê
Di serê baharkê de bibne darek
Li himberî kijaq û bahozê,
ji gelê dinê re bibne birakek
Kedxwar fahm bikra ji evîna me
Û rê tê de bihişta ji bo azadiya me
Ma kengî radibû destê me li mirov

DÎLANA ŞOREŞÊ

Kîja rêheval
Tewaf dike axa welat
Sed hezar dil bi dengekî stranê dibêje
Û bi dûve dimeşe
Li zindan
Çiya
Û bajara bi hevra dilîze agirê şoreşê
Seknandin li dila tuneye
Ku risasê li ser riha bihelînin

Tahtilerd û korîma Ehriman be
Dîsa çîrokê mirinê bêje çi ye?
kî lê dihishise?
Mirin jibo jiyana nû û azad be
Li ser sera û çava tê
Bila heya heya bê:
“ Pejka baranê li erdê nayê
û siberok li axê dernayê”

Ev hesreta
Mem û Zîn’ê ye
zorî lê nare
ji dilekî tê
û bi dengekî tê gotin
Strana eşqa mezine
Qêrîn li ezman nasekine
Ev
Dîlana şoreşê ye
Geş dibe
Gel bi hûrizî hildikşe çiyê
Û dizivire bajêr
Deng li wê stranê qut nabe

ZARÛKÊN AHÛRAMAZDA

Ehrîman bi destbirakên xwe re
Pelê gula kesk sor û zer diweşîne
Keda axa me dimije
Û xwîna me dirijîne
Ji aliyê başiyê û xweşikbûnê çi hebe
Bi qirêja xwe dilewitîne
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên diyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî xwedayê xirabîyê û nebaşiyê Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Cilê me bi riqa
Nigê me tazî
Di destê me de dihêlin nanê rijî
Me bi me didin kuştin
Li ser ked û zadê me
Kengî em li hev xin
Û belawelabin
Dikenin,
Û ji kena dilê wan ji wan diçe
Ku em jiyanê par vedikin
Zarûkên me di pêsîra dê de dikujin
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên diyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî kedxwarê Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Di nava pelê gula sorîn de
Danîne têl, bimbe û leşker
Nijadkujî
Ji me re kirine mîna qeder
Ehrîman bi destbirakên xwe re
Lorandinê bê rûmetiyê dixwîne
Ku li welatê rojê reştariya xwe bihêle
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên diyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li himberî parvekar Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Li Welatê Rojê
Çar hezar gund
Bê kes û kûs
Û xera kirine
Daristan
Dahl
Bexçe
Û zad di nav agir û dûmanê de ne
Ji zarokên heft salî
Heya kalên heftê salî
Bi milyona Kurd
Bi hilgavtin koçberî derdorê bajara
Û bin konika kirine
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên dîyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî zilimkar Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Şeş sed û çil zindanî
Hindik dibîne
Dîwar li ser dîwara lêdike
Zarû
Dayik
Û kal
Bi deh hezara rih li nav diwara dicivîne
Teyara di ser zindana re difirîne
Bi bombe
Û dînamîta êrîş dike
Bi qurmê bizmarkirî
Serê êsîra difeşkilîne
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nav birûskên dîyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî eşkencevan Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Li ser riya
û zikaka
Her ji penc gava
Seh dikin ser û cilên Kurd
Gavê şeş û hefta
Şeytanokê xwe dixin êrîşê ji pişt ve:
Her roj
Û li her bajarê Kurd
Bi demançê takarov
Bi xwîn dikin kolana
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên diyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî qetilker Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Bi zimanê xwe nivîsandine
Û navê bapîrê xwe dane
Zarûk
Û gund
Û bajarê me
Strana bi zimanê Kurdî mîna dirêşikê li Ehrîman dikeve
Hîn çav lê ye
Navnamê xwe bihêli di berika me de
Di sed sala bîst û yekê de
Evana fedîkar derdixin
Suxtê xwe Misolînî û Hîtler
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên diyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî pişaftinkar Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

Balîna dimîne asê
Li Okyanûsê di nava tehta deŞaweşaw radibe
Li televîzyon û rojnamên dinê
Li Ruha yê tovê çûkê serperitî diqele
Tên bi hewar ji Çar aliyê dinê
Dilê me jî bi heywana dêşê
Û me pêl kêzikekê jî nekiriye
Lê ku kes guh nade jiyan û azadiya mirov
Wê kî çi bike ji çûkê ser peritî ?
Me jî di neh meh û neh rojan de
Wek hemû mêrxas ji bava
Bi qêrîn û girîn
Di nava birûskên dîyên xwe de
Çav vekiriye dinê
Li hemberî canbaziya Ehrîman
Em mirov in
Zarûkên Ahûramazda ne

STRANA MEZRA BOTAN

Mezra Botan
Tu karî bêjî
Berî niha bi çend hezar salan
Tiliyê me
Di zeviyê te de
Şûn vedane
Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve
Bê ji hewdikê te pêşî kê av vexwariye
Û li ber siya darên te xwe vezelandiye
Bindestî
Serfirazî
Û şerê me tu baş zanî

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
Di stranekê palê xwe de bibêj
Bê kê ev bîhna xwedanê rijandiye zeviyên te
Û pêşî kê av daye werz, rez û daristanên te
Tu bêbext nakevî
Ka bêje dilxweşî û mirovtiya me
Bê kê bi agirê Newrozê
Rohnayî da der û dora te
Û ji nûv de xwiliqand
Wekhevî
Biratî
û azadî

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
De bikêlim rihê min
Dilê te bila giran nemîne
Em evîndarê te ne
Hesreta dila bi te nakeve kelegirî
Melûlbûn ne para te ye
Wê hemû tişt di qêrîn û ken de vebe
Ka bêje bi serê ziman
Deng bide ji qêrîn hewar û nalîna me
Bê ji kîjan hestî tê
Çawa xwîn digre rihe me
Tu ne a van salan î
Tu ne a deh hezar salan î

Serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
Çend sed sal çêbû
Bindestiya me
Tu ji me re bêje
Ku dilê me bêtir bişewite
Û deqis li pîsa keve
Bêje
Çima axa te
Di nava şûr û mertalan de maye
Bi dayik, zarû û kal
Çima bimbe dixwe ji dilê xwe
Hîn ev çi qewirandin in li axa te
Ka bêje, di şerekî dûr û dirêj de
Ku muyê laşê me biricifin

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
Tu zanî ku me
Çi êş kişandiye
Di xişexişa pelê daran de
Û xûmexûma avan de
Bê av, bê nan û di reştariyê de
Û ji aliyekî axa xwe, kî koç kirine ciyên dîn
Zarûkên kê qetil kirine
Di qûndaxê de
Di şerekî dûvdirêj de bêj
Tu dibînê
Pêşmerge axa te maç dikî

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj

Mezra Botan
Diya dîrokê
Ji jiyana xwe bistîne û bibêje
Ehrîman û destbirakên wî
Çawa welat kirine par par
Û sînor kişandine ser dil bi şevan
Bra li vî alî
Xwih li wî alî
Dayîk li vî alî
Bav li wî alî
Belawela kirine
Ku avê ji axê
Tavikê ji şînayê biqetînin
Zanîna te heye Mezra Botan
Ma dil wisa radigire
Tu dibînî
Pêşmerge ji bo dilgermiya te dest dikşîne rojê

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
Tu bêje ji zarûkên xwe re
Ma dijmin ji mirovtiyê fehm kiriye
Ji zilmê
Û xwîn rijandinê pêve çi naskiriye
Rê di çi de hiştiye
Tu dibînî
Hawîrdor dijmin
Girtibin wek bizrê qulî jî
Qelandin, koç û hilgavtin
Ne para keç û kurê te ye
Kîjan dilî koletî ragirtîye?

Zarûkê Welatê Rojê bi kedê
Li totîka çîya ji te ra
û ji nûvde dixwiliqînin rojê
Ka em stranekê bêjin bi zimanê xwe

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
Ji îro pê de
Rûken be
Zarûkên şoreşê me
Egît ji egîta ne
Di agire eytûnê de bi ken
Qêrîna azadiyê bi mirinê girtine
Li zindanan navê te dikolin bi neynûkan
Keç û kur bi heft dila ji dilekî
Ev bîr û baweriya risas
Bi qayiş û berberî
Û lîlelîl
Ji bo azadiya te ye
Bêhnê bid û bistîne bi me re
Tu bi xwîn û keda pêşmerga xweşiktir dibî
Ka em straneke şoreşê bêjin
Pir dûvdirêj

De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...

Mezra Botan
Dilxweşiya te, dilxweşiya gelan e
Xem û gazin ne qeder e
Guhertin ji bo hemî tiştî ye
Tu li rojhilata navîn
Ji şoreşa nû bi hemle ye
Newroz dîsa di dilê gelande ye
Ev govenda hildikşe çiyan
Û dîsa rêz dibe bajara
Û bi dengekî stranê dibêje
Ji bo evîna te ye
Stranê bi me re bibêje
De serê xwe li me giran meke
Dilê me bi xwîn meke
De bibêj...
Ha wisa
Ha wisa
Ha wisa ha...

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.