Di 22.Salvegera Karesata Kîmyabarankirina Helebceyê de 16ê vê mehê di merasîmekê de li hola Parlamentoya Federala Kenedayê de yada karesata 16'ê Adarê hate kirin.
Roja sêşemê jî Parlamentoya Federala Kenedayê ya li Otovayê, bi amadebûna parlamenter û gelek kurdistaniyan,nûnerên rêxistin û partiyên kurdî rûniştinek saz kir.
Destpêka rûniştinê de endamê parlamentoya Kenedayê Cîm Kircyanîs derbarê Karesata Helebceyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got:“ Îro rojeke girîng e, em ji parlamentoya Kenedayê ji cîhanê re radigihînin ku 22 sal berê rejîma Sedam bi destê Elî Kîmyawî û bi çekên kîmyawî li Helebceyê, li dijî neteweyê kurd û mirovayetiyê tawaneke mezin pêk anî û di nava çend deqîqeyan e hezaran welatiyên medenî kuştin. Min bi xwe jî serdana Helebceyê kir û li monomênta Helebceyê min soza wê çendê da xelkê bajarê Helebceyê ku ezê tawanê Helebceyê bigihînim parlamentoya Kenedayê û bi cîhanê bidim nasandin ku ew tawan li dijî mirovayetiyê hatiye pêkanîn û divê wek jenosîd bê naskirin. “
Paşan serokê parlamentoya Kenedayê li ser pêşniyara Kircyanîs, dosyeya Helebceyê xiste dengdayînê û bi hemû dengên parlamenteran biryar hate dayîn, tawana Helebceyê wek tawanê li dijî mirovayetiyê bê tomarkirin.
Heman roj parlamentoya federal ya Kenedayê di rûniştina duyê de derbarê Karesata Helebceyê de bi amadebûna Kircyanîs û nûnerên kurd, konferansek saz kir.
Kircyanîs di gotara xwe de spasî her çar partiyên nav parlamentoya Kenedayê kir û got:“ Biryara parlamentoya Kenedayê serkeftineke mezin a gelê kurd e.“
Pukmedia
Re: HALEPCE KURDLER VE SORUMLULUK....