Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 13 August 2008

[b]Roj baş...[/b]

-Goran Candan bi nivîsa xwe ya nuh
- Helbestvan Kamran Simo bi helbesta xwe ya herî nû bi we re ne.

Fermo

Silav û hurmet
[b]Zarathustra News[/b]

Zarathustra News – [email protected] 

[color=#CC0000][size=large][b]* * *[/b][/size][/color]

[center][size=large][color=#990000][b]CEGERXWÎN[/b][/color][/size][/center]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/cign.jpg[/img][/center]
[center](1903 Hesar/Mêrdîn - 22-10-1984 Stockholm)[/center]

[b]KURTENASANDINA Berhema Hozanvanê Hevdem CEGERXWÎN: Dîwana Yekan[/b]

[b][color=#990000]DÎWANA YEKÊ YA HOZANÊ HEVDEM CEGERXWÎNê MEZIN[/color][/b]
[i]- Hozanê Serbestî-Azadî û Astiyê[/i]

[center][img]http://www.saradistribution.com/foto2/cegerxwinDiwanaYeke1.jpg[/img][/c…]

Ev dîwan sala 1945'ê li Samê, li Çapxaneya Tereqiyê, li nav Kitêbxaneya HAWARê, (hejimar 19'ê) hatiye çapkirin.

Berhem ji pênc besan pêk hatiye: Hozanên di warê:

1- Welat û Milletparêzî
2- Mars û Xwesxan
3- Name û Resbelek
4- Helbestên Felsefî
5- Helbestên Evîndariyê

Her wisan jî li pêsiya berhemê, ji bilî pêsgotina Wesanxaneya Bahoz'ê, pêsgotinên Mîr Celadet Elî Bedirxan û Qedrîcan'î hatine bi cihkirinê. Nivîsa Celadet Elî Bedirxan ji Govara HAWAR'ê, ji nivîsek li ser jiyana Hozanê nemir Cegerxwîn'î hatiye standin. Nivîsa Qedrîcanê 18.2.1945'ê hatiye li qelemê xistin.

Berhem cara duduyan ji hêla Wesanxaneya Bahoz'ê, li bajarê Uppsala'yê li Swêdê sala 1979'an hatiye çapkirin.

[b]1- Li besê helbestên Welat û milletparêziyê çend ji ew helbestên, ku bi riya xwandina devkî û strandina li nav stranên stranbêjan, ku piraniya kurdan dinasin ev hene:[/b]

[b]JI BER DERDÊ EWAN[/b]

Kurdmanc hemî axa û beg û mîr û mela ne
Hîkmet ev e her dem belengaz û geda ne

Axa û began destê stem daniye ser wan
Talanker û diz Zû keles û bê ser û pa ne

(...)

[b]XEWA BIRÇIYAN NAYÊ[/b]

Bîrçîbûnê serê xwe hilda ev deh sal in
Kurdên reben li hawîr birçî û bêmal in

Hin dewlemend û têrmal û pir zêr û gund in
Lê pirên wan belengaz û reben û bê sal in

(...)

[b]DESTÊ SÊX MAÇÎ NE KIN[/b]

Destê sêx maçî ne kin ew sêx ne qutbê razî ye
Tac û sewket tev xebata destê sar û tazî ye

Ew ne dîn e, dîn mebe, dîn serxwebûna millet e
Ser mebe ber lingê sêx, kengê Xwedê jê razî ye

(...)

[b]KURDISTANIM KA*[/b]

Bax û bistanim ka, Ax gulistanim ka
Dijmin tev girtin ax, Ax Kurdistanim ka

Em hanîn cîhanê wê, em kirin însan wê
Lê me zû ew berda, Ax Kurdistanim ka

(*) ev helbest ji hêla Hozan Sivan Perwer'î ve hat strandin.

(...)

[b]XANIYÊ COTYARA[/b]

Xanîkî kûr teng, li dor çar dîwar
Li ser wî pûs û li bin best û dar

Sifirne û sirik, bi kunc û eywan
Bi kulek û refik,hem bi nêrdewan

(...)

[b]2- Li besê Mars û Xwesxan çend ji wan ên naskirî ev in:[/b]

[b]EM NE KOLE NE[/b]

Ey welatem tev li kar in bende fermana te ne
Rencberê lawanê tû ne, lê ne ebd û kole ne

Em hemî yekdest bira ne, êdî kurd navê stem
Serbilind em dê bijîn tev sah û gavan dem bi dem

(...)

[b]KOMA MILLETAN[/b]

Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye j'xelkê re

Welatê kurdan hemî çîmen e
Egîd û sêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne

(...)

[b]SERXWBÛN[/b]

Kurdino merdino pir xwes e serxwebûn
Ew demên tar û teng ko me dîn va ne çûn

Dest bidin hev hemî, pês kevin em hemî
Da biçin bo welat yan mirin yan felat

(...)

[b]SÊRÎN[/b]

Ey keça kurd nû gihame tim dixwazim pêsveçûn
Doz û daxwaza me her dem tac û ala swerxwebûn

Tim divê ko em bixwênin da em ne mînin jar û dîl
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl

(...)

[b]DIBISTAN*[/b]

Her çar xêzên Kurdistan - hemî çiya û zozan
Tijî piling û sêr in - Bijî bijî Kurdistan

Ez biçûk im dixwînim - Zilma neyar dibînim
Bi kustin û bi ferman - Bijî bijî Kurdistan

(*) Ev xwesxwan ji hêla hunermenda bedew kurda Libnanê Sîrîn'î ve hatiye strandin

(...)

[b]ALA MIN*[/b]

Ala rengêîn pîroz î xwes - te hildigrim diçim bi mes
Tu l'ser milên xortên ciwan - Di nav te de yek roje ges

Ala sê reng î tu
Bi nav û deng î tu
Nîsan û ceng î tu

Ey xortên kurdan - Slavê lê bikin!

(*) ev helbest ji hêla Hozan Sivan Perwer'î ve hat strandin.

[b]3- Helbestên li besê Name û Resbelek ên naskirî ev in:[/b]

Di vê besê de Mamosteyê Helbestê Cegerxwîn nameyên helbestî ji, Xwediyê Hawar'ê (C.A.B) re, ji Mela Ehmedê Namî, Elî Ewnî, Qedrîcan, Osman Sebrî re nivîsîne.

Helbestek balkês li ser rewsa jinên kurd ên berbendkirî re nivîsîye:

[b]HERÊ XWUSKÊ[/b]

Bê bend û zencîr Tu têt girêdan - Bi her sê pirsan Tu tête berdan
Tu me neh mehan çawa hildigrî - Kê dirist kirye ji bo me lêdan

[b]GULFIROS*[/b]

Ez ji xew rabûm, mingulfirosek dî
Pir gelek sa bûm, gul bi dil didî - gul bi dil didî

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû
Ne bûme bawer, gul bi dil didî - gul bi dil didî

(*) Ev helbest ji hêla hunermend Aramê Tîgran ve hatiye strandin

(...)

Me Jînenîgariya Helbestvanê mezin ê serbestî-azadî û astiyê Cegerxwînê nemir hist dawiyê. Fermo ji pênûsa wî ya cegerxwîn û pirrengîn:

[b]BI KURTÎ JÎNA MIN[/b]

Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dunyayê
Bi navê Siltan Sêxmûs ez çêbûme ji dayê

Ta bûm sêzde salî li gundê me yê Hesarê
Jîna xwe min diborand pasê ji wê me da rê

Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet
Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîyret

Ji tengasî neçarî me ew gundê xwe berda
Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da

Diya min a belengaz pêncî salî dilovan
Salek pistî bavê min ew jî li wî bû mêvan

Birayê min ê nîvmele ji alema ronahî
Rast û dirist çi bêjî ew tistekî nizanî

Wî pîreka xwe anî bê wijdan û bê mijî
Bi gotinên xwe ên çors ew min bi derb dikujî

Xwuska min a xwendewar bê însaf û bê wîjdan
Ez reviyam hatim cem wê jî ez kirme sivan

Geh li vir û geh li wê, min ezabek mezin xwar
Ya Ellah û ya Xwedê pasê bûme xwendewar

Jîna min ya kevnare îdî hate guhertin
Tev xwesî û zanebûn heft hest sala hin bi hin

Min dest bi kurdiyê kir peyda kirim çend mirîd
Bi xwesxwan û resbelek xesma pistî Sêx Seîd

Pasê çûme Iraqê ji wê ez çûme Îran
Heçî kesê bidîma ji min dimane heyran

Berî sala rehmetî bi çar salan dilbirîn
Di si'rê de navê xwe min datanî Cegerxwîn

Min îcaza xwe stand bi serbestî mêranî
Ji nû keça xalê xwe ji Hesara xwe hanî

Bûm melayê Hasda jor cibepos û ser bi sas
Ji nû riya rast û xwes bû ser jor û rêl û kas

Min dûvê xwe girt vîna wê ket dilê min
Barê gund û ê kulfet hemî ket ser milê min

Pasê hate bîra min ko ez bibim xwedî gund
Dilê min jê gote min gelek bas û gelek rind

Min ji axa Cizîrê du gund girtin kul û xem
Navê yekî çêlek bû êdî me kir Cehen-nem

Di nav me de ne ma bûnne axa û ne kêxwe
Elo Çelo kum bi qul min tev kirin wekî xwe

Roja me gund ava kir kete rastê mixtarî
Gundên me bûn berberî dijminahî neyarî

Tevan girtin darên xwe bûne weke gurên har
Ji wî bextê min ê res kurê Potê bû mixtar

Sermiyanê wî derew li ser wî bû berberî
Wek Duçayê Talyanî pasê wî ji b'xwe de rî

Xwedî mal û xwedî gund li bergîlê bû siwar
Rê jê xiste mala xwe Tiro pasê bû etar

Pistî ilmê xwe ê pir bûm Dodoyê qulingvan
Bûm hevalê kum bi qul kurê Potê sermiyan

Ev cîhana xapînok heta me jê xwe nas kir
Çi b'kim fêde ne maye emrê xwe min xilas kir

Çima rastî dibêjim li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn

Tistekî herî balkês ev e ku ev rewsa ku Hozan Cegerxwîn 60 sal berê di risteyên xwe de nirxandiye, hîna jî rews û rastiya xwe diparêzin.

[center][b]* * *[/b][/center]

Herî dawî jî ez ê çêla serdana xwe ya mala Cegerxîn'î bikim. Sal 1983 bû. Salek berî koçkirina Cegerxwînê 80 salî yê ji vê dunya xembar bû. Mala wî li taxa Tensta'yê ya Stockholmê bû. Min telefon jê re vekir û gote ji mamosteyî re ku ez xelkê Amedê (Diyarbekir) me û ez pirr hez dikim werim serdana wî. Hingê ez xortekî 24 salî bûm.

Roja dinê ez hatim mala wî. Gava ji nav derî ketim hundir, çavê min yekser bi wî ruyê wî yê ronahî ket, ji lew re li ser milkursiyek li hevberî derî rûnistibû û li hatina min dipa.

Min xwest ez destê wî maçî bikim, lê destê xwe ji nav destê min kisand û wî ruyê min maç kir. Pistî xêrhatinê gote min: De ka ji me re behsa Amedê bike lo!

Hingê ez jî nuh hatibûm Swêdê. Serê salekê bû. Min rewsa welêt jê re bi dirêjahî bahs kir. Hingê dilê me pirr bi kul û keder bû. Cûnta leskerî tofan li ser serê xelkê me rakiribû. Mixabin dilê mamosteyî hinek êsiya ji ber van nûçeyên bi kul û keder.

Lêbelê mamoste ev tistê helez (înteresant) gote min. Got: rojekê ez ji bajarê Hesekê bi rê ketim û peyade, riya çar roj û sevan hatim Amedê. Ji hêla Derê Mêrdînê ve nêzîkê bajêr bûm. Berî ku ji Deriyê Mêrdînê bikevim hundurû, li ser hevrazê riya Mêrdînê, li seriya bexçeya Hewselê kahniyek hebû, min ji wê kaniyê têr tije ava sîrîn û xwes a Amedê ji xwe re vexwar. Ji br wê rêwîtiya dûr û dirêj ez pir tîhnî bûm.

Sê xort li nêzîkê min rûnistibûn. Li diziya rêwiyan digeriyan ji xwe re. Xwastin ku pêrê min jî ji min bidizin, lê asvanê li biniya kahniyê pê hesiya. Rahist siva xwe û li van her sê dizan xist. Diz ji wir pekiyan çûn. Pist re min supasiya asvanî kir ez ketim nav bajêr. Ev hatina min a pêsî bû li Amedê. Min kî nas kir, her wek wî asvanê li biniya Derê Mêrdînê rast û durust bûnderketin. Pirr kêfa min ji xelKê Amedê re hat. Vêca xortê delal! Heger hûn rojek berê xedlkê Amedê siyar bikin, ev wê ji bo soresa Kurdistanê bibe erk û delametek pirr a mazin.

Min li vê hevdîtinê Xanima Cegerxwîn'î, kurê Cegerxwîn'î (Azad), qîz û zavayê Cegerxwîn´î jî nas kirin.

Berhem li nav berhemên Navenda Arsîvxaneya Kurdî - SARA'yê li hêviya skannerkirinê û her wisan berdestkirina ji bo xwandina bi riya elektronîkî ya serbest e.

[b]Goran Candan[/b]

نەناسراو (not verified)

Wed, 08/13/2008 - 15:43

[b]Çirûsk[/b] [i]Kamran Simo Hedilî[/i] [img]http://img123.imageshack.us/img123/6162/kamransimoui9.jpg[/img] dil nefela baran lêhatî hestên me xunavgirtî hatinên dûr li mirina lehengên bênav dinêrin çirûskên hêviyê direcifîn di cîhana mejiyê me de bê dengîyeke giran, giran hebû ronahiya nûvejînê bi kulîlkên awirên heyvê di nav kirasê bê hêvîtiyê de xwe berdide ser bêdengiyên di malzaroka evînê de hezkirin û hêvî hişyar dikir çirûska GELAWÊJÊ bayekî nerim û nazik li gerdûn digerand piste, piste kulîlkan bû mizgîniyên şîn û şahiyên dê bên di dane hev dilên di bîra evînê de tirsiyayî rondikên hezkirinê dibarandin destên ji hev qetandî ber bi hev direviyan ramanên kelemçekirî zincîr diqetandin bi agirê azadiyê mexalê dîlîtiyê dişewitandin di malzaroka evînê de bi sedan siwarên cengê li hev di qulibandin ew dem nayê bîra zarokan demeke melûl melûl... mezin naxwazin bi bîr bînin nêrînên mirî di gevzoka gera bêbinî de dans dikirin di pêşbirka xulamtiyê de bi hev re şer dikirin koma heyî jî balav dikirin zarokên hêviyê ajotine ser rastiyê şoştin guman û mij bi hêza ronahiyên êdî fireh in gavên me û dengên baweriyê dengên îro nayêne bihîstin li ser lêvan afirandin ev jiyan xunava dilê me anî ewrên dûr, dûr... yên çav şil yên li zengilê dîlanê dixin [b]Kamran Simo Hedilî kî ye[/b] Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin. Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Ø®ranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artê‏ê de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pê‏î bi tirkî dinivîsî. Pişâ€tre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weşâ€andin. Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebiriya Enstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê ‏eveke bêsibe, destan, Min deng ku‏tin, helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li ser danasîna helbestê û kîjan kulîlk çavên te ne? [b]Zarathustra News – [email protected][/b]

نەناسراو (not verified)

Wed, 08/13/2008 - 16:42

In reply to by نەناسراو (not verified)

[b]Turkmen ji bo Kerkûkê giraniyê didin dîplomasiyê[/b] Turkmenên Iraqê ji bo pirsa Kerkûkê û daxwaziyên eniya turkmenan giraniya xwe didin xebatên dîplomasiyê. Ji vê awirê ve gava giring li Swêdê hate avêtin. Mehmet Samanciyê kul i ser navê “niwêneriya mafê mirovan li Iraqê“ (!?) xebatê dike, bi alîkarê yekem yê wezareta Karê Derve yê Swêdê Gunila Karlsson û rêvebirê şaxê pirsên Iraqê Charlotte Lider re hevdîtin pêk anî. Samanci wêne û belgeyên li ser pirsa Kerkûkê teslîmî rêvebirên Swêdê kir. Her wisa ji Swêdê hate xwestin ku, li EU, li ser pirsa Kerkûkê piştgiriya turkmenan bikin. Turkmenan xwest ku, Kerkûk weke bajarek Iraqê û serbixwe bimîne. Ji Swêdê hate xwestin ku, UN komîsyonekî ji bo kerkûkê pêk bîne û hêza UN ê ya aşitiyê li Kerkûkê bê bicîhkirin. Li gorî zaniyariyên li ser pirsê belav bûne, niwênerên Swêdê anîn zimên ku, ew buyerên li Kerkûkê ji nêz ve dişopînin, ji bo lihevkirinê jî hêviya wan ew e ku Kerkûk bajarek Iraqê bimîne. Turkmena jî wek miletek bingehîn ji yê Iraqê dibînin. [b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.