Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 17 May 2008

[i]Banga KNK ê:[/i]
[b]Ji Rewşenbîr û Hunermendên Kurd re![/b]

Tê gotin ku rewşenbîr; ronahiya pêşeroj û wijdanê miletan e! Civak bi rewşenbîrên xwe bi pêşdikevin, demokratîktir dibin û şaristaniyan avadikin. Ti hêz nînin ku guhdarî rewşenbîran nekin û bê hêza wan rizgar bibin... Ji bo miletê Kurd jî girîngiya rewşenbîr û hunermandan, rol û berpisiyartiya wan hîn zêde ye.
Rewşenbîr û hunermendên miletekî, xwedî raman û dîtinên cûda ne, ew gelek xwezayî ye; pêwîste jî. Lewra ew yeka nîqaşên demokratîk derdixin holê û riya rast nîşanî miletan û desthilatdarên wan dike. Em rewşenbîr û hûnermendên xwedî fikrên cûda wek gulên baxçeyekî dibînin û heta dawî jê re hurmet digrin. Lê, rewşenbîrên bo pêşêroja netew û welatê xwe neyên cem hev jî maqûl nayên dîtin. Eger ew netewa jî Kurd be, hîn zêde pêdeviya yekbûna hêza ramanî, dadmendiya bilind a reşwenbîran derdikeve holê.

Em komîta KNK (Kongra Netewiya Kurdistanê) yê Swêdê dixwazin ji bo cîvîn û yekîtiya rewşenbîr û hunermendan re malavaniyê bikin. Ti armancên me yên veşartî nîn in. Têne em dixwazin ji rewşenbîr û hunermendên Kurd re bibin platformekî nîqaş û rêxistiniyê. Dixwazin kesên xwedî ramana ronak li ser “Yekîtiya Netewî“ bibin xwedî gotin! Bibin hêzêka netewî ya ku hemû partî, rêxistin, hizb, şexs guhdarî dikin! Bibin dengê miletê Kurd.
Li ser vî esasî, em dixwazin ji bo rewşenbîr û hunermendên Kurd bibin platformeka demokratîk a niqaşên li ser yekîtiya Netewî! Hêza ramanî ya miletê bilind bînin cem hev, bila nîqaş bikin, xwe bi rêxistin bikin û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Vê yekê em wek erkeka netewî dibînin û hêvîdarin hemû kes jî li ser wan hestan beşdar bibe.

Dem: 2008.05.24- Şemî, Kat: 13:00-17:00, Cîh: Husby Träff Stockholm, Xwarin: Bullar û kahvê bê îkram kirin

Bangdar: Şoreş REŞÎ, Hesen NOZHATZADE, Siament MOINÎ , Xelîl GEDO
Ji bo têkilî: [email protected], [email protected] , [email protected], tel: 073 685 02 56

Zarathustra News – [email protected]

* * *

Hejmara 87 an ya Rojnameya Agirî belav bû
Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 87 an î, di 15 ê gulanê de ji çapê derket û belav bû. http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşana elektronîkî ye ji bo têkiliyan. Naveroka hejmara 87 an ya Agirî ev e:

SIYASÎ
● Îran Binêşa Pirsgirêkên Rojhilata Navîn
● Rewşa Siyasî A Kurdistana Îranê Û Sûriyê Di Hevdîtina Navbera Şandên PDK Îranê Û Partiya Azadiya Kurd Li Sûriyê De Kete Berbas
● Nûnerek Jêhatî Di Pêkhateya Desthilatekê De Dikare Bi Bandor Be Ku Li Rexnegirtin Ji Desthilatê Serbest Be
● Helwêstên Komara Îslamî Bû Mijara Konferanseke Girîng Li Berlînê
● Heftemîn Civîna Salane Ya “Ecosoc“, Platforma Timî Ya Netewe Û Gelên Xwecih Ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî
● Şandeke PDK Îranê Bi Serokatiya Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî Yê Partiyê Serdana Parleman Û Wezareta Karê Derve Ya Fînlandê Kir
● Şiroveya Peyvên Siyasî
● Hêzên Komara Îslamî Zozanên Çend Deverên Herêma Kurdistanê Topbaran Kir
________________________________________
CIVAK Û JÎN
● 1'ê Gulanê Roja Cîhanî A Karkeran
● YCDK Îranê Bi Fermî Bû Endamê Saziya “LNU“Yê
● Kuştina Rojane A Xelkê Derdora Selmasê Her Didome
● Sê Lîstikvanên Girûpa Werzişî A Tekvandoyê Li Navenda 3 A Kurdistanê, Bawernameya Navnetewî Bidestve Anîn
● 18 Hezar Xwendekar Li Tehranê Aware Bûn
● Jinavçûna 20 Hezar Derfetên Karî Di Parêzgeha Sine De
● Hejmara Miriyên Erdheja Çînê Zêdetir15 Hezaran E
● 40 Ji Sedê A Goriyên Bahoza Miyanmarê Zarok İn
● Kurdî Di Nav Lîsteya Zimanên Bi Bandor Ên Cîhanê De Di Rêza 31'an De Cî Gir
________________________________________
ÇAND Û HUNER
● Jiyaneke Rûmetdar (Adar Jiyan)
● Kaniya Helbestan
● Muzîka Dermanî
● Şiroveyek Kurt Li Ser Helbestê Û Sedemên Serhildana Wê

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=44

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.