Skip to main content

BN (not verified)

Sun, 02/19/2012 - 01:14

Kak Davut! Li ser butçeya Komara Tirkîya ya yêkhem min dixwezim li vir çene agadarîyan bînim serê zman. Gor zanina min; hinek perê Sultanê Osmanî  dabu Kemalê Selanîki, cîvîna yêkhem ya  Meclîsa Komara Tirkîyada,  alîyê piranîyê va daxwezîya bandura Sultanê Osmanî  heye, deme ew hatibun Anqarayê gelek pere  bona rizgarbuna gelên Anatolîya û Kurdistanê Mislimanê Hindistanê rê kirin, dura bona damezrandina dewletek nu Dîyap Axayê Dersimî devê  xelîtikê xwe wekir û pere da wan, bingeya bankaya yekhem disa  bi pereyê wî hate danîn. Dema Dara Osmanîya da gelek Kurd û Ermen ji derdora Palu, Xarpit û Gexîyê çubun Emrîkayê, piranîya wan  li derdora Detroîtê  kardikirin. Kemalê Selanîkî wan ra nonerê xwe rêkir û alîkarî xwest, got em Komara Kurd û Tirkan sazdikin alîkarîya me bikin, wan ji pereyê xwe yê berhevkirî bi comerdîyêk mezin wanra rêkirin û  li paş damezrandina Komara Tirkîyayê jî alîkarîya xwe berdewam kirin,  dema  Komîteya Navendî ya Xoybunê xebera vê alîkarîyê bîhîst,  edî ew gelek dereng ketibun, wan jî bi navê Kurdan, Kurdên Emrîkara Nonerik rêkirin û ruyê Kemalîstan paskirin. Bi vî şiklî alîkarîya Kurdên Emrîkayê bona Komara Tirkîya hate qutkirin. Li vir bona xwendewanan min dixwezim agadarîyêk balkêş  ya din jî bidim, Kurd û Ermen ji Rojhilatî Dersim hevra çubun Emrîka û Kanadayê dema tarteleya Ermenan pêkhat, wan nikarîya şunda bizivirin ser warên xwe, bona damezrandina Gêxîyek  Nu  biryar girtin û nonerê xwe reyî Ermenîstanê kirin, li ber kevîya Gola Sêvanê ax standin û nuva bajarek avakirin û navê wî bajarî Gexîya Nu (Khexî  Nor)  danîn. Slav…. Bîşar Norşîn

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.