Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 7 June 2009

Rûdawnet - Cîgirê Wezîrê Navxwe yê İraq'ê Ednan Esedî ragihand ku bûna Pêşmergeyan li hinek qeza û nehyeyên ser bi Bajarê Musil'ê ne yasayî ye û em rê nadin wan milîşîyan.

Di daxwiyaniyekê de bo Rojnameya El-Heyat Ednan Esedî eşkere kir ku dawiya vê mehê piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Musil'ê, hêzên Wezareta Navxwe û Berevaniya İraq'ê dosya ewlekariya Musil'ê werdigrin û domand: ’'Wê demê em rê nadin hîç milîşiyayek li Musil'ê bimîne.''

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê İraq'ê îddîa kir ku bûna pêşmergeyan li hinek qeza û nehyeyên ser bi Musil'ê ne yasayî ye û got: ’'Rewşa ewlekarî ya navçeyê têk dide û hestyariyê li ba hinek kesên Musil'ê dixulqîne.''

Di hundirê hefteyekê de ev cara dûwem e bûna Pêşmergeyan li navçeyên ji Kurdistan'ê qutbûyî wek ne yasayî bînin ziman. Hefteya borî Serokwezîrê İraq Nurî Malikî jî gotibû; ’'Bûna Pêşmergeyan li wan navçeyan ne qanûnî ye û dijî destûrê ye.''

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.