Ana içeriğe atla
Submitted by Rêvebir on 4 March 2011

Mele Mistefa Barzanî, serokê neteweya kurd, beriya vê 32 salan, di 1-ê Adara 1979-an de, ji nav neteweya kurd koç kir çû ser dilovaniya xwe. Ew kesekî nemir e û di dilê gelê kurd de dijîye.

Jiyana wî, bi azadî û rizgariya Kurdistanê re û bi qewimandinên dîrokî yênn mezin re li hevûdu dike. Neteweya Kurd, bi serokatiya wî tahma azadiyê girtiye û desthilatdarî jiyaye. Di 11 Adar a 1970-yî de di bin seroktaiya wî de li Başurê Kurdistanê Otonomiya Kurdistranê ava bû û desthilatdariya baasî mecbûr bû ku peymeneke bi qepasîte bi kurdan re îmza bike. Di qonaxa em tê de dijîn de, avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, encama têkoşîn, xebat û fedekarî ya wî ye.

Ew dema ku 13 salî bûye, li ber çavên wî, birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam Barzanî tê daleqandin. Ew wê demê biryar dide ku dê an kurditî neke û an jî dê tu wext xwe teslîmî dijmin neke. Lê biryar dide ku ji bona azadî û rizgariya neteweya Kurd û Kurdistanê xebat bike û têkoşîn bidomîne. Piştî wê biryarê jî, her dem di nav têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê de bûye.

Rastî jî piştî ku dest bi têkoşînê dike hîç demekê serê xwe ji dijminên neteweya kurd re natewî ne.
Ew ji serîhildana 1925-an û serokatiya wê serîhildanê re dibe alîkar û piştgir.
Ew di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de serokerkan e û ji serokê pêşewa Qadi Mihemed re hevalbend e û di bin serokatiya wî de xebatkar û dozgerek e. Ew dema ku li Komara Kurdistanê ya Mehabadê nîşan dide, ew realîteya beşbûnê Kurdistanê dide ber çav, ji bona wê tu wext îdiaya serokatî li Komara Mehabadê ya Kurdistanê nake.
Dema ku kolonyalîstên Îranî êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qadî Mihamed daxwaz dike ku li ber xwe bide û xwe teslîmî kolonyalîstên bê behdên farisî neke. Lê Qadi Mihemede biryar dide ku bi gelê xwe re bimîne û Mele Mistefa Barzanî jî, ji biryara wî û serokatiya Komara Kuırdistanê re rêz digre. Bi xwe jî biryar digre ku biçe Yekîtiya Sovyetê. Piştî ev biryara xwe, 500 hevalên xwe ve bi leşkerên Îranê, Tirkiyeyê û Iraqê re şer dike, encama meşake dirêj derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Mele Mistefa Berzanî, li Yekîtiya Sovyetê jî, jiyaneke gelek zehmet û dijwar derbas dike. Li Sovyetê ji bona mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan û ji bona ku bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê û bi Stalînî re hevûdîtin bike, li Moskovayê çalakî çê dike; rûniştinê dike û grêwa birçibûnê pêk tîne. Di helwest û daxwaza xwe de jî bi serdikeve.

Mele Mistefa Barzanî, dema ku PDK a Iraqê di sala 1946-an de tê damezirandin, ew dibe serokê partiyê.

Ew di sala 1958-an de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, hîç tiştekî nafikire di ser riya Misirê re, piştî hevûdîtina serokê ereban Nasirî vedigere Iraqê. Li Baxdatê PDK-ê ava dike û di sala 1959-an de kongreya partiyê li dar dixe. Partiyê ji bona desthilatdariya li Kurdistanê û hikumeta li Iraqê amade dike. Lewra li Iraqê makezagoneke nû hatibû pejirandin û di makezagonê de desthilatdariya neteweya kurd û ereb ya hevbeş, du netew û du zimanê fermî hatibû pejirandin.

Mele Mistefa Barzanî, dema ku Iraqê makezagona nû re rêz negirt, ji deshilatdariya neteweya kurd re xiyanetî kir, di îlona 1961-an de li hemberî desthilatdariya navendî ya Iraqê dest bi şer kir û ala şoreşa îlonê rakir. Ev têkoşîna neteweya kurd di bin serokatiya wî de di 11-ê Adara 1970-yî de bi Otonomiya Kurdistanê taceser bû.

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî hiqûqên û bi pejirandina Mekezagoneke nû, bû desthilatdar.
Lê bi Peymana 11 Adar a 1971-an, pirsa Kerkûkê nehat çareser kirin, biryar hat girtin ku pirsa Kerkûkê bi plebîsîtê çareser bibe. Plebîsîta Kerkûkê jî dê di sala 1974-an de bê li dar xistin. Hezar mixabin Hikumeta navendî ya Iraqê ji bona ku Plebîsîta/ Referandûma Kerkûkê encam nede, dest bi provakasyonan kir û çend caran xwest ku serok Barzanî bide kuştin, lê bi serneket.

Di encamê de girêdayî pirsa Kerkûkê di sala 1975-an de di navbeyna Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Nevandî ya Iraqê de şer dest pê kir. Neteweya kurd û serokê wê Mele Mistefa Barzanî, encama Peymana Cezayîrê, xiyaneta Îranê û DYA-yê şer wenda kir. Ew mecbûr bû ku li Îranê bijî. Ew tade û qehra jî, bû sedem ku bi naxweşiya qanserê bikeve û jiyana xwe wenda bike.

Dema ku di nexweşiya xwe de li DYA-yê ma, zehmetiyên mezin kişand û li wir çû ser dilovaniya xwe. Piştî demekê jî hat nav gelê xwe û welatê xwe.

Nuha jî di edebîîstirahata xwe de, bi avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek kêfxweş e û di ebedîîstirahatxaneya xwe de jî ji neteweya kurd re pêşengî û mezintiyê dike.

Jiyana wî ya dema Otonomiya Kurdistanê û Plebîsîta Kerkûkê jî, ji bona dema Referandûma Kerkûkê ders û ceribandineke gelek aşkere diyar dike. Hêvî ew e ku desthilatdarî û hikumeta Kurdistanê ji vê ceribandinê ders derxin û rêbaza xwe diyar bikin.

Mele Mistefa Barzanî, di 1-ê Adara 1979-an de li Washintonê wefat kir, pêşiyê li Kurdistana Îranê li navçeya Şînoyê hat veşartin, lê îro gora wî li Başurê Kurdistanê li Berzan e. Ew û lawê wî Îdrîs Barzanî li cem hev razane. Her roj bi sedan kurd wan ziyaret dikin.

Mele Mistefa Barzanî di tekoşîna xwe ya 60 salî de rojekê jî dudil nebû, serî li ber dujmin ne tewand; ji fikir û ramanên kurd û mirovperweriyê dûr neket. Ruh, jiyan û tekoşîna wî nemir e. Lewra îro keç û lawên wî li ser axa wî û li ser rêya wî azad û desthilatdarê welatê xwe ne.

Bila ruhê wî şad û bextewar be; cîhê wî buhuşt be!

Amed, 03. 03. 2011

Têbinî: Di sala 1979-an de dema Serok Mele Mistefa Berzanî çû ser dilovaniya xwe, li Bakurê Kurdistanê ji bona wî bîranînek kîtlewî û fermî pêk nehat. Lewra ew qedexe bû. Li Bakurê Kurdistanê cara yekem Komelaya Kurd a Diyarbekîrê di sala 2006-an de Mele Mistefa Berzanî di salonê de û dişerttên gelek dijwar de bibîranî.
Îsal jî Gruba Dîyalogê a Dîcle-Firatê di 6ê Aadara 2011-an de li Amedê di salona Kaplanê de bibîrbîne.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.