Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 27 July 2008

PNA – Serokê herêma kurdisanê Mesûd Barzanî li bajêrê Baxdadê û di dîdara xwe de ya bi balyozê Amerîka yê li Iraqê Riyan Kroker re ragihand, ku yan divê gelê kurdistanê hevparekî rast be û yan jî, nabe siyaseta yekalî li beramber kurd pêk bihê, ji ber ku ew carek din û bi ti awayî bindestîyê qebûl nakin. Ev dîdara serokê herêmê ya bi Kroker re doh êvarê pêk hat, ku serokê herêmê pêşwazîya Kroker û şandeya pê re kir. Ev şandeya han jî, ji balyoz Tomas Krejeskî û balyoz Robert Ford pêk hatibû.

Di evê dîdarê de behsa projeyê qanûna hilbijartinên parêzgehan hat kirin û behsa çawanîya dengdana li ser ewê qanûnê û hilwestên alîyên siyasî yên li beramber ewê qanûnê jî hat kirin.

Herweha, maf û daxwazên gelê kurd di evê dîdarê de hatin pêşçavkirin û serokê herêmê bi aşkirayî dilgiranîya xwe û gelê herêma kurdistanê li beramber bûyera evê dawîyê da nîşandan.

Serokê herêmê li beramber hilwestê encûmena nûnerên Iraqê tekez kir, ku heger ev hilwestên weha bingehîn û berdewam bin, dê gelê herêma kurdistanê wan qebûl neke.

Serokê herêmê ji Riyan Kroker re got: yan divê gelê herêma kurdistanê hevparekî rast be û yan jî, nabe siyaseta yekalî li beramber wî bi kar bihê, ji ber ku em carek din bindestîyê qebûl nakin.

Riyan Kroker jî got: em hêvîdar in ku ew şaşîya han carek din dubare nebe û prosesa diyalogê jî berdewam be, da ku ev arêşeya han çareser bibe.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.