Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 8 August 2009

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serkeftin û ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinên Kurdistanê, mesajeke ragihand. Serok Barzanî di mesaja xwe de got:“ Ez ji we hemûyan re dibêjim me hê jî rêgeyeke dûr û dirêj li pêş e û gelek erk li benda me ne û Kurdistan jî pêdivî bi me hemûyan e.“

Serok Barzanî di destpêka mesaja xwe de got:“ Berî her tişî spas û staîş(pesn) ji bo xwedayê mezin û mîhreban ku prosesa dengdan û hilbijartinên herêma Kurdistanê bi awakî serkeftî û bi beşdariya rêjeyeke pir a welatiyên Kurdistanê bi dawî hat, lewra bi vê minasebetê ve pîrozbayiyeye germ li gişt çîn û tebeqeyên xelkê Kurdisatan û hemû rûniştvanên herêm û hemû ali û lîste û qeware,terefdarên wan dikim ku bi giyaneke dilsozane û hestkirin bi berpirsiya niştîmanî beşdarî hilbijartinan bûn.“

“Em bi wê çendê serbilind in ku careke din li pêş çavê medyayên cîhan û çavdêrên navdewletî û rêxistinên civakat medenî, me gaveke din a demokrasiyê avêt , bi vê yekê jî me vê rastiyê bo hemû aliyan îspat kir ku gelê Kurdistan gelekî hişyar,aştîparêz û demokrasîxwaz e.Her weha em biisrarbûna xwe dupat dikin ku bi hewl û têkoşîna demokratîk û aştiyane emê di çarçoveya qanûn û destûra Iraqê de jibo bidestxistina mafên xwe yên rewa kar bikin û emê tim û daîm destûrê bikin çekê bidestxistina mafên xwe yên rewa.“

“ Kurdistan ya me ya hemûyan e û xêr û bêrê wê jî bo herkesî ye bêyî cidahî, em hemû bira û kesûkarê hev in. Erkê me yê hemûyan e ku çi wek tak yan wek qeware û partiya siyasî, rêz li buhayên niştîmanî û destkeftên xelkê Kurdistan û tecribeya wê bigirin û bi awakî dilsozane wan biparêzin û bi çi amancek be bi çavekî sivik li wan nenêrin û bi hev re ji bo dabînkirina mafên destûrî û vegerîna navçeyên dabirî ên herêma Kurdistanê û bihêzkirina statûya herêma Kurdistanê li navxwe û derveyî welêt kar bikin.“

“Kurdistan piştî vê hilbijartina parlamentoyê qonaxeke nû ya siyasî û dîplomasî a girîng li ser asta navxwe û cîhan û derdorê lewra me pêdivî bi nexşe û plane nû û bernameya berfireh û hûr heye jib o pêşvebirina têkiliyên me digel welatên cîran li ser berjewendiyên hevbeş.Di navxwe de jî divê em yekrêziya xwe biparêzin û navmala xwe baştir rêk bixin.Serdem serdema birayetî û zêdetir yekxistina rêzan e.“
Serok Barzanî di dawiyê de got:“ Ez ji we hemûyan re dibêjim me hê jî rêgeyeke dûr û dirêj li pêş e û gelek erk li benda me ne û Kurdistan jî pêdivî bi me hemûyan e.“

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.