Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 September 2008

--------------------------------------------------------------------------------

Mesrûr Barzanî; karê casûsîtiyê li herêma Kurdistanê di berjewendîya welatên cîranên Kurdistanê û Iraqê de dihê encamdan. Sedemê hatina leşkerên Iraqê bo nav bajêrê Xaneqînê ne ewleyî siyasî ye

--------------------------------------------------------------------------------

Rojnameya erebî El-Şerq El-Ewsetê bi Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevpeyvînekê kir û barzanî têde dibêje ordiya Iraqê ji ber sebebên siyasî hat Xaneqînê û got casûsên dewletên cîran jî li Kurdistanê hene.

Serokê Parastinê Mesrûr Barzanî got dezgeha Parastinê li gor biryareka Parlamentoya Kurdistanê karê xwe bi rê ve dibe û got wezîfeya Parastinê ya esasî parastina ewlekariya xelkê Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî got di şerê li dijî terorê û di warên dî de hevkarî di nêvbera Parastinê û dezgehên îstixbaratê û ewlekariyê yên Iraqê de heye û got pêşmergeyê Kurdistanê jî wekî beşek ji ordiya Iraqê beşdarî operasyonên ewlekariyê li gelek cihên Iraqê bûye û dibe.

Di heqê problema Xaneqînê û hatina ordiya Iraqê bo Xaneqînê de jî Mesrûr Barzanî got:

— Ti sebebên emnî li pişt hatina ordiya Iraqê bo Xaneqînê nebû çimkî ew dever bi temamî aram û ewle bû û sebebê esasî yê hatina ordiya Iraqê bo deverê siyasî ye û ne emnî ye.

Mesrûr Barzanî rexne li hikûmeta Iraqê girt û got ji butçeya Iraqê pereyekê zêde li ordiya Iraqê û karên siyadî têt mesref kirin û got ji % 17-ê hiseya Kurdistanê ji ber wan mesrefan kêm dibe û dibe ji % 14. Mesrûr Barzanî got li gor vî hesabî divêt mesrefa pêşmergeyê Kurdistanê jî li ser butçeya siyadî yanî ya merkezî be û got lê belê hikûmeta Bexdayê wê qebûl nake û dibêje bila Kurdistan ji butçeya xwe ya ku ji % 14 ye mesrefa ewlekariya xwe jî bide.

Mesrûr Barzanî piştrast kir ku du dezgehên ewlekariyê li Kurdistanê hene û yek bi ser YNK-ê ve ye û got lê belê hemahengiyeka baş di nêvbera herdu dezgehan de heye.

Serokê Parastinê Mesrûr Barzanî got dewletên cîran li Kurdistanê ajan hene ku ji bo wan dewletan kar dikin û got CIA û Mossadê ti ofîs li Kurdistanê nînin û ew propagandaya nehezên Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî got ew ne ji ber ku kurê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye bûye serokê Parastinê û got ji ber bikêrhatina xwe ew hatiye wî cihî û got ew bedelê kurîtiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dide.

PNA

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.