Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 June 2009

Ez Herdu partiyên Besadarê civîna Imrali nebuyin pîrozdikim. KADEP û Hak-PAR dizanin ku ew civîn liser daxwaza Imralî hate kirin.Kongreya ku Îro li Diyarbekir çêdikin, ne liser berjewendiya Kurdaye, belku bihêzkirina KCK-Öcalan bo hizra kemalistiya dewletêye.
Aşîtî çawa dê bête encamdan? Bi gotinên direw û xapandina Kurdan? Yanjî çiye “demokratik özerklik“? pêşiya 85 salan dewleta Tirkan Kurd xapandin ev nebesbu îro didemekî demê zanabun û nûjeniyêde bi rêya Kurdên xaîn vê zolma 85 salan didomîn?
Ev gotina direw û xile û xapandin, “Demokratik özerklik“ KCK daniye ber çavên Kurdên nezan û bi serşorî diparêzin hîç mana wê bo daxwazên doza gelê Kurd nine. Min gelik caran got kesek di kolande bo xwe bigere. Belki ev gotine basîtbe, lê di nava vê gotinêde ji belediyan pêve tiştekî dî nine. Jixwe belediyên li Bajarên Kurdistan ji xwecihên wê ango ji Kurdan dihatin hilbijartin. Lê vê kemalist KCk/Pkk ev jî guhartin, ji bajarên Tirka kes înan li Kurdistanê kirin miletwekili û serokbelediye. Ev jî bo siyaseta dewletê daxwazekî mukemelbu. Ev siyaeta çewt û dijatiya Kurd, ji Kurdên îmralî weko pêwîst ne reaksiyon nejî îhtîrazek nayêt kirin. Herkes bo siyaseta xweya erzan nehizirkirina fikra milli û nejî analizkirina azadiya Kurdistan bona wan nexeme.

Sebebên wêjî heye: 1) berjewendiy kesî, 2) Berdewamiya îxanetê, 3) ji tirsan ev piştevanî têtekirin.
Ji îmrali biryara dawî hatibu. Bilavoka liser daxwaza generalan; „divê hon daxwaza dewletê bicih bînin“, dixazit. Ji terefên çapemeniya dijê îrada Kurdve hatibû wesandin 12.6.2009 de.

Imrali daxwazkiribu divê, „ hon Her roj civîna çêkin û Kurdan jî razibikin liser proja min. Katilê Kurda serokê KCk xwe li heyiv û nîvê negirt û esasê daxwazên kck divê Çavpêketina dawiyêde işkerekir.
Dibêjit: “Ben 1 Eylül'e ilişkin çözüm önerilerimde yoğunlaşıyorum. Kurtuluş Savaşı dönemidir. 1921 Anayasası vardır. Ancak Mustafa Kemal'in etrafını kuşattılar. Bizim sınırlarla bir sorunumuz yok“.
KCK/Pkk=Öcalan Ji Kurda vê dixwazin:
-“Biz ulus-devlete, tek devlete, tek bayrağa, üniter yapıya bir şey demiyoruz, üniter yapılarına karışmıyoruz. Burada Kürtler için demokratik alan açılmasını isteyeceğim..“

- “Bu konuda ordu bu tür davranışlara karşı dikkatli olabilir. “

-“İsrail ve İngiltere beni, kendi çıkarlarına karşı bir çıkış olarak görüyorlar.“

-“Ben bu savaşı on beş yıldır sınırlıyorum.“

-“ Aslında devletin içinde DTP operasyonunun yapılmasını istemeyenler de vardı. Ama yapıldı“. (12.6.2009 anf,Rc,Öp)
Ev esasê daxwazên Imralî û KCK bun. Lê ji Kurdan re çi dixwazin ez vêjî bêjim. “Belediye reisî bila bên hilbijartin û belediye jî dibin emrên dewletêde karbikin“. Gelo ez dipirsim ji vê cîhana mudern û pêsketî û Kurdên serên xwe bo berjewendiya xwe û xiyaneta xwe xistîn binê redêde, KCK/Öcalan ji parastina dewleta Türkiye pêve Ji Kurdan re çi dixwazin?
Bersiv: Kurdên Imralî vê dixwazin:Tek dewlet,Tek Milet, Tek ala.
Ma serokwezîrên Türka R.T.Erdogan dema van hersê işareta bêjê çima qebahetbe. Herçende ew weko siyasetmedarekî dewletê mecbure siyaseta parastina dewletê bike. Lê KCK/ Öcalan bêjin, çima ne îxanet û dijminkariya Kurd û Kurdistanê ye gelo? Belê siyasetmedarî û welatparêzî divê pîvanêde diyare.
Di biryara KCK=Öcalan de ji Imralî, bo Kurdên Kurdistan weko dewlet nexwazin û dibinê mêtingehiyêde binalin û dagirkeriya dewletê qebulbikin hatibu weşandinde dihat daxwazkirin ku herroj civînan çêbikin!
Îro her liser daxwaza Imralî Dtp ku bêîradeye, bixîle û xapandinê beşek ji civaka Kurd komkirin bo parastina siyaseta ku Kck û Öcalan ji dewletê re dixwzin kombun?
Belê Öcalanê KCKê û dewleta tirka, projeya dewletparastinê pêşkêşê A.Türk û DTPkir. Ew jî bi hilan dixwazin Kurdan bixapînin û çavên xwe ji rastiya siyasî û doza xwezayî bo Kurdistanekî serbixwe girtîne! Ez vê helwesta domdirêj ya Dtp jî weko îxanetî dizanim û jiberko liser daxwazên generalên dewleta Tirkiye kardikin dijê doza gelê Kurdistan.
Gelo xiyanetkarî çi pêwîste partiyek bike heta bibe îxanetkar û düjminê wî gelî?
Gelo ev 15 Sala Pkk =Öcalan ma nabêjin em bon asteg liber pêşdebirinê?
Gelo Ma di heyivêde 3-5 caran bi beyanan gelê Kurd naxapînin?
Gelo partiyek kirasê Kurd lixwe bike û ev çend işkere gelê Kurd bixapîne bo berdewamiya Kuletiyê kî dakare bêje ew partiyekî Kurde?
Gelo siyaseta ku di bingehên xwede dijê dewletbûna Kurdistanbe, ew dibe Kurd?
Gelo partiya Ku dijê ala Kurdistanbe û ala Kurdistan jî dijmin bizane û qebulneke ew Pkk dibe Kurd yan jî îxanet û dijminên Gelê Kurdin?
Belê KCK /Pkk=Öcalan Dijminên gelê Kurdin. Dinjminên avakirina Kurdistanin. Dijminên Ala Kurdistanin. Dostên dewletêne. Rêxistina Kurdkujane.

Hindek kes dema vê nivîsê bixwînin, divê hizra xwe bikin fikir jî bikin û bêjin; “gelo ev êşan, azar, lêdan, talan û kuştin, mihacirî bo parastina hizra kemalistiya dewletê bo mekirî yanjî bo Kurdistanêbu, ne carekê sed caran jixwe û kes û karên xwe bipirsin.
Çiye ev 15 salên liser hevdu Kurd têne xapandin û xiyanetiyê li Kurdan dikin?
KCK û Öcalan bi işkere daxwaza doza mafên gelê Kurd û Kurdistanê naxwazin. Bi reklamî û bo propagandayê navê Kurd û Kurdistan car-caran bi kartînin, ewjî bo civaka lipê wan dicin hêjî pitir bixapînin. Gelo ev civaka li pêwan-Imarali diçin dê kengê hesabî Kudiniyê bête bîra wan-ji xwe bipirisin?
Îsmaîl Girikî
13.6.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.