Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 30 January 2008

Rewşenbîr an rewşê bîr, an sîyasetmedar, şoreşger, nivîskar, rîhspî, lê berî her tiştî welatparêzekî hêja ye birêz Îbrahîm Gûçlî. Di dîroka kurdên bakur, Kurdekî naskirî, kesayetiyeke federkar û xebatkarekî welatê xwe ê dilanan ve.

Ji xwe xebata wî dîyar dike ku ew mirovekî çendî bi cesaret û bi xîret e . Bi xebata xwe ve bûye kelemê çavê dijmin û neyaran.

Başe çîye xebata vî camerî?..

1-Pişgîrîya destkeftîyên başûr.

2-Bi nav kirina doza federasyonê li bakurê Kûrdîstan ê.

3-Bi bîranîna komara Kurdî li Mahabat û xebatên wî yên Amadê.

4-Xebata yekîtîya kurdên bakur.

5-Bi cesaret parastina doza kurdî li bakur.

6-Pêşengîya gavên rêxistînî bo yekîtîyê.

7-Nivîskarî. (di gellek malperande nivisên wî têne lêkirin)

8- Rizgarîya welat û doza gelê Kûrdîstanê ji xwe re kiriye armanc û xebata wî neynika jîyana wî ye.

Ew xalên ku min li jor nivisandin, ji bona mirovekî barên wisa girane ku her kesek nikare ji bin rabe. Lê ew mirovê fedakar ewqas tişt li ser milên ku van tiştê min li jor nivîsandine jî kêm in. Bûye wek darek ji xebata azadîyê. Gava mirov bibe dar bêguman wê kurm jî hebin. Ma ne pêşîyên gotine “Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe“

Îro Îbrahîm Gûçlî bi xebata xwe bûye kelemê çavê dijminan. Dijmin ji kar û xebata wî acize û dixwaze bi rîya tehdît û dadgehan pêşîya wî bigire. Lê nikare. Ji ber ku Îbrahîm Gûçlî mirovekî pir bi eks û xwedî biryar e. Em kurd ji metodên dewletê re ne xerîbin û dizanin ku dewletên desthilatdar gava nikaribin bi rîya zagonên xwe pêşîya mirovên rewşenbîr bigrin, bi rîya hêzên xwe yên tarî êrîş dikin. Ji Faîk Bûcak bigrin heta îro me gelek şehîd bi destênvan hêzên tarî û faşîtan dane. Heta ku em ji van bitirsin wê dijminên me van metodên ne mirovanî bikar bîne. Lê nav li ser e, dijmin e.

Ma HPG çîye? Gava di malpera xwe de eşkere Îbrahîm Gûçlî tehdît bike ew dibe çi? Kî kê tehdît dike. Unsûrek bi navê aram masîs radibe Îbrahîm Gûçlî bi JITEM bûnê îtham dike. Em Îbrahîm Gûçlî baş dinasin û dizanin ku Îbrahîm Gûçlî ji hedef a JITEM`ê pêve tiştek nîne, lê ka ji min ra bêjin hela ew aram masîs kî ye? Ji ber çi xwe li paş navên tarî de vedişêre?

Gava mirov nivîsa wî unsûrê dixwîne dibîne ku ew ne tenê li hemberî Îbrahîm Gûçlî ye. Her weha dijminê kurdên başûr û destkeftîyên van e jî. Başe ji roja pêşîn heta îro kê dijminê Kurdîstana başûr e. Bêguman em hemû dizanin ku dijminên gelê kurd pêve tu kes ne li hemberî azadîya kurdên başûr e.

Çend gotinên min ji aram masîs re heye:

Di roja îroyîn de her kesek bi mêranî û eşkere xwedî li doza xwe derdikevin, tu çima xwe li paş navên tarî de vedişêr e?

Ma heta HPG ya îroyîn çîye, di programa wê ya nivîskî de armanca wê çîye?

Ma yê ku li balafirê de got: ez ji xizmetê re amade me kî bû?

Ma yê ku Hîkmet Fîdan û gelekî din kûştin kî bûn?

Ma ji M.alî brand, Yalçin Kucuk(kûçik) û Dogu Perînçek meztir dijminê kurdan hene? Ma ne demek ew mêvanên rojane ya deşta Bekaa bûn?

Ew tehdît û kûştinên we li hemberî kurdên welatparêz ne tiştekî nû ye. Hûn ne tirî xwar`in hûn zevîyan dişewitînin. Bela çavê xaîntîyê kor be.

Mêrxasî nayê ji bîr kirin. Bela dost û dijmin herkes bizanibe ku em piştgîrîya Îbrahîm Gûçlî dikin, helwesta Îbrahîm Gûçlî raste û ew îro rûmeta kurdên bakur e.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.